Laleş Ûsif bûkikên balkêş ji qumaşan çêdike
FÎÇER / Stenbol - Jineke Kurd a ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê bi hunereke gelekî ciyawaz derdikeve pêş.
Laleş Ûsif ango diya Hîvdayê, ji qumaş û benikêk cihêreng bûkikên bi cilûbergên xwedî qerekter disêwirîne.
Laleş Ûsif van bebikan li ser hesabê xwe yê torên civakî parve dike û meraqa xelkê bi ser karê xwe ve dikêşe.
Ew bebikên ku dişibin corekî înasanan ango bi gotineke din hobîtên ji qumaş û paçikan, hesteke wisa li mirov peyda dikin tu dibêje qey ew çav dibînin, ew guh dibihîsin û dê were zimên û biaxive.
Laleşa Ûsif ji Rûdawê re behsa berhemên xwe kir:
“Ev têllî ye. Ji fîstanên gulgulî hez dike. Bi qirme hez dike, yek jî ji solên sor hez dike. Lê diya wê dixwaze bi awayekî din bi cilên xemailandîbe. Van cilan lêdike lê dibê eger tu wan li xwebikî ez dê solên sor bidim te.
Ew Têlliya vî zemanî ye. Çîroka Têllî de dibêjin Têllî ne bedew e lê bavê wê dewlemend bûye û pere dane dengbêjekî gotiye ji keça min re kilamekê bêje. Lê ew Têllî zahf ji xwe bawer e.”
Her bûkikekê wekî malbat çêdike
Wekî hemû mal û xaniyên din ev der jî malek e ku malbatek tê de dijî. Her kesek xwedî jûra xwe ya taybet e. Bes ev jûr ne. Di vê jûrê de qewmekî din yê însanan dijî.
Ew jî jin û mêr in, zar û mezin in. Çav, guh, ling, dest, por, birî û mijank, laşê mijrov ji çi pêk tê yê wan jî hema wisa.
Dibe ku xwîn bi laşê wan û deng bi zimanê wan ve naherike bes wekî din, ji rû û dêmê wan diyar e ku her yek ji wan xwedî qerekter û jiyanekê ye. Ango xwedî çîrokeke teybet in.
Laleşa Ûsif diyar kir ku neteweke ya bûkikên wê nîne û got:
“Lê ez dixwazim ne bi awayekî beloq lê bi şêweyekî din wan bi hevokekê, carina bi rengekî bidim nîşan. Dixwazim wî rihî bidim nîşan. Çawa ku ew rih naguhire dema her tişt jî biguhire. Armanca min ew e ku ez jî balê bikêşim ser wî rihî.”
Xanim Laleş Ûsif ji Bedlîsê ye û di nava maleke binemal de hatiye dinê.
Ew heta ku vî qewmê hobîtane biafirîne û jiyaneke heftereng li gêrstêrkeke din deyne, ew jî wekî her kesî di nava civakekê de li kar û pîşeyên cihê ketiye ser rêya xwe ya jiyanê.
Lê ji her kuncikê vê jûrê ve eşkere ye jiyana wê ya bi vî qewmê ji qumaşan bextewertir û dewlemendtir e ji ya bi morovên rasteqîn ve.
“Min karî bi rih û zimanê xwe mezin bibim”
Laleş Ûsif wiha behsa xwe kir:
“Ez kî me? Ez jineke Kurd a zehf bi siûd im. Lewre di nava malbateke ku jinên wan zana, jîr û jêhatîne mezin bûm. Yek jî min karî bi rih û zimanê xwe mezin bibim.Bi kal, bav, dayîk û hemû kesûkarên xwe re.
Medresa kalikê min hebû û min sûdeke mezin ji wê jî girt. Min şairên mezin ji dengê pîrikên xwe bihîst. Ez li gundekî Xelatêbûm. Mekteba sereke min li wir xwend. Pişt re karê min mamostetiya dirûn û neqişêbû.
Dûv re ku em hatin Stenbolê min modelîstî kir û pişt re jî min perwerdeya Sêwirandina Modayê xwend û piştî demekê min ew kar kir û dûv re zanîngeh qedand. Piştî qedandina zanîngehê ketim nava lêgerînekê.”
