Konsulê Amerîkayê: Li Kurdistanê di warên azadiya raderbirînê û mafên jinan de paşveçûneke bêzarker heye
Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks yekem hevpeyvîna xwe ya televîzyonî ligel Tora Medyayî ya Rûdawê saz kir.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê ku roja 13ê sibata 2023yan li navenda Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê bersiva pirsên Rûdawê da, ragihand ku ew zaf “dilgiran” in ji wê “paşveçûna bêzarker” ku di warê mafên mirovan, mafên jinan û reftara li hember pêkhateyên kêmîneyan li Herêma Kurdistanê heye.
Di heman demê de Irvinî got ku ewna ne tenê “hevpar”ên Herêma Kurdistanê ne, belku “dostên” gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî, lewma jî ewna hazir in ji bo çareserkirina van pirsan alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Her wisa navborî got, niha Amerîka xasma Balyoz Alina Romanawsky roleke sereke di baştirkirina peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de dilîze û ji bo vê mebestê jî li pişt perdeyê xebateke cidî dike.
Hevpeyvîna Konsulê Giştî yê Amerîka yê Herêma Kurdistanê Irvin Hicks bi Şaho Emîn re:
Şaho Emîn: Hicksê birêz, silav!
Irvin Hicks: Silav!
Şaho Emîn: Ez ji wî awayê ku tu pê bi kurdî diaxivî hez dikim. Her çiqasî hûn tenê ji bo demeke kin, ji meha tebaxê ve li vir in. Tevî vê yekê jî, hûn hewl didin bi Kurdî biaxivin. Ev zaf baş e.
Irvin Hicks: Zimanekî delal e.
Şaho Emîn: Spas, zaf baş e. Ez dizanim ku hûn zimanzanekî baş in.
Irvin Hicks: Ez hewl didim hêdî hêdî hînî soranî bibim.
Şaho Emîn: Pir baş e. Hûn ji meha Tebaxa 2022an ve li vir in. Gelo peyameke we ji bo gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye?
Irvin Hicks: Erê, bi taybetî ez dixwazim derfeta min hebe ku ez hin mijaran bi xelkê re parve bikim. Ez dixwazim dabaşa destkeft û karên pirreng ên hikûmeta Amerîka ku wan li vir pêk tîne bikim. Min çend têbînî amade kirine, eger hûn derfetê bidin min, ez dixwazim rasterast wan tiştan bibêjim.
Şaho Emîn: Erê, kerem bike.
Irvin Hicks: Spas. Ez dixwazim bibêjim ku spasiya we dikim ku ez vê sibehê bi we re me. Spas ji bo vexwendina we daku ez li ser pêwendiya bihêz û berdewam a hikûmeta Amerîkayê bi gelê Kurd re biaxivim. Wek Konsulê Giştî, ez û tîma Konsulxaneyê, em şanaziyê bi wê hevpariya dikin ku me li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê, civaka sivîl û her wiha ligel nûnerên medyayê û berpirsên civaka bazirganî ya Kurdistanê dirust kiriye. Em danerê herî mezin ê alîkariyên mirovahî ne, û me ji sala 2014an û vir ve, me 3.4 milyar dolar li ser vê armancê xerc kiriye. Em wek Dewletên Yekbûyî (Amerîka), dê berdewam bin li ser gera li pey derfetan ji bo xurtkirina peywendiyên dîplomatîk, leşkerî, çandî, perwerdeyî û bazirganî li gel şêniyên Herêma Kurdistana Iraqê. Lê di heman demê de, em dilgiran in ji paşveçûna di warên mafên mirovan de, tundûtîjiya li ser hîmê regez û serweriya yasayê, reftara wekhev bi jinan re û derfetên wekhev ji bo endamên pêkhateyên civaka Kurdistanê û her wiha rêzgirtin û tolerans li hember civaka olî ya cihêreng a Kurdistanê. Amerîka û şêniyên Kurdistanê xwedî nirxên hevpar in ku jiyan, azadî û bidestxistina bextewariyê li xwe digirin. Di nav van nirxan de, nirxê azadiya medyayê, azadiya raderbirînê û mafê kombûnên