Alîkarê Serokê CHPê: Ger em bibin desthilatdar em dê ji bo çareseriya Pirsa Kurd gavan bavêjin

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici, derbarê wê yekê de ku eger bên ser desthilatdariyê dê çawa Pirsgirêka Kurd çareser bikin, got, “Em partiyekin ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd gavan diavêje. Dema ku em bên ser desthilatdariyê dê pêngavên me yên di vî warî de hebin. Em partiyek siyasî ne ku dixwaze pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser bike. Pirsa Kurd jî yek ji wan e.”

Şanda bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici di mehên borî de li ser navê partiya xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Salici diyar kir ku ev serdan di çarçoveya Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn de ye û diyar kir ku yekane partiya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav avêtiye, partiya wan CHP ye.

Salıcî tekez kir ku ew bi serdana xwe ya fermî ya bo Herêma Kurdistanê gelekî kêfxweş in.

Oguz Kaan Salici, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu rexne kir ku ji ber îdiaya ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de endamên PKK'ê hatine wezîfedarkirin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve teftîşeke taybet bê kirin û wiha got: “Wezîrê Karên Hundir vê gavê erkê xwe înkar dike. Ger di Şaredariya Bajarê Mezin de kesên têkildarî terorê hebin divê wezaret lêkolînê bike. Rêxistineke me ya îstixbaratê nîne.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Stenbolê Rawîn Stêrk, hevpeyvînek bi Oguz Kaan Salici re kiriye û bersiva pirsên Rûdawê dide.

Gelek Spas ji bo ku we dem veqetand. Pêşî dixwazim bi mijara germ a Şaredariya Stenbolê destpê bikim. Ger ji hêla we ve lê binirî, hikumet û wezareta navxe plana çi dike?

Tişta ku wezareta navxwe niha dike, înkarkirina berpirsiyariyên xwe ye. Dibêje li Şaredariya Stenbolê kesên ser bi rêxistinên terorî ve hene. Ger hene tiştekî wisa rast be, kesê yekem ku pê re eleqedar bibe wezîrê navxwe bixwe ye. Li şaredariyan rêxistineke me ya îstihbaratê nîn e. Ne ne ew kesin ku xwe têxin cihê dadweriyê. Em ne partiyeke wisa ne. Ji ber wê jî, ger kesek bo kar tê wergirtin, belgeya fermî dozgerî dide. Ji ber wê jî em vê mijarê weke nixumandina kêşeyên aborî û herwekîdin dibînin ku wan welat anîne wê rewşê. Di vir de jî şaredariyên me armanc girtine. Ger sibê dusbê ji bo şaredariyên me yên din jî heman tiştî bînin rojêvê em matmayî nabin. Lê kesê ku divê hemû van mijaran zelal bike wezîrê navxwe bixwe ye. Lê beriya ku tu karekî fermî bikin raya giştî hazir dikin, mijarê li derên cûda cûda diaxivin, hin tiştan bo rojnameyên nêzikî xwe dişînin. Paşê jî weke ku li şaredariyên CHP tiştên seyr û mezin hebin nîşan didin.

Hun di rewşa heyî de xetereya danîn qeyûm dibînin?

Nexêr em vê xeterê nabînin û naxwazin ku civak jî bi vê mijarê re bê meşgûlkirin. Li wê derê raya gel heye. Li wê derê şaredarekî me yê ku him jî du caran hatiye hilbijartin heye. Birêz Ekrem Îmamoglû pêywira xwe jî bi serkeftin berdewam dike. Ji ber vê, em vê yekê jî weke daberizîna kesekî erkdarkirî dibînin li hemberî kesekî ku hatiye hilbijartin.

Li Tirkiye ji xwe dabeşbûneke civakî heye ku ji hêla siyasetê ve hatiye kirin. Zimanekî cûdakar heye ku ji asta herî jor ve tê meşandin. Tirkiye di heman demê de di atmosfereke wisa de ber bi hilbijartinan ve diçe. Planeke CHP heye bo rêgiriya vê yekê û ew dabeşbûn bo rojên pêş ewê çi kêşeyan bi xwe re bîne?

Em dabeşkirina civakê ya ji hêla ayîni, etnîkî, siyasî û herwekîdin ve gelekî xetere dibînin. Dabeşkirina civakê ya bi sedema ku ji bo armancên hinekan goncav be gelekî xetere ye. Ew yek ji bo aştiya civakî ya Tirkiye jî gelekî xetere ye. Avaminiha Bereya Milet ya ji hêla CHP, İYİ Partî, Saadet û Demokrat Partiyê ve rasterast hewla dawîlêanîna vê dabeşbûnê ye.

