DÎBEYT - Sedemên daketina rêjeya dengên HDP-YSPê çi bûn?

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi logo û navê Partiya Çepên Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bû di wan hilbijartinan de li gor sala 2018an derdora ji sedî 3ê dengên xwe kêmkirin. Rûdawê di dîbeyteke taybet de ligel parlamenterekî YSPê û akademîsyen û şîrovekarên siyasî da pey sedemên daketina dengên YSPê.

Akademîsyen û Şîrovekar Mesut Yegen sedema sereke ya daketina dengên HDPê bi avanekirina siyaset û gotinek nû ya HDPê ya  li hember dengderan ve girêda. Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û Şîrovekarê siyasî Vahap Çoşkun jî di wê bawerê de ye ku  HDPê bi destê xwe ji xwe re hinek alternatîfên weke CHPê û Partiya Karekerên Tirkiyê (TÎP) li dijî xwe çêkirine bi vê jî li metropolên Tirkiyê gelek dengderên ku berê deng didan HDPê di 14ê Gulanê de dengê xwe dane wan partiyan û ev jî bûye sedem ku HDP wate YSP li metropolên mezin gelek dengan ji dest bide. Parlamenterê YSPê yê Amedê Serhat Eren ku 14ê Gulanê hatiye hilbijartin jî li hember van rexneyên li dijî HDPê û partiya xwe dibêje, “Piştî 28ê Gulanê şaşî, kêmasî û xeletiyên me li ku bûn, heta niha me li ku xeletî dikir, di ziman û daxwaz û têkiliyên gel de em li kuderê ketin kêmasiyê û xeletiyên me di kîjan mijaran de hebûn, em dê van hemûyan nîqaş bikin, binirxînin û di dawiyê de ji raya giştî re eşkere bikin.”

14ê Gulana 2023an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên Parlamenterî û Serokkomariyê hatin kirin, lê encamên hilbijartinan ne bi dilê gelek aliyan bûn. Ne berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û ne jî berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan di hilbijartinên Serokkomariyê de ji sedî 50 kom yekê dengan bidest xistin û ew hilbijartin ji bo gera dûyem ma. Beşek ji partiyan jî di hilbijartinên Parlamenteriyê de rêjeya dengên xwe û hejmara kursiyên xwe yên li Parlamentoyê kêm kirin,  ya herî diyar jî Partiya Çepên Kesk (YSP) bû ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber doza girtinê bi nav û logoya wê beşdarî hilbijartinan bû ku  piraniya dengderên wê Kurd in.

YSPê di hilbijartinên 14ê Gulanê de  ji sedî 8.8ê dengan bi dest xistin û tenê 62 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misoger kirin ev di demekê de ye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên sala 2018an de bi ji sedî 11.8ê dengan 67 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misogerkiribûn. Rûdawê li ser daketina dengên YSPê di hilbijartinên 14ê Gulanê de dîbeytek taybet saz kir û li sedemên daketina rêjeya dengên YSPê û kêmbûna hejmara kursiyên wê yên li Parlamentoyê  geriya. Roja 18ê Gulana 2023an Parlementerê YSPê yê Amedê Serhat Eren, Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û Şîrovekarê Siyasî Vahab Coşkun û Akademîsyen Mesut Yegen di bultena Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de mêhvanên Hêvîdar Zana bûn û pirsên wê yên li ser daketina dengên YSPê û siyaseta HDPê ya di van salên dawî de bersivandin.

Rûdaw: Ez dixwazim ji stûdyoyê ji Mesut Yegen destpêbikim, mamoste te berî niha gotiye ku  di hilbijartinan de herkes qezenc dike, lê Kurd qezenc nakin û ti qezenceke Kurdan dê di vê hilbijartinê de nebe. Ji bo çi tu gihiştiyî encameke wiha? Tu dikarî ji me re behs bikî. Kurd çima di hilbijartinan de qezenc nakin?