aştiyane jî hene ji bo ragirtina berpirsiyaran û lêpirsîna hikûmetê. We gelek caran ji min bihîstiye ku ez dibêjim eger malek yekgirtî be, dê hertim geş bibe. Ez her wiha şanaziyê dikim bi destpêşxeriya konsulxaneyê dikim, ji bo ku bazirganî û veberhênana Amerîka bikişîne Herêma Kurdistana Iraqê. Em ê di meha hezîranê de pêşwaziya şandeke bazirganî a Amerîkayê bikin. Her duh jî, me Tora Odeya Bazirganiyê ya Amerîkî dirust kir. Bi hevbeşî ligel odeyên Bazirganî yên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebce, her wiha li gel Odeya Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê. Ev Tora Odeya Bazirganiyê ya Amerîkî wek komeke bangewaziyê dixebite ji bo navtêdan û her wiha bo destnîşankirina derfetan bo bazirganî û veberhênana di navbera berpirsên bazirganî yên Amerîka û Kurd li tevahiya Kurdistana Îraqê û Îraqê jî. Di dawiyê de jî, ez dixwazim pîrozbahiyê li serkirdayetiya YNK û PDKê bikim bi sedema îmzekirina şertên belgeya jihevtêgihiştinê ya Pêşmerge. Hevahengiya di navbera YNK û PDKê de, girîngiya avakirina hêzeke bihêz û bibandor a Pêşmerge nîşan dide. Amerîka hîna çaverêya pêşveçûnên zêdetir e derbarê belgeya jihevtêgihiştinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîka de. Her wisa çavê me lê ye PDK û YNKê nakokiyên xwe çareser bikin daku em bikarin li ser kûrkirin û berfirehkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Kurdistanê de berdewam bin. Her wiha ez dixwazim pîrozbahiyê li kekê Beşdar Hesen Îsmaîl û tîma wî ya yasayî bikim, bi helkefta wergirtina xelata bergiriya li mafên mirovan a girêdayî Wezareta Derve ji bo sala 2023yan. Kar, dostanî û şirîkatiya hikûmeta Amerîkayê bi Herêma Kurdistana Iraqê re dê mîna berê bi xurtî bimîne û em ê peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistana Iraqê re berfirehtir bikin, ev jî bi rêya çêkirina avahiya nû ya konsulxaenyê ku xerciya wê 800 milyon dolar e. Her wisa bi zêdekirina serdanên payebilind û VIP ji Washington DC, bi xurtkirina şiyanên Pêşmerge û hevahengiya ligel konsulên me yên hevfikir ji bo pêşvebirina mafên mirovan, azadiya rojnamevanî, mafên wekhev û derfetên jinan û komên civakî. Me 2.3 milyon dolar ji bo nûjenkirina perisgeha êzdiyan Laliş pêşkêş kirin. Em ê li ser piştgirîkirina wan berdewam bin bi dabînkirina zêdetirî 28 milyon dolaran bo jinûveavakirin û aramkirina Şingalê, piştgirîkirina destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dijîtalkirin û baştirkirina xizmetguzariyên hikûmetê, rakişana bazirganî û veberhênan amerîkî û şand û komên bazirganî bo Kurdistanê, destnîşankirina bernameyên ku taybet in bi enerjîya paqij û nehêlana kelemên guherîna keşûhewayê, berfirehkirina bernameya pevguhertina perwerdeyî û çandî ya hikûmeta Amerîkayê, dayina 650 hezar dolaran ji bo Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, berfirehkirina programa rahênana rojnamevanî û ragihandinê û her wisa piştrastbûna ji wê yekê ku kar û progrmaên me Silêmanî, Helebce, Dihok û Hewlêrê jî li xwe digire. Ev tenê heyama 5 mehan e, ez wek Konsulê Giştî li Kurdistanê me û ev însiyatîfên ku min bal kişand ser wan, berovajî wê gotinê nîşan didin ku qaşo dê hikûmeta Amerîka ji Herêma Kurdistana Iraqê, ji Iraqê yan ji deverê vekişe. Bi rastî, em tên ku berovajî vê yekê bikin. Gelek spas.
