Namzedê Esenyurtê Ahmet Ozer: Em dê koçberan li welatên wan vegerînin
Prof. Dr. Ahmet Ozer ê xelkê Wanê ku li navçeya Esenyurta Stenbolê wekî namzedê “Hevbendiya Bajêr” ji CHPyê hatiye nîşandan behsa vegerandina koçberan dike bişînin welatên wan.
Ahmet Ozer got ku ew dê her xizmetî ji bo wan kesan bikin ku bûne hemwelatî û cihê wan li ser serê wan heye.
Lê dibêje dema ew bû şaredar ew dê koçberên ku nebûne hemwelatî li welatê wan vegerîne.
Navçeya Esenyurtê ku hejmara nişteciyên ji milyonekê zêdetir e, di van salên dawiyê de ji bo koçberan jî bûye spartgeheke sereke.
Li gorî amarên fermî ji sedî 25ê niştecihên navçeyê biyanî ne.
Bi sedhezaran koçberên ji zêdeyî 50 welatan jî li vir kom bûne.
Li hêla din beşa herî zêde ya niştecihên bajêr jî Kurd in ku piştî salên 90î ji bajarên Bakurê Kurdistanê koçî vir kirine.
Di halê heyî de Esenyurt ji 57 bajarên Tirkiye mezintir e.
Li gel qelebalixiyê kêşe û pênasekirinênen bajêr jî zêde bûne.
Di serî de laşfiroşî, medeyên hişbir, kuştinên jinan, mafya û dizî û hwd.
Namzedê “Hevbendiya Bajêr” Ahmte Ozer ku DEM Partî, CHP, Demokrat Partî, TÎP û gelek derdorên cûda piştgiriya wî dikin pirsên Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêk bersivandin.
Rûdaw: Mamoste beriya her tiştî gelek spas ku we li gel tempoyeke zêde ya kar de ew dem ji me re veqetand. Pêşî em zanibin kampanya û bangeşeya we çawa bi rê ve diçe.
Ahmte Ozer: Gelekî baş derbas dibe. Helbet demeke hindik maye. Ji dema em hatine vir ve, em tax bi tax, kuçe bi kuçe digerin. Em ofîsên hilbijartinê vedikin û bi gelê xwe re têne ba hev, hevûdin hembêz dikin.
Her ku gelê me me nasdike jî hezkirina ji me zêde dibe. Her ku em jî wan nasdikin em kêşeyên heyî dizanin. Bi îzna xwedê û bi piştgiriya wan em dê di 31ê Adarê de bi ser kevin û bi hev re Esenyurtê ji serdema 21an re hazir bikin.
Rûdaw: Hun namzedê ‘Hevbendiya Bajêr’in. Naveroka ‘Hevbendiya Bajêr’ ji çi pêk tê. Li ser kîjan sernavan hatiye danîn û bi taybetî piştî ku hun bûn şaredar dê ferqa we çi be ji şaredariyên bajar û navçeyên din?
Ahmet Ozer: Ez namzedê Partiya Komarî ya Gel im. Ez bûm namzedê CHP û daxwaza dengê herkesî dikin. Em bi hemû partiyan ve têne ba hev. Demokrat Partî ji bo me ji hilbijartine vekişiya. DEM Partî piştgirê me ye. TİP beşdarî hilbijartinan nebû. Em hewl didin bi hevûdin re lihevhatineke mezin çêkin da hemû civakê hembêz bikin. Serok Ekrem got tifaqa Stenbolê, em jî bo vir dibêjin ‘Tifaqa Esenyurtê’. Di çarçoveya tifaqa Esenyurtê de em dê bi ferqeke mezin qezenc bikin.
Rûdaw: Nifûsa Esenyurtê zêdetir e ji milyonekî. Li hin cihan ji bo Esenyurtê pênaseya ‘Esencilis’ tê bikar anîn. Bi taybetî ji ber zêdehiya koçberan, nifûseke zêde ya biyaniyan û bajarvaniya ne birêkûpêk. Wate dema hun bûn şaredar hun dê bi kêşeyên zêde re rûbirû bibin. Li gorî tespîtên we kêşeyên ku demildest divê bêne çareserkirin çi ne?
