Li Kampa Domîzê av bi dest penaberan nakeve

Duhok (Rûdaw) - Ev dema 8 salan e ku penaberên rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Domîz, ji ber kêşeya kêmaviyê dinalin, di werzê havînan de her çar rojan carekê ew jî tenê 45 xulekan ava wan tê. Piranya wan rojane bi tankeran avê peyda dikin, ku ew jî tenê têra çend saetan dike.

Hikûmeta Almanya ji destpêka salê ve dest bi projeyeke avê li navçeya Feydiyê kiriye û biryar bû 200 hezar ji xelkê navçeyê û penaberên Rojavayê Kurdidstanê sûdê jê bibînin, lê heya niha penaberan ti sûdek jê nedîtiye.

Hêvên Mihemed xelka bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku niha li Kampa Domizê penaber e, dibêje direngiya şevê av ji bo wan hatiye lê niha tankên wan vala bûne û ew neçarin avê bikirin.

Penabera Rojavayê Kurdistanê li Duhokê Hêvên Mihemed got: “Carna sê rojan û carna jî çar roja carekê av tê ew jî tenê 45 xulekan tê û têra me nake.”

Rojane piraniya xelkê kampê bi tankeran avê dikirin. Bo her tankeka avê 1500 dînaran diden û têra çend saetan dike. Carna tanker ber hemiyan jî nakeve û ava tankeran bi kêr vexwarinê jî nayê  û neçar in bo vexwarinê jî avê bikirin.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Fadî Silêman jî got: “Hin hene du rojan carekê dikirin û hin hene sê rojan carekê avê dikirin. Em ava vexwarinê jî rojane dikirin.”

Penaberî Rojavayê Kurdistanê Êzedîn Hesen jî got: “Ev muberîdê îro ji ber nebûna avê kar nekiriye. Em 9 kes in pêwîstî bi şûştina cilûnergan heye û divê zarok serê xwe bişon, ka bermileke avê têra çi bike û têra çi neke.”

Penabera Rojavayê Kurdistanê Xezal Ebdullah jî got: “Ez û keça xwe tenê ne, dema av were têra me dike, lê av nîne. Em diçin ji dikanên dikirin û carna bi destnimêja xwe dikin.”

Di despêka îsal de hikûmeta Almanyayê projeyê ava Feydiyê vekir biryar bû 200 hezar kes sûdê jê bibînin ji xwecihên nahiya Feydiyê ligel penaberan, lê heta niha ti sûdê wê ji bo penaberan nebûye.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Bersivdana Krîzan li Duhokê dibêje, heta niha ew proje temam nebûye.

Berpirsê Ragihandina JCCê Karwan Zekî got: “Kampa Domîzê dê di çaroveya projeyê de sûdê werbigire, lê heta niha proje bidawî nebûye. Ji ber vê yekê pirsgirêka kêmaviyê heye.”

Li Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê, 9 hezar û 884 penaber dijîn ku dike 2 hezar û 37 mlbat.