Çaverê ye ku di rojên pêş de DEVA, Patiya Pêşerojê û Demokrat Partî beşdarî bereya we bibin. Gotegotek heye ku kesên weke Davûtoglû û Babacan jî piştî hilbijartinan, eger hun bibin desthilat hin berpirsiyariyan li xwe bigirin. Gelo nîqaşek heye ku ew jî erkdarbin yan tenê dê beşdarî bereyê bibin?

Heta niha partiya Pêşerojê û DEVA tu biryarek nedane ku beşdarî bereyê dibin. Ji ber wê ew niha ne beşek in ji bereya milet. Lê em mezinbûna bereya milet ji bo lêvegera sîstema parlementeriyê û nîqaşên hevbeş di cî de dibînin. Ne ku tenê li ser dijberiya Erdogan em bêne ba hev. Çiqas kes, partî, fikr û raman beşdarî vê proseyê bibin, bo avakirina siberoja Tirkiye jî emê ewqas bibin xwedî fersend û derfet. Ew jî dê were wateya bihêzkirina pêşeroja Tirikye.

Helbet heman tiştî em nikarin ji bo HDP bibêjin. Gelek dînamîkên cûda hene lê di nava bereyê de nîqaşek heye bê ka gelo dê temasa bi HDPê re çibe. Diyar e ku HDP beşdarî bereyê nabe. Başe lê di nava bereyê de nîqaşek jî li ser vê mijarê nîn e?

Nexêr nîne ji ber ku HDP daxwazeke ku ew jî dixwazin beşdarî Bereya Milet bibin nekiriye. Dibêjin em rêyek cûda avadikin û em ji halê xwe razîne. Dibên em bi hêza xwe beşdarî hilbijartinan dibin. Tişta ku li me bikeve jî rêzgirtin e li hember vê tercîha HDP. Ji ber wê tenê em dikarin wan partiên ku dixwazin beşdarî bereyê bibin guftigo bikin û li ser biaxivin. Ji xwe hîna em nehatine wê astê jî.

Şandeke ku serokatiya wê cenabê we dikir seredena Hewlêrê kir. Ew prose piştî vegera Hewlêrê çawa berdewam dike yan wê bike. Piştî vegera we ya Hewlêrê di ajendaya we de çi heye û we li wir çi dît. Eger hun bibin desthilat ew prose wê çawa bedewam bike û plana CHP di vê mijarê de wê çi be?

Weke hun dizanin seredana me ya Hewlêrê di çarçoveya Rêxistina Aştî û Hevkariyê de pêk hat. Helbet me dixwast seredana Bexdayê bikin lê proseyeke hilbijartinan hebû. Hilbijartin pêk hatin û hîna hikumet nehatiye avakirin. Hevkariya Aştî û Hevkariya Rojhilata Navîn ji nêrînên partiya me yên bo pêkvejiyan û aştiyê pêk tê. Ew bernameya partiya me ye û hatiye pesendkirin jî. Em aramiya li herêma xwe dixwazin. Em şerên navxwe li herêma xwe naxwazin. Em li herêm xwe kêşeyên penaber û koçberbûnê naxwazin. Em di wê fikrê de ne ku geşdariya li herêma me mezin bibe. Em naxwazin ku kêşeyên me bi ferzkirinên ji derve ve bêne rojevê. Em di wê fikrê de ne ku problem ne bi rêbazên leşkerî lê bi rê û rêbazên dîplomasiyê bêne çareserkirin. Di vê çarçovê de jî em behsa Rêxistina Hevkarî û Aştiya Rojhilata Navîn dikin ku Sûriye, İraq, Îran û Tirkiye di nav de bin. Ji bo vê divê em bibin desthilat. Divê em desthilatbin ku ew gav bi lezgînî bêne avêtin. Me weke partiyeke opozisyonê berpirsiyariya ku dikeve ser me bi cî anî. Em çûn Hewlêrê û em gelekî bi germî hatin pêşwazîkirin. Em çûn Hewlêre û em gelekî bi germî hatin pêşwazîkirin. Em gelekî xweşhal in ku em çûne Hewlêrê û emê gelekî xweşhalbin ku pêwendiyên me ji vir pê ve jî berdewam bikin. Dawiya dawî em neçarî pêkvejiyana li vê herêmê ne. Ne ku em hevûdin aciz bikin, ne ku em gefan li evlehiya hevûdin bixwin.

Em di wê baweriyê de ne ku bi mezinkirina demokrasiyê bi geşkirina refahê û pi parvekirineke adilane pêkvejiyan baştir e. Ji ber vê em çaverê ne ku pêwendiyên me bihêztir bibin. Di plana me de geşt û seredaneke ji bo welatekî din hîna zelal nebûye lê ew xebata me wê berdewam bike.

Ji bo Şamê planeke we ya zelal yan jî planekeke ku tê guftigokirin heye gelo? Birêz serokê we yê giştî behsa başkirina pêwendiyên bi Şamê re kiribû. Heta behsa seredanekê jî hatibû kirin. Dihat gotin ku şandek dê biçe Şamê. Planeke wisa heye gelo?

