Li Kampa Domîzê nexweşekî ji Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê Serdar Hisên ji sala 2011an ve li Kampa Domîzê dimîne. Serdar nexweşiya hişkbûna pişkê pê re heye û daxwaza alîkariyê dike.

Serdar Hisên ê 46 salî ku penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, ev sal û nîvek e nexweşiya hişkbûna pişkê pê re çêbûye, zêdetirî 5 xulekan bê amûr nikare bêhna xwe bide, 2 sal berê emeliyata dil kiribû. Serdar Hisên di rewşeke zehmet de dijî.

Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê Serdar Hisên got, “Min ev emeliyata dilê vekirî kiriye û bandor li dilê min kiriye û leztir lêdide, bandor li mîdeya min jî kiriye û ez gelek diêşim.”

Serdar ji bo dermankirinê serdana çend pizîşkan kiriye lê roj bi roj rewşa wî xirabtir dibe û mehane bi 800 dolaran dermanan dikire.

Hevjîna Serdar, Nesrîn Elî got, “Ez tenê dixwazim ew baş be û em ê baş bibin, ev salek û nîv e em pir xerab in û em şikestin.”

Pêwîstiya Serdar bi dermankirina li derveyî Kurdistanê heye û emeliyata wî jî pereyekî pir digire.

Pisporê nefesê Dr. Luqman Emîn li ser nexweşiya Serdar Hisên got, “Herî kêm 160 heta 170 hezar dolar ji nexweş re lazim e. Ev tenê ji bo neştergeriyê ye. Piştî wê çavdêriya salane, zehmet e ku van emeliyatan bikin. Ez ji nexweşên xwe re dibêjim xwe ji wan emeliyatan dûr bigirin.”

Serdar Hisên xelkê bajarê Qamişloyê ye û ji sala 2011an ve li Kampa Domîz a Duhokê dijî. 5 zarokên wî hene, wî berê karkerî dikir lê niha wê jî nikare bike.