Akademîsyen û Şîrovekar Mesut Yegen: Destpêkê eger min encamên îro yên hilbijartinan dîtîbûna, min dê gotinên xwe yên li ser vê mijarê bihêztir gotibûna. Me pêşbînî dikir ku YSP û HDP ewqas dengan ji dest nedin. Lê pêşbîniya min ev bû eger HDPê ji vê zêdetir deng bidestxistibûna, ti sûdeke zêde ya vê encamê bo Kurdan nedibû. Kurdan dawiya dawî dê hilbijartin bi Kemal Kiliçdaroglu dabûna qezenckirin û dê Erdogan şandiban. Wate Kurd dê biban aktorên sereke yên guherîna desthilatê, lê ti sûdeke zêde ya vê yekê nedigihişt Kurdan. Min ev yek digot, lê ez vê  ne tenê  îro dibêjim. Ev demek Kurd aktorên bi bandor in, di warê hejmara dengderan de,  lê di ware encamên siyasî de, mixabin mexdûrên siyaseta Tirkiyê ne. wate ti destkeftek girîng bidest naxin.

Rûdaw: Sedema vê yekê çi ye? Aktora sereke ya ku li ser nave Kurdan siyasetê dike HDP ye, niha jî YSP ye. Siyaseta şaş ya HDPê dibe sedema vê yekê yan jî şaşî di ku de ye? Çima Kurd qezencekê ji van dengên xwe bidest naxin?

Akademîsyen û Şîrovekar Mesut Yegen: Nemaşandina siyaseteke rast a HDPê bi tena serê xwe faktorek girîng e. Lê  bi tena serê xwe ne bi vê mijarê re peywendîdar e. Em hemû dibînin ji sala 2015an ve, Tirkiye li hember HDPê  siyaseteke givaşê ya zêdeyî hed bikartîne. Nahêle Kurd nefesê bistînin, eşkere ye ku ev yek jî di sernekeftina HDPê de rol dibînin, lê ez di wê bawerê de me ku sedema sereke ne ev e. Min gelek caran hewil da bibêjim, lê me dengê xwe gelek neda bihîstin, lê ez wiha jî difikirim ji sala 2015an ve, ji ber ku HDPê di esasê xwe de  gotinek nû negotiye dengderên Kurd îro  wiha deng ji dest dane. Di sala 2015an de tevgera Kurd mixabin ligel hemû hêmanên xwe têkçûnek mezin dît û piştî wê têkçûnê, helwestek guncav a li gor wê rewşa nû û siysetek nû pêşnexist. Ji ber wê jî ez dibêjim sedema herî mezin ev e. şertûmerc gelek guherîn lê siyaseta HDP xwe nû nekir. Ev sedema sereke ye, lê sedemên din jî hene. Yek ji wan sedeman HDP kadroyên guncav dernaxe pêş. Ew kadroyên ku HDP derdixe ser dike, nûnertiyeke baş a siyaseta HDPê jî nakin ku ji sala 2015an ve dimeşîne. Lê a ji vê jî girîngtir bi taybetî, di navbera      dengderên li parêzgehên Kurdan û kesên nûnertiya HDPê dikin de, cûdahiyek mezin çêbûye. Ji ber wê jî HDPê pirsgirêkeke kadroyê jî heye. Lê weke min got ez difikirim ku sedema ji destdana dengan sedemên destpêkê ne.

Rûdaw: Mamoste Vahap Coşkun tu dê di derbarê vê mijarê de ji me re çi bibêjî. Birêz Mesut Yegen balkişand ser nûnebûna siyaseta HDPê û got HDPê nikaribû bi siyasetek nû derkeve hemberî dengderên xwe û nikarîbû kadroyên ku kadroyên bibin bersiv erkdar bike û encamp jî li holê ye. Hûn jî di wê bawerê de ne gelo? Wekî din kêmasî di ku derê de bûn ku Kurd motîve nebûn û neçûn ser sindoqên dengdanê?

