Piştî 21 salan ronahî dît

Stenbol (Rûdaw) - Jineke ji Başûrê Kurdistanê ku ji 2 saliya xwe pê ve kor bûye, piştî ku hemû umîdên wê yên dîtinê têk diçin, bi saya xêrxwazekê niha li Stenbolê derman dibe. Kaniyav Sabir Salih, ku 23 sal bi korahî derbas kirine, piştî çend neştergeriyan hatiye keviya dîtinê. Çavê wê hatiye guhertin û ew niha ronahiyê dibîne. Heta demekê jî Kaniyav çavê xwe li dîtinê vedike.

 

Kaniyav Sabir Salih ji navçeya Teqteqê ya Hewlêrê ye û di 23 sal temenê xwe de dinya ronik hîç nedîtiî ye. Behr çi ye, çiya çawa ne, ezman bi çi rengî ye, ya herî giran rûyê dayîkê çawa ye, bersiveke wê hîç nebûye.  Ew dema du salî nexweş dibe û pizîşkek derziyekê xilfika wê dixe. Pê re jî herdû çavên wê ji dîtinê bêpar ango kor dibin. Kaniyav piştî wan 23 salan, niha li asoya wê kelecanê ye ku ew dê bibîne. Çavê wê bi saya xêrxwazekê niha destpêkiriye ku ronahiyê bibîne.


Xêrxwaz Samiye Solmaz ji Rûdawê re wiha got: “Min dema çavê Kaniyavê dît, dilê min sotî. Min jî du keç hene. Bi rastî dilê min sot. Paşê ez eleqeder bûm. Min got hewceye yek alîkariya wê bike. Sibê seat 06.30 em hatin Stenbol. Min ew bir ber behrê. Kaniyav got ew bêhna çi ye? Min got ew bêhna behrê ye.Ez gelekî kêfxweşim ku yek keçike 23 salî dinyayê bibîne. Bo min her tişt e.”


Dema çavê kor dibin, pizîşkên çavan dibêjin dîtina wê êdî ne mimkûn e. Bavê Kaniyav ji zûde wefat kiriye û dayîka wê jî nexweşa pençeşêrê ye. Piştî têkçûna heviya wê ya herî mezin, 23 sal di reştariyê de û pê re jî di nava lepên şîddeta malbatê de dibihorin. Lê Kaniyav piştî xêrxwaziya Samiye xanimê, niha li Stenbolê ye û li nexweşxaneyeke taybet bi çavan û bi teknolojiyeke modern derman dibe.


Kaniyav Sabir Salih jî wiha hestên xwe anî ziman: “Welleh hestên zor bi bêumêdbûn. Lê piştî ku em hatin Stenbol ez başbûm û kêfxweş im. Welleh hesta min ew e ku weke her kesî dinya bibînim û hew.”


Kaniyav di nava zêdetirî mehekê de rêze neştergeriyek derbas kiriye. Bo çavekî wê neqla çavan hatiye kirin. Tîma pizîşkan a ku ji 25 kesan pêk tê, dudil bûye ku neştergeriya wê bikin. Lê pizîşkekî tenê biryara xwe bi erênî daye û rîskeke mezin li qeriyera xwe girtiye. Ew rîsk niha ji bo Kaniyavê bûye derfeta dîtinê û pizîşk matmayî ne. Ew heta mehekê dê karibe ta 3 metroyan bibîne. Pitir dîtina wê jî girêdayî dem û ezma Kaniyavê ye. Ku ew ezm û kelecan jî bi têra xwe pêre heye.


Pizîşkê bi navê Ercûment Bozkûrt jî got: “Dema nexweşa me ji Bakurê Iraqê (mebestî wî Herêma Kurdistanê ye) hat herdû çavan jî nedidît. Çavek bi temamî têk çûbû lê yê din li cihê xwe bû. Lê kornea çênebibû, lens û piştçav li astek xirabûn. Me got em şansê xwe biceribînin û em karibin ronahiyê bigihînin çavan. Hemû neştergerî baş derbas bû û wê ronahî dît. Ji vir pê ve maye bi xwedê lê em gelekî umîdwarin ji rewşa çavê wê. Îxtimaleke pir biçûk bû lê me ew neştergerî kir.  Û ez poşman ji nînim. Eger ew ji malbata minbiya jî min ê ew biryar bida.”


Kaniyav li vê nexweşxaneyê bûye kesek ji malê. Pêwendiya personelê nexweşxaneyê digel wê gelekî balkêş e. Xwediyê nexweşxaneyê bo çavê yê ku îxtimala dîtinê nemaye jî çavekî protez weke diyarî bi cî kiriye. Kaniyav niha li bendê ye ku bi çavê xwe yê din rûyê dayka xwe bibîne.