Ahmet Ozer: Niha kêşeyeke zêde ya bajarvaniya bê plan û ne birêkûpêk li ber me ye. Bi taybetî di serdema AK Partiyê de cihên şînahî û civakî ji holê hatine rakirin. Wekî gurên birçî êrişî sîngê bajêr hatiye kirin û ji her derê ve blokên çîmento derketine holê. Vê yekê jî bi xwe re mexdûrên bajêr çêkirine. 30 hezar mexdûrên avadaniyê çêbûne û di heman demê de kêşeyeke tapûyan jî heye.
Kêşeyên zêde di warê îmarê de hene. Ji deh planên îmarê 3 heb hatine betalkirin. Gelek serlêdan li ser van xeletiyan hatine kirin û dadgehan ew betal kirine. Ji ber vê jî mexdûriyeteke sêqolî heye. Xwediyên zeviyan mexdûr in, xelk mexdûr e. Ya rasat kesê ku kar kirine, kedkar û karker mexdûr in. Heta dibe ku belêndêr jî mexdûr bûne. Sedema van hemûyan organîzenebûneke birêkûpêk û tevnegerîna bajarvaniyeke baş e.
Destûra bingehîn a ya bajarekî plana avadaniyê ye. Lê ew jî hatiye binpêkirin. Bêyî bajarvaniya ne birêkûpêk kêşeyeke veguhestinê heye. Kêşeyên rê û parkan hene. Li hêla din mixabin kêşeyeke medeyên hişbir heye û belayeke wiha li Esenyurtê peyda bûye. Esenyurt niha bi medeyên hişber, kuştina jinan û mafaya tê naskirin. Kesekî Esenyurdî wek kesê Beşîktaşî û Kadikoyî bi dilê rehet nikare bêje ez Esenyurdî me. Ew neheqiyeke mezin e.
Taybetiyên bihêz ên vê navçeyê hene. 3 hezar fabrîqe li vê navçê ne. Ji sedî 6ê dahata Tirkiye li vê navçeyê dabîn dibe. Ji sedî 25ê pîşesaziya Stenbolê jî dîsa li vir e. Hemû ew mezinnahî li hêlekê hatine avêtin lê Esenyurt bi ew xalên hanê tê naskirin. Ew ji ber rêvebirên bêkêr wiha lê hatiye.
Em dê aliyên bi hêz yên Esenyurtê derxin pêş. Di serî de em dê berhemanînê zêde bikin. Berhemê bi adilane parve bikin. Li vir dabeşkirineke adilane nehatiye kirin. Xelk paşguh hatiyekirin. Jixwe ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatê çîna navîn nema ye.
Li aliyekî dewlemend, li aliyê din xizan û bêderfet. Di nava xizanan de jî beşeke zêde li sînorê birçîmayînê dijîn. Em dê hemû derfetên şaredariyê ji xanenişînên xwe re pêşkêş bikin ku ew niha mehkûmî 10 hezar lîre hatine kirin. Em dê bi wan re li vir giraveke aştiyê ava bikin û li mercên pêkvejiyaneke di nava aramiyê de bigerin.
Rûdaw: Li gorî amarên fermî ji sedî 25ê nifûsa Esenyurtê biyanî ne. Ji zêdeyî 50 welatan koçber û biyanî hene li vê navçeyê. Li hêlekê jî dijberiya koçberan heye. We formulek heye bo çareserkirina vê mijarê?
Ahmet Ozer: Niha em koçberên Sûryeyî cûda dinirxînin ji wan kesên ku koç kirine hatine li vir bi cih bûne û bûne hemwelatî. Cihê wan kesan li ser serê me heye ku bûne hemwelatî û hatine li Esenyurdê dijîn. Em dê ji bo wan xizmetê bikin. Lê ji bo wan 7 milyon koçberên ku piştî polîtîkayên şaş ên AK Partiyê ji ber şer rabûne hatine em rêyek din divê bibînin.