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û Şîrovekarê Siyasî Vahap Çoşkun: Erê wek kekê Mesut destnîşan kir sedema mezin, HDPê ji 2015an heta îro siyaseteke nû ava nekir. Şert û mercên Tirkiyê û siyasetê  hatin guhertin ji bo vê jî siyaseteke nû bo HDPê lazim bû, lê HDPê ew siyaseta nû ava nekir. Li dawiyê ma, dema li dawiyê jî ma jî piştgiriya dengderên xwe jî ji dest da. Sedama herî mezin jî ev e. Sedem ew bû ku HDPê peyveke nû negotiye. Divê li ser vê gelek baû bifikire. Li aliyê din jî sedemên girêdayî vê hilbijartinê jî hene. Sedema mezin ne nûkirina siyasetê ye lê sedemên din jî hene. Wate em dikarin 14ê Gulanê ve girêbidin. Ya yekem di vê hilbijartinê de, benda hilbijartinê daket, berê ji sedî 10 bû, aniha ji sedî 7 e. Ez bawer dikim vê yekê hem rêveberiya HDPê û hem jî motîvasyona HDPê hinekî têkda. Wate dema benda hilbijartinê ji sedî 10 bû, HDPê û hem jî rêvebriya wê û dengderên wê gelek xwedî li hilbijartinê derdiketin. Nedixwestin dengek vala here, lê dema benda hilbijartinê daket ji sedî 7ê hestek wiha çêbû ku HDP çawa be dê benda hilbijartinê derbas bike, vê hestê jî bo HDPê rewşek nerênî derxist hole. Em vê niha dibînin. Ya dûyem jî HDP li metropolên Tirkiyê, êdî zelal e ku gelek deng winda kiriye û ev dengder çûne û dengê xwe dane partiyên din, dibe ku dabin CHPê, yan jî Partiya Karkerên Tirkiyê, di hilbijartinên berê de  deng didan HDPê lê vê hilbijartinê ji 4 kesan yekê deng nedan HDPê. Ev yek jî pirsgirêkekî gelek mezin e. ji ber ku HDP hejmareke gelekî zêde ya dengên xwe ji metropolên Tirkiyê distîne. Eger hûn li wan deran dengên xwe kêm bikin, ev yek bo pêşeroja we jî metirsiyekî gelekî mezin e. divê hûn li ser vê gelek baş bifikirin. Sedema sêyem jî ez bawer dikim, Hevpeymaniya HDPê bû.

Rûdaw: Birêz Coşkun kêmbûna vê yekê, berbijêr bûn? Berbijêrên ku HDPê li bajarên mezin ên Tirkiyê danîbûn, ne bi dilê xelkê bûn? Nikarîbûn xelkê motive bikin û bibin ser sindoqan yan jî çibû sedem ku li bajarên Tirkiyê dengên HDPê ewqas daketin?

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û Şîrovekarê Siyasî Vahap Çoşkun: Em dikarin van hemûyan wek sedem bibêjin. Yek nerazîbûna ji vê siyasetê. Ya dûyem hin namzet ne li gor dilê xelkê bûn. Sêyem alternatîf ji bo wan derketin ji ber ku berê bê alternatîf bûn. Lê ji 2018an û şûnde HDPê bi destê  xwe alternatîf ji bo dengderên xwe çêkir. Wek mînak di wê hilbijartinê de, namzetên CHPê piştgirî bo van hat dayîn. Yên ku çûn CHPê hinek ji wan vegeriyan û hinek ji wan jî li wir man. Li aliyê din berê ligel TÎPê bi yek lîsteyê ketin hilbijartinê, lê îro lîsteya wan ji hev cûda bû. Vê carê jî yên berê deng dabûn HDPê vê hilbijartinê de deng nedan. Wate hem kêmasiya siyasetê hebû, hem kêmasiya namzetan hebû û hem jî alternatîfên nû  derketibûn û ji bo vê jî dengên HDPê li metropolan gelekî kêm bûn. Sedemek din jî Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bû. Îro em bifikirin hilbijartin qediyaye, em dikarin, mijarê baştir binirxînin. Îro em vê pirsê bikin: vê hevpeymaniyê çi bo HDPê anî? Berî hilbijartinê jî baweriya min ew bû ku ev hevpeymaniya HDPê ava kiriye ti sûdekê nagihîne HDPê û berovajî dê gelek zererê bide HDPê. Îro dema em li encamên hilbijartinê dinêrin, vê siyaseta hevpeymaniya HDPê ti sûdek bo HDPê neaniye û zerereke mezin daye wê.