Şaho Emîn: Spas.
Irvin Hicks: Niha jî ez pêşwaziyê li pirsên te dikim.
Şaho Emîn: Hicksê rêzdar, li gor tişta ku te di gotara xwe de got, ez dikarim hinek pirsên zêdetir bikim. Niha ez dixwazim bizanim gelo tu çawa li têkiliya Herêma Kurdistan û Dewletên Yekbûyî dinêrî?
Irvin Hicks: Têkiliyeke xurt e, têkiliyeke hevaheng e. Ev têkilî li ser hîmê hevbeşiyê hatiye avakirin, hevbeşiyeke xurt. Lê her wiha dilgiran jî hene. Ev dilgiranî jî mezin in dema ku girêdayî mafên mirovan bin, nexasim bi wê mijara ku min anî zimên, mijara xurtkirina jinan, reftara li hember komên hindikahiyan, pejirandina komên cuda yên pêkhateyan, her wiha civakên olî. Me ev mijar bi rêya xwe ya dîplomatîk ligel endamên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dane, bi balkişandina ser van van fikaran. Bi baweriya me ku ev paşveçûn in. Em amade ne ji bo alîkariya hikûmetê bo karkirina li ser van mijaran, lê mîna heval, ji ber ku em ne bi tenê hevpar in, lêbelê em rêheval in jî, wek rêlheval jî rewşên wiha dertên pêş, dibe ku tu bi min re ne hemfikir bî. Divê rêhevalê te biaxive, lê ji ber ku em hevalên rastîn in, divê ew gotin bên gotin. Ev gotin jî bi bêdengiya dîplomatîk hatine gotin û em amade ne jî. Wek mînak, hefteya borî, di gotûbêjên ligel berpirsên bilind ên dadwerî de, çavê me lê ye em çawa bikarin hevkariya rahênana wan bikin û em çawa desthilata dadwerî xurt bikin.
Şaho Emîn: Baş e. Me vê dawiyê ew yek têbînî kir ku seredanên berpirsên bilind ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo vir li kêmiyê xistine, çima?
Irvin Hicks: Divê ez bi rêzdarî berovajî nirxandina te bipeyivim. Bi rastî, min di pênc heyvên borî de li ser vê yekê kar kir. Ez dikarim vê yekê bi te re parve bikim ku di her mehekê de pênc seredanên me yên VIP hebûn. Di wan pênc mehan de ku ez li vir bûm, ew kesên VIP jî berpirsên bilind ên Wezareta Derve wek Alîkara Wezîrê Derve Barbara Leaf li xwe girtiye. Vê dawiyê jî, ji hêla Koşka Spî ve seredanên me hebûn mîna Brett McGurk. Seredanên me yên berpirsên bilind hebûn ku ji bo îmzekirina belgeya jihevfêmkirinê ligel Pêşmerge hatin. Seredanên me yên endamên Kongresê hebûn. Sê-çar şand ji Kongresê hatibûn vir. Bila ez nola dîplomatekî tecrûbedar ji te re bibêjim. Ji konsulxaneyekê re, karekî sosret e ku bi wê hejmara zêde seredanên li ser asta bilind lê hebin. Di rewşa herî baş de, çêdibe ku ji bo her konsulxaneyekê yek an du seredan hebin, lê seredanên li ser asta bilind bi rengekî adetî li ser asta balyozxaneyê dibin, li wê dera ku balyoz lê dimîne. Lê ji ber pêwendiya me ya herebaş, ji ber hevparî û rêhevaltiya me, Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya seredanên VIP dike. Ez dikarim vê yekê jî ji te re bibêjim, ez vê yekê dizanim ji ber ku bi berdewamî kursiyekî min li balafirgehê heye, ji ber ku ez demeke dirêj di pêşwazîkirina li seredanan de derbas dikim û ew giringîpêdan jî tiştekî pir baş e. Tiştekî zaf qenc e ku ew giringîpêdan û seredan hebin. Lê ew gotina ku kêmbûnek heye, ez dikarim ji te re bibêjim ku ez û stafê xwe bi tu awayî bi vî rengî nabînin.