Em neçar in wan careke din li welatên wan vegerînin. Ji bo vê aştî divê bê Rojhilata Navîn. Aştî bê Filîstînê. Aştî bê Sûriye jî. Ew aştî jî înşala piştî ku me Esenyurt û Stenbol qezenc kir û di pêşerojê de jî desthilat li Tirkiye guherî em dê pêk bînin. Em dê van xwişk û birayên koçber jî li welatên wan vegerînin. Lê ew kesên ku ji deverên cûda yên cîhanê hatine û kesên ku ji 81 bajarên Tirkiyeyê hatine vê derê û bûne hemwelatî, mal û milkê wan li vir heye em dê derfetên kar, mal û xwe xwedîkirinê dabîn bikin.
Wezîfeyeke me ya wiha heye. Erkeke wiha ya desthilatê jî heye. Lê desthilatê erka xwe bicih neaniye. Em wek şaredarî erka me çi be em dê bicih bînin. Ji ber ku ew hemwelatiyên me ne, en nikarin pişta xwe li van vegerînin.
Tişteke din jî heye ku koçkirina ji nava Tirkiye bo vir, avantajek e. Ji ber ku nifûseke me ya ciwan heye û ew di heman demê de nîmet e. Şaredarên bêkêr vê yekê wek bar dibînin lê em eger wan îstîhdam bikin û mercên wan dabîn bikin em dê karibin vê derê bi dînamîzmeke baş veguhêzin ji bo pêşerojê.
Stenbol bajarekî koçê ye. Washîngton wisa ye, Tokyo wisa ye. Eger hun baş bi rê ve bibin hun dê karibin Esenyurteke serkeftî û baş jî ava bikin. Ew vîzyon bi me re heye û bi îzna xwedê em dê vê yekê ligel xelkê Esenyurtê bi cih bikin. Em dê vir bikin giraveke aştiyê.
Ji ber ku ev der eynî wek Neteweyên Yekbûyî ye. Em dê dîdareke şaristaniyan ava bikin. Em dê vir bikin bajarekî çand û hunerê û pêk ve, çi rojhilatî çi başûrî çi bakurî çi rojavayî em dê pêk ve vê yekê bikin. Em hemû dikarin pêk ve bijîn û em cihêkariyê jî li kesî nakin.
Rûdaw: Pisporiya ve ya di warê rêveberiyên xwecihî de em dizanin. Gelek pirtûk jî we li ser vê babetê nivîsî ne. Ji vir eger em destpê bikin, dema hun hatin hilbijartin hun dê li gor daxwazû pêdiviyan di xizmetguzariyê de cîh bidin zimanên din jî?
Ahmet Ozer: Niha projeyên me helbet hene. Em ne ew kes in ku ji jor ve kar birin. Ez profesor im lê ez dixwazim bibi profesorê dilê welatiyên xwe. Ez di bi wan re rê bimeşim. Min gava din got, wekî mînak konseyâ bajêr heye. Komeleyên karsazan hene, mixtar hene. Me 43 tax hene li vê navçeyê. 43 mixtarên me hene. Pêşengên civakê hene. Em dê bi wan re rûnin. Her taxekê kêşeyên cûda hene. Em dizanin lê ew ji me baştir dizanin bê ka çi çareserî divê. Ji ber ku ew li wan taxan dijîn. Em dê li gel wan hemû wan kêşeyan tespît bikin û çareser bikin. Wê demê tu dikarî serkeftî bî û xelkê taxê jî memnûn dibe.
Rûdaw: Mijareke din jî heye ku eger Esenyurt bibe bajarekî serbixwe. Eger Esenyurt bibe bajar dê karên wan asan bibin an zehmet bibin hun li ser mijara bajarbûna Esenyurtê çi difikirin?
Ahmet Ozer: Esenyurt ji xwe navçeyeke wisa ye ku ji 7 bajarên mezin mezintir e. Mezintir e ji 57 bajarên Tirkiyeyê. Bajarbûn yan jî nebûn mijara rêveberiya giştî ye. Helbet xelkê Esenyurtê dikare bi referandûmekê daxwaza bajarbûnê bike.
Lê niha bi bayê bezê me tu xebatek ji bo vê mijarê nîne. Em hewl didin Esenyurtê weke Esenyurt plan bikin. Çi bajar çi navçe ji bo me ferq nake. Navçe be jî bajar be jî lezgîniya me geşkirin û xweşkirina vê derê ye.