Rûdaw: Birêz Coşkun spas em dê careke din vegerin cem te. Ez têm cem birêz  Mesut Yegen careke din. Dema em berê xwe bidin vê encamê em dikarin bibêjin Kurd êdî ji çûna Parlamentoya Tirkiyê û dîtîna çareseriyekê li Parlamentoya Tirkiyê bêhêvîbûne. Wate hêviya Kurdan nemaye li parlametoyê çareseriyek ji bo pirsgirêkên wan yên maf û azadiyên bê dîtin? Kurd êdî dibêjin ev 30 sal in em diçin parlamentoyê, me tiştek bisernexist û me ti gavek ber bi pêş ve neavêt wê demê em çima diçin ser sindoqê, gelo rewş gihiştiye vê astê?

Akademîsyen û Şîrovekar Mesut Yegen: Ez di wê bawerê de me ku hîn negihiştiye wê astê. Ji ber wê jî ez di wê bawerê de me ev têkçûna dawî dê di siyaseta Kurdî de bibe sedema nûbûnekê. Ji ber wê jî siyseta Kurdî dê  careke din li rêyên wê yekê bigere ku parlamentoya Tirkiyê careke din li ser siyasetê girîn bike. Ji ber wê jî ez ne di wê bawerê de me ku Kurd ji siyaseta navendî ya Tirkiyê qût bibin. Ez bawer nakim ku ev yek dê di demek nêzîk de jî pêk bê. Parlamento  dê bo Kurdan girîng be lê li ser beşdarbûna vê siyaseta vê parlamentoyê Kurd teqez dê careke din bifikirin. Weke ku tê zanîn pirsgirêkeke girîng a siyaseta Kurd jî destesekirina qeyûman û hiştina wan a di girtîgehê de ye. Kurd li ser wan  jî nikarin nûnertiya xwe  bikin. Wate li ser şaredariyan jî nikarin nûnertiya xwe bikin. Di demek wiha de girîngînedayîna Parlamentoyê jî ne metirsiyek wiha ye ku Kurd ji ber çavên xwe biavêjin. Ji ber ku wê demê qet dê nikaribin dengê xwe bidin bihîstin.

Rûdaw: Dibe ku ji Kurdan re baştir be ku xwe ji Parlamentoyê bi temamî qut bikin. Wate bibêjin xilas û bibin sedem ku êdî siyaset asê bibe û nikaribe hikumet pêk bê. Wê demê dibe ku daxwazên Kurdan bên qebûlkirin?

Akademîsyen û Şîrovekar Mesut Yegen: Şopandina siyaseteke girîngîdayîna Kurdan bi  mijara pirsa Kurd û daxwazên wan dê baştir be ez ligel vê yekê me. Eger vê bikin û hewil bidin nûnertiya vê li Parlamentoyê bikin dê baştir be. Ez ne di wê bawerê de me ku  qûtbûna ji Parlamentoya Tirkiyê dê sûdekê bigihîne Kurdan, lê eşkere ye ku siyaseta Tirkiyebûnê zêde kar nake. Sedem jî ev e  niyeta Kurdan bi Tirkiyeyîbûnê heye, lê têgehiştinek wiha çêbûye ku hevpeymanên siyaseta Kurd yên li Tirkiyê zêde niyeteke Tirkiyeyîbûnê nîne. Yan jî hejmara yên ku niyeta wan a Tirkiyeyîbûnê hene gelekî kêm in. Yan jî nikarin xwe bigihînin hêzeke wiha ku sûdekê bigihînin Kurdan. Ji ber wê jî divê ev tespît bên kirin û siyaseta Kurd zêdetir giraniyê bide ser daxwazên Kurdan û pirsa Kurd û bi vî awayî amadebûna hilbijartinên Parlamenterî û şaredariyan dê baştir bibe.”

