Koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Berdereşê di rewşeke dijwar de ne

Duhok (Rûdaw) – Koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Berdereşê di rewşeke zehmet de dijîn û piraniya 22 rêxistinên navdewletî û navxweyî yên ku pêştir alîkariya xelkê kampê dikirin, ji dema derketin û belavbûna vîrusa Coronayê, alîkariyên xwe dane rawestandin.

Li Kampa Berdereşê li sînorê parêzgeha Duhokê, 3,766 kes ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ew salek e ku di rewşeke zehmet de dijîn. Pêştir 22 rêxistinên navxweyî û navdewletî li kampê bûn û alîkariya xelkê li kampê dikirin, lê piştî belavbûna pandemiya Coronayê, piraniya wan karên xwe dane sekinandin û alîkariyên xwe yên bo penaberan rawestandine.

Malbateke 5 kesî ku du zarokên wan ê keç xwedî pêwîstiyên taybet in û bavê wan jî nexweş e û li nexweşxaneyê ketiye, li wê kampê dijîn û tenê Selam, alîkariya malbata xwe dike.

Selam Hisên ji Rûdawê re behsa rewşa malbata xwe û penaberên li Kampa Berdereşê dike û dibêje: “Rewşa me gelek bi zehmet e, bavê min, dayika min û herdu xûşkên min nexweş in, em pênc kes in, ez tenê alîkariya wan dikin û çi karek di destê min de nîne. Ev salek e ne kesekî alîkariya me kiriye û ne rêxistinek bi ser me de hatiye, em bi zorê jiyana xwe derbas dikin.”

Her penaberek mehane tenê 22 hezar dînaran ji bo dabînkirina xwarinê werdigirin. Ew pere gelek kêm e p têra mesrefê nîvê mehekê ya malbatekê nake.

Bêdar Celal, penaber ji Rûdawê re dibêje: “Erzaqê me qut kirin, beriya niha birinc û zeyt jî didane me, em pênc kes in û 110 hezaran werdigirin, têra me 10 rojan jî nake û serê mehê em deyndar derdikevin.”

Serpireşta Kampan li Duhokê, Menal Mihemed jî ragihand: “Bandoreke mezin li awareyan bûye û ew karê niha jî tê kirin, ne di asta pêwîst de ye, ew jî rêgirî gelek in, yek ji wan pandemiya Coronayê ye û piraniya rêxistinan, berê xwe dane parêzgeha Neynewayê û li wê derê kar dikin.

Pêştir 20,000 penaber li Kampa Berdereşê bûn, lê niha 834 malbat ku 3,766 kes dike, li wê kampê mane.