Nûnera Serokê Rûsyayê: 146 zarokên Rûsî yên DAIŞê li Kampa Holê hene

Nûnera Serokê Rûsyayê ji bo karûbarê zarokan Ana Kûznetsova ragihand, ku testa DNA ji 80 zarokan li kampa Holê kirine û belgeyên wan jî amade kirine ji bo ku vegerin welatê xwe.

Ana Kûznetsova ji Rûdawê re tekez kir, ku heta niha 146 zarokên Rûsî yên DAIŞê li kampa Holê dimînin û pirsgirêka wan ew e, gelek ji wan zarokan li Sûriyê û di dema tevlîbûna dayik û bavên wan bo nav DAIŞê de ji dayik bûne, lewma pêwîstiya wan bi biryarên dadgehê hene, ji bo ku belgeyên wan yên yasayî amade bikin.

Her wiha got, di derbarê vegerandina zarokên Rûs yên li kampa Holê, danûstandinên wan ligel berpirsên Rêveberiya Xweser berdewam in

Nûnera Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bo karûbarên Sûriyê Ana Kûznetsova di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê li Moskowê Kamîz Şedadî da.

We di daxuyaniya xwe de behsa astengiyan kir, gelo di proseya veguhastina zarokên çekdarên DAIŞê ji girtîgeh û kampên li Iraq û Sûriyê bo Rûsyayê çi astengî li pêş we hene?

Dixwazim destpêkê vê yekê bêjim, ku me li gel nûnerên  kurdan çend caran hevdîtin pêkanîne û me  li ser vê mijarê gotûbêj  kiriye. Û her car jî, wan piştgirî daye bi karê me yê ji bo  vegerandina zarokan.

Hevdîtin li Rojava an jî li Herêma Kurdistanê pêk hatin?

 Li Rûsyayê. Me li Rûsyayê bi nûnerên kurdan re  hevdîtin encamp daye û gotûbêj li ser vê mijarê kiriye. Û em gihane  hevtêgihîştnê li ser vê pirsgirêkê. Her çend di serî d wan digot ku hûn  dikarin tenê wan zanorakan vegerînin, yên ku sêwî mane. Bê guman, em  tê digihêjin, eger dayik bi xwe zarokê dide û li vê derê jî malbata wê  li bendê ye, wate, zarok dê bigihêje malbatekî. Divê em vê pirsê jî  çareser bikin. Lê ev pirs hêj di asta gotûbêjan de ye.

Lê hin halet hene ku tûşî arîşeyê tên. Bo nimûne, jihevcudakirina  xwişk û birayan bi demekî, heta ku ji bo zarokekî belge têne  amadekirin. Ji ber ku eger zarok ne li erdê Rûsyayê jidayik bûye, divê  bîryara dadgehê hebe, divê  em DNA-ya wê werbigrin. Ev prose gelek dûr  û dirêje û bi giranî, me vê proseyê êdî derbas kiriye û hê jî pê re  mijûlin. Ji ber ku ev prosedur pêwîste, lê dûr û dirêje.

Lê ew zarokên ku li erdê Rûsyayê jidayîk bûne, prosedurê wan bir  asane.  Em kopya belgeyên wan dixwazin û hema bêje di maweya du  heftiyan de belege amade dibin.

Lewma jî em dikarin wan vegerînin, lê jihvcudakirina xwişk û birayan  tûşî arîşeyan tê.  Ta niha di vê mijarê de em negîhane lihevkirinekî.  Lê em gelek hêvî dikin, ku ew 80 zarok, ên ku me DNA-yên wan girtine û  belgeyên 10 ji wan êdî amadene,  di demekî nêz de wan vegerînin.

Planeke we bo veguhastina wan zarokan ji Herêma Kurdistanê jî heye?

Ez niha tenê behsa Rojhilata Firatê, behsa kampa Holê  dikim, ku vê gave karê me lê berdewam e. Lê li Kurdistana Iraqê ti  pirsgirêka me tunene. Hemû çalakiyên me li Iraqê pir bi rêk û pêkî  meşiya. Ez sûpasiya xwe digihînim bo desthilata Iraqê ji bo alîkariya  wan. Ev hevkariya ku vê gave  di navbeyna Rûsya û desthilata Iraqê de  çêbûye, ji bo gelek aliyan bûne mînak. Gelek dewlet di vê mijarê de  şêwirê ji me dixwazin, ka karê me çawa hatiye dariştin. Her tişt pir  bi rêk û pêkî çûye. Me êdî zanîbû  kîjan belge tên xwastin ji bo  wergirtina zarokan, û prosedura pêşkêşkirina belgeyan çawaye. Lewma jî  karê me li Iraqê di dema xwe de, bi rêk pêkî gihişt encamê û zêdetir ji 130 zarok êdî li welatê xwe ne.

Gelek kamp li Herêma Kurdistanê hene, gelo danûstandina we li gel rêveberiya Kurdistanê ye an li gel Bexdayê?

Danûstana me bi hikumeta Bexda re ye. Lê eger zarokên  me li Kurdistana Iraqê jî bêne peydakirin, em amadene ku zanyarî ji  wan werbgrin û bi rêvebriya wê jî kar bikin.

We bi giştî çend zarokên Rûsî diyar kirine û hûn hewl didin çend ji wan veguhêzin?

Ta niha li kampa Holê  me 146 zarok aşkere kiriye. Lê  ew ne jimareke dawiye. Dûr nîne ku dîsa zarokên me bêne peydakirin.  Her weha, dibe ku li erdê Iraqê jî zarokên me bêne dîtin. Lewma jî vê  gave destê me de tenê ev jimar heye.

Gelek caran çekdarên DAIŞê yên welatiyên dewletên sowyeta berê jî weke Rûs tên hejmartin, bo nimûne hûn rastî wan zarokan hatine ku dayik û bavên wan ji Azerbaycan, Tacikistan an jî ji dewletên din bin, çarenivîsa wan dê çi be?

Belê, bi rastî jî çend bûyerên weha derketin pêşiya  me. Lê piştî ku me dest bi wergirtina testên DNA kir, ew buyer êdî ne  man. Lê niha jî haletên cuda destpê kirin. Hewelatiyên dewletên me yên  hevpeyman, hewil didin zarokên xwe weke hewelatiya Rûsyayê bidin  tomarkirin, da ku em bikakribin wan vegerînin.