Rûdaw: Yanî bi nêrîna te çi bidin pêş baştir e, kîjan meseleyan ji bo Pirsa Kurd derxin pêş baştir e?

Akademîsyen û Şîrovekar Mesut Yegen: Jixwe ev demek dirêj e em van dizanin û li ser diaxivin. Niha tişta herî zêde di rojeva me de bê guman berdana parlamenteran û kesên hilbijartî ji girtîgehan e. vegerîna şaredaran bo ser erkê xwe ye. Lê di pirsa Kurd de em hemû jî dizanin ku meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê û rêvberiya xwecihî heye. Kurd ev 100 sal in dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Dixwazin berdewamiyê bi çanda xwe bidin. Ji bo vê jî perwerdeya bi zimanê dayikê şert e. Herwiha Kurd derdora 100 sal in bi awayekî dixwazin xwe  ji navçeyên xwe birêvebibin. Ev dû daxwaz in. Ev herdû daxwaz jî demekê dirêj hatin gotûbêjkirin. Herkes kêm zêde dizane ku Kurd çi dixwazin. Lê siyseta Kurd siyaseta Tirkiyê razînekiriye ku ev daxwazên wan daxwazên asayî ne. Beşeke vê bi siyasta Tirkiyê ve peywendîdar e, lê beşa herî zêde jî bi hînbûnên dewleta Tirkiyê û zîhniyeta aktorên siyasî yên Tirkiyê ve peywendîdar e.

Rûdaw: Mamoste Vahap ez dê vegerim cem te. Nerîneke din jî ew e dibêjin ku bi taybetî piştî “Şerê Xendekan” HDPê muhasebeyeke baş nekir. Bo mînak kesek xwedî li wê şikestinê derneket, kesekî ti hesab neda xelkê û HDPê xwe di nava dû blokên serekî de ku bloka desthilat û opozîsyonê bû xwe di nava wan de asê hişt. Nikarîbû ti qezencekê ji herdû aliyan werbigire, xwe mehkumî aliyekê kir û ji ber vê yekê jî Kurd bêhîvîbûn. Ji ber vê jî piraniya wan an jî rêjeyeke diyar a wan neçûn ser sindoqan. Tu vê rewşê çawa dinirxînî? Baştir bû HDP di van hilbijartinan de xeteke sêyemîn bide berxwe li şûna ku piştgiriya blokekê bike?