Her bûkikekê çîroka xwe heye
Mesele tenê ne çêkirina bebikan e ji qumaş û dîzaynên teybet. Laleş Ûsif di heman demê de nivîskara çîrokên wekî ‘lawjeyên diltengiyê’ ye jî.
Lê ew çîrok çi dibin jî bila bibin, her bebikeke ku van çîrokan li xwe disêwirînin wekî şagirtên feylesofê mezin Jean Paule Sartre in.
Jixwe navê bebikek wê jî Sartre ye. Ango rûyên geş û kenbar û dilfireh.
Laleş Ûsifê da zanîn ku her bebikek bi serê xwe çîrokek e û got:
“Her yek ji van wekî lênûskekê ye. Di her yekê de têbiniyek, bîranîn û çîrokek heye. Dema ez lê dinêrim ez ji bo her yekê hewl didim çîroka wan li gorî atmosfera wan be. Bi rastî jî her yek çîrokeke nivîsî ye.”
Xanim Laleş piştî ku bûkan çêdike û parve dike, bala xelkê dikşîne û dixwazin bikirin.
Ji derdorê jî dibêjin tu çima nakî deriyekî debarê jî.
Naxwaze bûkikên metayeke aboriyê
Her çiqasî ew aliyê aborî hîç girîng nabîne naxwaze ew bibim metayekê jî hêdî hêdî ew bebik jiyana xwe ya aborî jî bixwe ava dikin.
Lê balkêştirîn tişt ew e ku kesên ku her bebikekê ji van distînin jî çîroka wan li jiyana xwe zêde dikin.
Hin kes wan dişibînin kesûkarek xwe an hezkiriyekî xwe û ew dike ku ew bebik û kesê ku wan dikire bibin xizm û malbatên hev.
“Di paşerojê de dê bebik pirtûka min bidin nasîn”
Laleş Ûsif amaje bi wê yekê kir ku berhemên wê rengê wê nîşan didin û wiha pê de çû:
“Jinekê ji bo malbata xwe yek xwestibû carekê. Gava bavê diçe dûr keça wî dibêje ez dê bi bavê xwe re razêm û wê bebikê dike hembêza xwe.
Hevaleke min jî carekê yek kirî. Dayika wê hatiye bebik jê stendiye û wekî bi zarokekê re bijî dijî. Porê wê şe dike, pê re dijî. Ew êdî wekî pênûsa min in. Wekî wênekêş a min in. Li hin cîhan zimanê min e. Li cihekî ew dê min temsîl bikin.
Ji bo wê jî dixwazim wan bi edebiyatê ve girê bidim. Di paşerojê de dê bebik pirtûka min bidin nasîn.”
Kêsên ku bandora wan bebikan lê dibe û dixwazin taybet ji bo xwe yan hezkiriyek xwe bebikek hebe jî dikarin bidin çêkirin.
Zerya Zîn jî qerektereke xwe ya xeyalî nivîsî ye û anîye mala bebikan. Laleş xanimê cilên bebika wê jî ji fîstanekî ku ew herî zêde jê hez dike çêkir.
Zerya Zînê got, “Dema hatim nava vê malê ez bi kelecaneke têra xwe ketim. Nizanim, eş şabûm. Bebika ku dixwazim hunermenda muzîka caz û blûes muzîkê ye.
Navê wê Newa Roj e. Li Îranê dijî û ji wir e. Li Zanîngeha Mîmar Sînan xwendiye. Min tiştekî wisa di hişên xwe de lêkir.
Ez dikarim bêjim ku ew bebik duqat xweşiktir in ji yên ku têne firotin. Bi destan hatine çêkirin. Ên din zû dişkên lê ew naşkên.”
Dema kesêk wekî me ku eleqe û qîmet baş bi wan dide têne vê malê ew qewmê qumêş jî ji jûra xwe derdikevin.
Yek dibe aşpêj, yeke din guhê xwe dide şîretên diya xwe lê hiş li dereke din, yek evîndara xwe ya ji serdemeke dêrîn hembêz dike.
Yeke din cilûbergên zivistanê li xwe dike û li ber nêynikê bejnû bala xwe dixemilîne û dê biçe partiyekê.
Qewmê Laleş Ûsifê her ku diçe li nava mirovên zindî û rastîn ji xwe re kêştiyeke ji ewrên şîn çêdikin û berê xwe didin biyabanên bê serûber.