ŞERÊ UKRAYNAYÊ: Gelo dê çekên nukleerî ji cebilxaneyan bên derxistin?
Moskow (Rûdaw) – Şerê Ukrayna û Rûsyayê derbasî qonaxa mûşekên dûravêj bû û herî dawî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryarnameya doktrîna nukleerî guherand.
Li sahayê mûşek diaxivin û li aliyê din Tirkiyeyê ji bo rawestinda şerê dijwar pêşniyazek li Rûsyayê kir.
Kremlînê diyar kir ku pêşniyara Serokkomarê Tirkiyeyê ya ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê ji aliya Moskowê ve nayê qebûlkirin.
Hat zanîn ku Tirkiye ji Ukraynayê re pêşniyar kir ku danûstandinên tevlîbûna NATOyê herî kêm 10 salan bide paş.
Tirkiyeyê diyar kiribû ku divê li rojhilatê Donbasê "herêmeke bêçekkirî" bê avakirin û "leşkerên navneteweyî" li wir bên bicihkirin.
“Dê şer bi aştiyê raweste”
Alîkarê Serokê Komîteya Karûbarên Navneteweyî ya Dûmayê Aleksey Çepa li ser pêşniyara Tirkiyeyê wiha got:
“Di kîjan şerî de dibe bila bibe, bi ya min, her însiyatîveke aştîxwaziyê ji bo çareseriyeke aştiyane, erênî ye.
Her şer dawiya dawî bi gotêbêjan bi dawî dibe. Şêwaz çi dibe bila bibe. Kijan alî jê sûdê werdigire bila wergire di encamê de xizmeta aştiyê dike.
Ez bawer im ku bi xwezayî, ev şer jî dê bi gotêbêjên aştiyane bidawî bibe.
Bêguman di wan gotêbêjan de em dê destûra xwe esas bigirin ku tê de herî kêm çar herêmên berê yên Ukraynayê piştî referendûman ketine nava erdê Federasyona Rûsyayê.”
Di wê dema Serokkomarê Tirkiyeyê ew pêşniyar li Rûsyayê dikir, Serokê Amerîkayê Joe Biden destûr da Ukraynayê da ku bi mûşekên ATACMSê yên dûravêj êrişî Rûsyayê bike.
“Rûsyayê hişyarî da Biden û hevpeymanên wî”
Pisporê leşkerî Vladimir Yevseyev jî li ser guhertina doktrîna nukleerî ya Rûsyayê ji Rûdawê re got:
“Guhertina doktrîna nukleerî, wekî ez têdigihêjim, hişyariyekî ye ji bo Biden û hevpeymanên wî.
Di vê qonaxê de heta 20 Kanûna Paşîn îhtîmala destpêkirina şerê nukleerî kêm e.
Trump li hemberî şerê nukleerî ye.
Rast e, rîskên aloziyê hene lê Rûsya pêşbînî nake ku çekên nukleerî li hemberî van mûşekên dûravêj bi kar bîne.
Heger artêşa NATOyê bi awayekî girseyî bikeve erdê Ukraynayê, belkî Rûsya bikaranîna wan pêşbînî bike.
Bi ya min, heta 20 Kanûna Paşîn leşkerên NATOyê bi awayekî girseyî dê nakevin erdê Ukraynayê û piştî 20ê Kanûna Paşîn jî îhtîmal pir kêm e.”
Li hemberî pêngavên Joe Biden, Putin jî doktrîna Rûsyayê ya nukleerî guherand û êdî êrişên bi çekên konvansiyonel jî bûn sedem ji bo bersivdayîna nukleerî.
Li aliyê din, Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy jî diyar kir ku dê êdî mûşek biaxivin.
Di vê navberê de hat zanîn ku di du rojên borî de Artêşa Ukraynayê bi mûşekên ATACMSê yên Amerîkî û mûşekên Storm Shadow yên Brîtanya bi tûndî êrişî Rûsyayê kirin.
Li aliyê din, Rûsya jî bi mûşekên dûravêj êrişî Kieva paytexta Ukraynayê dike.