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û Şîrovekarê Siyasî Vahap Çoşkun: Ji sala 2015an û şûnde diviyabû HDPê muhasebeyekî girîng  û kûr kiriba.  Me li ku xeletî kir, daxwaza millet çi ye, em dê çawa siyaseta xwe biguherin…. Lê piştî 2015an û şûnde ev muhasebe ji aliyê HDPê ve nehat kirin. HDPê li dijî desthilatê siyaseteke tûnd meşand û di vê yekê de mafdar bû jî. Lê gel derbarê vê yekê de çi dibêje û li ser vê yekê jî peyveke nû ne derxist hole. Hûn dikarin dijî desthilatdarî û rêveberiyê bisekinin û ev yek jî siyasetek rewa ye û piştevanên we dikarin vl tehekum jî bikin ev yek rast e, lê ev yek dengê we zêde nake û zemîna we mezin nake. HDPê ev yek nedît ji bo wê jî ev muhsebaya ku wê demê nekiriye divê îro bike. Piştî 2023an û şûnde û vê hilbijartinê divê vê muhasebeyê bike. Dema min  li siyaseta HDPê dinerî, fikra min ew bû; HDP 2 heb sindoq hebûna û dû heb sindoq hatbûna pêşiya gel, yek jib o parlamentoyê bû û yek jî ji bo Serokkomariyê bû, HDPê diviyabû berî hilbijartinê 2 salan,  siyaseta xwe tayînkiriba. Ew çi bû? Ji bo parlamentoyê jixwe pêdiviya HDPê bi hevûpeymaniyê tinebû, ew bixwe dikarî bikeve parlamentoyê. Dê ev yel deklere kiriba em ne li cem desthilatdariyê, ne jî cem opozîyonê em dê serbixwe bikevin vê hilbijartinê. Ji bo hilbijartina Serokkomariyê jî HDPê dikarî rêya xwe tayînkiriba. Yanî gotiba namzetê me heye, em dê bikevin vê hilbijartinê û em di vê hilbijartinê de  bikarin çiqas zêde dengan bistînin, em dê ji bo vê yekê têbikoşin. Piştî hilbijartinê dê rewşeke nû derkeve holê û em dê li gor vê rewşê, siyaseta xwe diyar bikin. Dikarî ev yek gotiba. Lê HDPê, 2 sal zêdetir e gelek bi partiyên opozîsyonê vex we girêda. Yanî siyaseta xwe bi wan ve girêda. Me di hilbijartinên şaredariyan de ev yek dît, piştî hilbijartinên şaredariyê jî ev siyaset berdewam kir. Helbet dikare bê gotin ku desthilatê siyaseteke ewqas tûnd li dijî HDPê dimeşand ku HDPê ti derfeteke din nebû, dikarin vê bibêjin, lê dema hûn  xwe bi opozîyonê ve girêbidin, dema opozîsyon ji we piştrast be, bizane hûn dê di her şertûmercan de li pişt opozîyonê bisekinin, wê demê opozîsyon jî bi we re muzakereyekê nake. Jixwe dibêje HDP li pişt me disekine.

Rûdaw: Birêz Serhat Eren Parlamenterê YSPê ligel me ye dixwazim biçim cem wî jî. Piştî van rexneyan ka dê ji me re çi bibêje. Ji bo çi HDP yan jî YSP mecbûr ma bi stratejiyeke ku dawiya wê diyar bû dê zêde ne serkeftî be, ket hilbijartinê û guh neda dengderên xwe jî birêz Eren. Dengderên HDPê ji destpêkê ve rexne dikirin digotin, em vê hevpeymaniyê û vê siyasetê qebûl nakin ji ber ku şaş e, kesekî guh neda wan. Çima HDPê xwe mecbûr dît ku bi vê stratejiyê bikeve hilbijartinan?

Parlamenterê YSPê yê Amedê Serhat Eren: Ez destpêkê vê bibêjim, em ne mecbûrî ti siyastekê bûn, me di sala 2021an de belgeyek eşkere kir, me di wê derê de got em dixwazin pirsgirêkên sereke yên li Tirkiyê kî çareser bike û em ji bi çareseriya vê ligel kê bên ba hev û bi me re hevdîtinê bike, em dê di vê rêyê de bimeşin.  Me di 27ê Îlona 2021an de, me deklerasyona xwe eşkere kir. Jixwe di deklerasyonê de, pirsgirêkên sereke hebûn. Me jî dixwest kîjan serokkomar, yan jî partî, van pirsgirêkên sereke çareser bikin, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, bi me re hevdîtinê bikin, rê û deriyê me ji wan re vekiriye. Lê em mecbûrî ti siyasetekê nebûn ez vê bînim ziman. Em di serî de jî got, em rêya sêyemîn dimeşînin. Di aliyekê de desthilatdariya faşîst, zilm û zordariya xwe li ser gelê Kurd dimeşîne, bi hezaran hevalên me xistine heps û zindanan, îradeya gelê me zeft kiriye, dest danîne ser şaredariyên me û dibêje hûn nikarin xwe birêvebirin. Hûn ne layiqî rêveberiyê ne. Di aliyekê de ev zilm û zordarî li ser me dimeşandin, bi êrîşên hovane nêzîkî me dibûn. Di aliyê din de jî yên ku pirsên sereke yên Tirkiyê û pirsa  Kurd çareser bikin Tifaqa Millet jî bi esasî nêzîk nedibû. Me jî digot rêya sêyemîn. Em desthilata faşîst jî qebûl nakin û em zîhniyeta restorasyonê jî qebûl nakin. Rêya me rêya sêyemîn e û rêya gel e. rêya jin û ciwanan a li dijî şerê qirêj e. ji bo wê jî em di xeta sêyemîn de diçin.