Niha di rojevê de planeke wisa nîn e. Lê tiştên ku em di derbarê vê mijarê de dibên li holê ne. Daxwaza me ew e ku balyozxaneyeke me hebe, kêşe bi diyalog û dîplomasiyê bêne guftigokirin û çareserkirin. Vê yekê jî ne tenê bo Şamê em dibên. Bo Misrê jî me heman tişt got. Niha desthilat hin hevdîtinan dike. Başe bo çi me 8 sal wenda kirin bi Misrê re. Madem ku ew guftigo dê bihatana kirin bo çi me 8 sal wenda kirin. Divê em bi welatên herêmê re pêwendiyan bi rêya dîplomasî û berjewendiyên hevpar dêynin. Em wê yekê dibînin ku Tirkiye bi tenê maye û daxwazên xwe jî wê nikaribe bi tenê mayîn çareser bike. Em vê yekê dibînin û li bendê ne ku desthilat jî vê yekê demildest bibîne. Lê xuya ye wê bibe nesîbê me.

Pirsa Kurd heye û divê bê çareserkirin

Eger di rojên pêş de hun bibin desthilat, helbet kêşeyeke aborî heye ku bê çareserkirin. Demeke wê heye û çareserî jî pêkan e. Li pirseke bi navê ‘Pirsa Kurd’ heye ku nehatiye çareserkirin. Helbet CHP ji ber ku di nava bereyekê de ye nikare dest biavêje gelek xalan. Di ware çareseriya pirsa kurd de, kîjan xal hene ku CHP dê karibe di nava bereyê de guftigo bike?

Ez wiha bêjim. Divê pozisyona CHP rave bikim. Ji ber ku gufitigokirina van pirsgirêkan di nava bereyê di bo demeke dirêj têne raxistin. Li hêla din ew mijar eger bere bibe desthilat û piştî bi demekê dikare bibe rojev. Em dibêjin pirsa Kurd heye û divê bê çareserkirin. Tenê CHP jî vê yekê nabêje.

Kevneşopiya me ya siyasî vê yekê dibêje. Beriya me SHP hebû, Partiya Komarî ya Gel ya beriya salên 80yî hebû. CHP sereketirîn partî ye ku li ser vê mijarê serê xwe diêşîne, lijneyên xwe bikar tîne û li çareseriyan digere. CHP xwedî ramaneke wisa ye ku pirsgirêk ne bi çareseriyên demkî û bêkêr bê çareserkirin. Lê nêrîneke xwe ya çareseriyên mayînde heye. Em ji mêje ve vê yekê dibêjin: divê ew pirs li parlemenê bê çareserkirin, bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û di nava yekitî û hevgirtina Tirkiye de bê çareserkirin. Dibe ku pêşniyazên cûda hebin di vê çarçoveyê de. Em weke CHP amade ne ku van pêşniyazan guftigo bikin. Lê çarçoveya me ya giştî ev e. Em partiyeke siyasî ne ku di vê çarçoveyê de bo çareseriya pirsa kurd gavan diavêjin û van nêrînên xwe rave dikin. Dema em bûn desthilat jî wê gavên me yên di vê çarçoveyê de hebin.

Ya rast babeta perwerdeya bi zimanê zikmakî weke şîfreyeke çareseriya pirsê bixwe ye jî. Helwêsta İYİ Partiyê ya di vê mijarê de eşkere ye. Helwêsta CHP ya ji vê cûdatir jî eşkere ye. Him nêrîna cenabê we dipirsim û him jî gelo CHP ger bû desthilat ewê ji bo perwerdeya zimanê zikmakî digel İYİ Partiyê mesaiyek hebe?

Ez vê yekê bêjim. Helbet ew mijar nehatine axaftin. Li hela din ez nikarim li ser navê İYİ Partiyê jî tiştekî bêjim. Le ez vê yekê bêjim: di çarçoveya aştiya civakî de, di nava aramiyê de, divê civak amade be bo hin guftigoyan. Em pirsa kurd tenê weke pirsa kurdan nabînin. Em weke pirsgirêka Tirkiey dibînin. Li Trakyayê jî, li Îzmîrê jî û li Colemêrgê jî dema te got çareseriya pirsa kurd divê atmosferek hebe ku herkes qayîl û xweşhal be. Divê em atmosfereke siyasî ya wiha avakin. Carina hin gavên bo başbûnê hun diavêjin lê ji ber ku atmosfer amade nîn e ew gav dikin ku hun gelekî bi paş de biçin.

Tirkiye berê jî ew rîsk tecrûbe kirine. Em partiyeke siyasî ne ku van hemû rîskan jî li ber çavan digire û dixwaze hemû kêşeyên Tirkiye çareser bike. Helbet Pirsa Kurd jî yek ji van e.