Şanda KCDê serdana ofîsa parêzerên Ocalan kir

Stenbol (Rûdaw) - Şandeke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji herdû hevserok û endamên wê pêk dihat, bi boneya salvegera girtina Abdullah Ocalan serdana ofîsa parêzerên Ocalan kirin.

 

Parêzerê Ocalan û Hevserokê KCDê Bedran Ozturk di derheqê pêvajoya girtina Ocalan de û rewşa wî ya di zindanê de agahî dan.

 

Hevseroka KCDê Leyla Guven ku bi şanda pê re seredana Ofîsa Hiqûqê ya Asrin a ofîsa parêzerên Ocalan kir, di derbarê salvegera girtina Ocalan de ji Rûdawê re ragihand, ku pêşbiniyên Ocalan niha li Rojava têne pratîzekirin û diyar kir, ku gelek kesayetan ji bo Kurdistanê ked dane û got: “Di serî de Mele Mistefa Barzanî ku mirov wî bîr bîne, ji bo gelê xwe çi kir - çi nekir, dîsa Mam Celalê Kurdan ku niha jiyana xwe ji dest daye, em bi rêzdarî wî bi bîr tînin û dîsa Birêz Barzanî, her yekî ji wan, ji aliyekî din ve xebat meşandine.”

 

Guven herwiha destnîşan kir ku Ocalan bi komployeke navnetewî hatiye girtin û 20 sal e di zindanê de tê ragirtin. Guven amaje bi wê yekê kir, ku Ocalan felsefeyeke berfireh a ku berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digire afirandiye û komploya ku di 99an de li hemberî wî hatiye pêkanîn jî niha li hemberî Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

 

Guven got, ku dijberiya Tirkiyê ya li hemberî giştpirsiyê û gef û guman weke dumahiyên komploya li hember Ocalan berdewam e. Guven da zanîn ku hemû serokên kurdan, Ocalan jî di nav de jiyana xwe di ber gelê xwe de feda kirine û got: “Eger Ocalan li derve bûya, dê yekitiya kurdan pêkantir bibûya.”

 

Parlementerê Berê yê Şirnexê Selîm Sadak ku endamê KCDê ye jî di nava şandê de bû.

 

Sadak di serdanê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ku Ocalan herî zêde giringiyê bi yekitiya netewî ya Kurdan dide û ji bo ku nakokiyên navxweyî ji holê rabin jî gelekî têdikoşe. Sadak amaje bi wê yekê kir, ku eger Ocalan li derve bûya, dê hewl bida ku kongra netewî kom bibe û wî dê hevbendiyek di nava her çar perçeyan de jî pêk bianiya.