Rûdaw: Lê birêz Eren hûn li ser vê xeta sêyem jî neman we piştgirî da Kiliçdaroglu û CHPê?

Parlamenterê YSPê yê Amedê Serhat Eren: Belê ez vê bibêjim, derbarê partiya me de doz hebû, ew doz demek dirêj berdewam kir, me jib o ku biryara derbarê partiya me de bimîne piştî hilbijartinê me sê caran, serlêdan kir, lê dadgeha destûrê ev daxwaza me red kir. Piştî wê em mecbûr man li ser Partiya Çepên Kesk bikevin hilbijartinê. Dema me biryar da li 11 bajaran erdhej çêbû, ev demek dirêj berdewam kir, piştî wê jî di vê erdhejê de nerast bû ku em bibêjin em namzetê xwe derdixin û xebata xwe ya hilbijartinê dikin. Lê dawiyê de rojjimêra hilbijartinê eşkere bû, piştî wê jî hinek temasên me çêbûn ya rast, me bi tifaqa Millet re jî xeber da, me bi Kiliçdaroglu re jî xeber da û em civiyan, me ji bo mijarên sereke yên çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyê me gotbûje kir. Sekna me ev e kî ji bo demokrasî, aşitî û azadiyê gavekê biavêje, em ne li dijî ti partiyan in. em dibêjin kî gavekê biavêje em bi wan re dicivin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikarin gotûbêjê bikin. Lê Tifaqa Cumhur rê û rêbaz nehiştin. Em jî bi Tifaqa Millet re dest bi gotûbêjan kir.

Rûdaw: Niha berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan daxwazên we qebûl bike, hûn dê pê re rûnin?

Parlamenterê YSPê yê Amedê Serhat Eren: Em hergav vê dibêjin, kî daxwazên gelê me qebûl bike, deriyê me ji wan re vekiriye, em dikarin bi wan re hevdîtinê bikin. Em deriyê xwe ji ti kesekî re nagirin. Lê nêzîkatiya wan ne bi vî awayî ye. Yanî kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser tinebûna zimanê Kurdî û çanda Kurdî avakiribûn. Di kampanyaya wan de li ser mijara demokrasî, azadî û aşitiyê ti tiştek xuya nedikir. Li mîtîngan jî ti peyamek derbarê pirsa Kurd û aşitiyê de nedidan. Ti çîrokek wan nemabû. Yek çîroka wan mabû, ku li dijî kampanyaya xwe ava bikin. Yanî ji me re çi digotin, digotin ev terorîst in û mirov bi van ra narûne. Ev li dijî me ne û ev neyar in. Kampanyaya xwe hemû li ser me avakiribûn. Gelê me jî vê nêzîkatiyê dibîne. Ti deriyek ji me re venekirin û deriyên xwe girtin. Ji ber wê jî em dixwain ev desthilata faşîst ku bi dijminî nêzîkî gelê me dibe, têkbiçe. Em nabljin dê Kiliçdaroglu bê û dê bibe bihar.

Rûdaw: Dê HDP ji îro û şûnde siyaseteke  çawa bide berxwe? Piştî van rexneyên hem ji alîgiran û hem jî pisporan û civînên ku di nava xwe de kirine? Gelo  hûn dê piştî vê hilbijartinê şikestina xwe qebûl bikin û dest bi guhertina siyaseta xwe bikin?

