Li Stenbolê Kurdek 25 sal e bi pisîk û seyan re dijî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê rêjeyeke zêde pisîk û se di nava bajêr de dijîn. Li hemû kuçeyan pêkan e ku mirov pisîkan û seyan bibîne. 

Ji ber hatina havînê ku ew gelek bê av dimînin jî bi saya medyaya civakî bang tê kirin daku xelk di firexekê de avê dêynin ber malên xwe. Gelek kes kêfxweş in ku rêjeyek ewqasî zor zindîwarên din di nava bajêr de hene. Lê heza Ramazan Keleş bê hempa ye. Remezanê Semsûrî ku bixwe kurdê Bakurê Kurdistanê ye di dikaneke biçûk de tevî 26 pisîk û 4 seyan dijî. Remezan dibêje ku ew gelekî bextewar e bi jiyana ligel sewalan.


Havîn hatiye û li kuçeyên Stenbolê pisîk xwe li kuçeyan pehnd dikin, se jî bi kêfa dilê xwe digerin. Li nava bajarê Stenbolê rêjeyeke zor pisîk û se dijîn. Bi taybetî zarokên vî bajarî bi wê yekê kêfxweş in û xelk jî arîkariya van sewalan dikin.

Welatiyê bi navê Cemil Avuçoglu dibêje: “Bi min welatî eleqeyek baş bi sewalan didin û ji wan xwedî derdikevin. Helbet gelek welatiyên ne xemxur jî hene. Bo mînak ew heywan ne yê me ne lê em li wan dinêrin. Me gelek ji wan dane kesên ku dixwazin wan xwedî bikin.”

Derbarê ajelên li kolanan de welatî Îbarhîm Çimar jî wiha axivî: “Niştecihên Cîhangîrê di warê pisîk û kûçikan de gelekî xemxur in, lê ji bo semtên din ez nikarim heman tiştî bêjim. Ez esnafim û em li vir ji bo wan xwarin û avê didin ber avahiyan. Lê em dibînin ku hin kes pêhna li wan didin. Li vir em gelek xemxur in ji bo sewalan.”

Remezan Keleş li Tarlabaşî ya ser bi Beyogluyê ve salên dirêj in di dikana biçûk û ne gonca de ji bo jiyanê, di nava pisîk û kûçikan de radibe û rûdine. Ji her derê dikanê pisîk dertên û bêhneke ne xweş jî jê radibe. Ew dibêje wî gelek hebûn û tunebûn jî dîtiye lê niha kêfxweş e k u di nava wan de dijî.

Remezan Keleş dibêje: “Ez ji Semsûrê me ji Pîrînê me. Ez 65 salî me. 25 salin ez li vir dimînim. Ez bi jenekê re zewicîm lê ew jî nebû qismet. Miltî milyarder bû. Ger min bixwasta min dikarî hemû pereyên wê bibim lê na. Ew nabe.Niha ji min re bêjin were Amerîka dê heyata te biguhere ez naçim. Jiyana min bi van re dibe. Ez bextewerim li vir û li vir radikevim.”

Beşek ji niştecihên taxê ne qayîl in ku ewqas pisîk û kûçik devê rê de hebin. Lê beşek jî piştgiriya wî dikin.

Remezan diyar kir ku ew dê heta dawiya jiyana xwe bi wan re bijî û wiha pê de çû: “Ez nivîna xwe li ser vir radixim û li vir radizêm. Ev dezgehê min kar bû. Ez qezenca xwe bi naylonan dikim. Van bîdonan berhev dikim. Li vir nêzik cihê paqijiyê heye û ez diherim li wir xwe dişom. Welleh heta mirinê ez dê wiha li vir bim.”

Stenbol bi rêjeya zêde ya pisîkên xwe tê zanîn. Heta weke bajarê pisîkan jî tê zanîn û ew yek bûye mijara dokûmanter û fîlman jî. Lê jiyana Remezanê Semsûrî bi tena serê xwe mînakek e û jiyaneke pisîk û kûçikan e. Banga wî jî ewe da xelkê bajêr hayîdar be ji zindûwarên derveyî mirovan.