Kurdên Stenbolê banga aştiyê kirin

Stenbol (Rûdaw) – Duyemîn mitînga mezin a HDPê ku ji bo piştgiriya Leyla Guven hat sazkirin li Stenbolê bi beşdariyeke girseyê bi rêve çû û beşdariya banga aştiyê kirin. Bi dehan komele, partî û saziyên nêzikî HDPê jî piştgirî li mitîngê kirin. Di axaftinên serkirdeyên HDPê de banga dad û bicîanîna mafan hat dubarekirin. Ji bo tecrîta li ser Reberê PKKê Abdullah Ocalan jî HDPyî daxwaz dikin ku hiqûqa navxweyî û peymanên navdewletî bêne cîbicîkirin.


HDP sebaret bi piştgiriya Leyla Guven li Stenbolê mitîngeke cemawerî lidarxist û bang li hikumetê kir da tecrîta li ser Ocalan bê rakirin. Parlementera Colemêrgê û Hevseroka KCDê Leyla Guven ku ew nêzikî 90 roje di mangirtinê de ye jî bi peyameke kurt ji Amedê beşdarî li mitîngê kir. Kurdên Stenbolê eleqeyek germ bi mitînga HDPê dan.


Beşdariya bi navê Zînê Demir wiha behsa daxwazên xwe kir: “Em dixwazin Demîrtaşê me berdin. Em dixwazin serokê me berdin. Em bê serok in, em bê tişt û bê welat in. Bese vêca em aştiyê dixwazin, aştî, aştî aştî.”


Welatiya bi navê Nerîman Aktaş jî got: “Îro roja me ye, em azadî dixwazin, em serokê xwe dixwazin. Bila serokê me berdin.”


Meryem Hacilar jî wiha axivî: “Em tenê aştiyê dixwazin. Ez weke dayîkekê tenê aştiyê dixwazim, tiştekî din naxwazim. Em weke kurd tiştekî zêde naxwazin. Em aştiyê dixwazin.”


Li ser amadekarî û banga HDPê bi hezaran kes li Meydana Azadî ya li navçeya Bakirkoy civiyan.


Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û hejmarek parlementerên wan jî amadebûn. Temellî di axaftina xwe de da zanîn ku ewê di hilbijartinan de dersekê bidin desthilatê û gazind ji polîtîkayên heyî kirin. Herwiha Temellî dide zanîn ku armanca wan a sereke li welatekî hevpar damezrandina komereke demokratîk e. Temelli ji bo vê ramanê jî spasiya Ocelan kir.


Berdevkê HDPê Sarûhan Oluç bal kişand li ser rewşa Leyla Guven û got: “Leyla  Guven ew dibe 3 meh di mangirtinê de ye. Rewş gihîştiye asteke krîtîk û mixabin hikûmet li hemberî vê yekê ne xwedî pîşbînî û helwestek însanî ye. Em careke din bang li hikumetê dikin, bi zihniyeta vî wezîrê navxweyî ew pirsgirêk nayê çareserekirin. Ew wezîr dijminatiya Kurdan dike, wan rencîde dike. Bi dijminatiya Kurdan hun nikarin bigihîjin tu derê. Nêrîna vî wezîrî karesat e.”


Rayedarên HDP didin zanîn heta ku daxwaza Leyla Guven bi cî neyê û Ocalan digel malbat û parêzerên xwe hevdîtinên asayî neke dê ew mangirtin û rêze çalakî jî berfirehtir bibin.


Parlementera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî dibêje: “Em wek HDP ji destpêkê vir ve piştgiriya vê çalakiyê dikin û me du mitîngên mezin lidarxistin. Hun jî dibînin beşdariyeke xurt heye. Cûrbecûr çalakiyên me berdewam in û bi vê program û bernameyê jî em dê çalakiyên xwe berdewam bikin.”


Ji ber ku HDP li Stenbol namzet nîn e, bang hate kirin da dengdêrên ku ewê li Bakurê Kurdistanê dengên xwe bidin, dudil nebin û biçin li wan bajaran dengên xwe bidin. Herwiha mitînga ku di bin tedbîrên emnî ên berfireh de birêve diçû, bi muzîk û govendê encam da.