Parlamenterê YSPê yê Amedê Serhat Eren: Belê jixwe rojekê piştî hilbijartinê, hevserok û hevberdevkên me, daxuyanî dan. Wan jî got, piştî 28ê Gulanê hilbijartina Serokkomariyê, em dê bicivin, em dê destpêkê bi gelê xwe re werin cem hev. Em dê bi sazî û dezgehên xwe re werin ba hev, em dê ligel saziyên sivîl bên ba hev û biêjin me li kuderê kêmasî kir û kêmasî çi ye. Em dê van nîqaş bikin û binirxînin. Di dawiyê de jî ji bo polîtîka û zimanê xwe, em dê strastejiyek nû ava bikin û em dê li rêya xwe binêrin. Ez dikarim van bibêjim. Erê sedem ne yek in, gelek sedem hene, lê beriya 28ê Gulanê derfeta wê nîne em niha xeber bidin, lê piştî wê  xebat, moral û motîvasyon ji me re lazim e. Ji ber wê jî em niha nawazin derbarê encaman de di televîzyonan de ji gel re biaxivin, lê em dê destpêkê de ligel gelê xwe bên ba hev. Piştî 28ê Gulanê em dê vê yekê bi raya giştî re jî parve bikin. Şaşî, kêmasî û xeletiyên me li ku bûn, heta niha me li ku xeletî dikir, di ziman de di daxwaz û têkiliyên gel de em li kuderê ketin kêmasiyê û xeletiyên me di kîjan mijaran de bûn, em dê van hemûyan nîqaş bikin, binirxînin û di dawiyê de eşkere bikin. Em dê hem stratejiyeke nû hem ji bo parlamenteriyê û tê zanîn mesa azadiyê ne tenê li parlamentoyê, li gelek cihên din qadên tekoşînê hene em dê hemûyan bihevre binirxînin û derbarê wê de em dê polîtîkayeke nû ava bikin. Em dê rê û rêbazên nû bibînin û li gor wê tevbigerin.

Rûdaw: Birêz Eren ez dixwazim vê jî bipirsim hevpeymaniya we ya Ked û Azadiyê ya ligel çepên Tirkiyê bû sedema gelek rexneyan, Bo mênak TÎPê 4 berbijêr derxistin û piraniya wan bi dengê dengderên we derxistine, li gelek bajarên din jî zerereke zêde da we. Di navbera we de jî nakokî hebûn, li ser meseleya lîsteyê, hûn vê yekê çawa dibînin? Hûn qebûl dikin ku şaşiyek bû? A dûyem jî hûn jib o CHPê ji dengderên xwe re dibêjin piştevaniya Kiliçdaroglu bikin, lê Bedran Ozturk li Amedê derket pêşberî xelkê û got CHPê komkujiya Zîlanê û Dêrsimê  kiriye, em deng nadin wan. Ev li cem xelkê nakokî bûn û hinekî dûdilî çêkir. Hûn dê çawa van pirsgirêkan çareser bikin?

Parlamenterê YSPê yê Amedê Serhat Eren: Derbarê Tifaqa Ked û Azadiyê de jî, bi rastî kêmasiya me jî heye, em vê qebûl dikin, tifaq ne tifaqa bo hilbijartinê bû, ev tifaq ji bo avakirina xeta têkoşînê bû li Tirkiye û Kurdistanê,  lê ev kêmasiya me ye ku  derbarê tifaqan de, me gelê xwe razî nekir. Ev tifaq çi ye, mijar û armancên wê çi ne lazim e me gelê xwe derbarê vê de razîkiriba. Lê ev jî kêmasiya me bû. TîP û hinek partiyên di nav tifaqê de hinek daxuyanî dan û ji bo hilbijartinan jî  nêzîkatiya wna ne bi dilê me bû bi rastî. Me bi vî awayî nedixwest lê wan bi vî awayî eşkere kir û bi vî awayî ketin hilbijartinê.

 

Ji aliyê Ferdî Sak ve hate nivîsandin