Şaho Emîn: Baş e. Gelo hîna Dewletên Yekbûyî piştgiriya Herêma Kurdistana Iraqê ya bihêz di nav Iraqeke yekgirtî de dike?
Irvin Hicks: Bê guman, birêveberê min Balyoz Romanawsky di baştirkirina peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de roleke sereke lîstiye. Ez wê yekê têbînî dikim ku Serok Nêçîrvan vê dawiyê çend caran seredana wan kir. Berî du hefteyan serokwezîr li wir bû. Ev îşaretên baş in li ser têkiliya wî bi Serokwezîr Sûdanî re. Em li benda têkiliyeke hevkar û avaker in ji bo çareserkirina çend mijarên pir dijwar nola qanûna neft û gazê. Têkildarî mijara Şingalê, piştî gotûbêjkirina li ser mijara koçber û penaberan, her wiha gelek pirsên pir dijwar hene ku divê bên çareserkirin: Komikên çekdar û hewldanên DAIŞê ji bo veger û vejînê. Çavkaniya van hemûyan jî têkiliyeke hevkar û bibandor li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. Em jî geşbîn in gava em dibînin ku pêşveçûneke erênî di vî alî de heye.
Şaho Emîn: Baş e. Bi sedema partiyên siyasî, hilbijartin li Kurdistanê hat lipaşxistin. Lê tevî vê yekê jî pir dixwazin hilbijartin îsal bê kirin, lêbelê hîna lihevkirineke wisa berbiçav di navbera wan de tune ye. Hûn çawa li paşxistina hilbijartinên Kurdistanê dinêrin?
Irvin Hicks: Em hertim pêşwaziya hilbijartinan dikin, ji ber ku hilbijartin herdem derfetek e ji bo ku xelk biryarê li ser serkirdayetiya xwe bidin û dema wê jî girêdayî gelê Kurdistanê ye, em rêz lê digirin. Tişta ku em çaverê dikin ew e ku hilbijartin bi awayekî zelal û bêkêmasî birêve biçin û, bi awayekî be ku ti pirsyarek li ser rewatî û hûrbîniya proseyê neyê hilgirtin, lê em li gelê Kurdistanê dinêrin. Derbarê demê jî em ê binerin ka kengî wî hilbijartin bên kirin. Ji ber ku demokrasî hertim bi rêya pêvajoya dengdanê vedije.
Şaho Emîn: Erê Hicksê rêzdar, we di gotara xwe de bi taybetî bal kişand ser azadiya raderbirînê û mafên kêmneteweyan ji bo her kesekê li Kurdistanê. Hûn rewşa mafên mirovan, azadiya raderbirînê, medya û mafên jinan li Kurdistanê çawa dinirxînin?
Irvin Hicks: Wek ku min di axaftina xwe de jî behs kir, em li vir paşvekişîneke bêzarker di van biwaran de dibînin, li çend beşên diyarkirî ên herêmê. Ev hêlên redkirinê û daxuyaniyên nijadperest ku alîkariya Kurdistaneke xurt û yekgirtî nakin. Wek nimûneyekê jî li ser vê, me li Konsulxaneya Amerîkayê Koma Koordînasyona Giştî ya Konsulxaneyan ava kir. 15 endamên me yên hemfikir bi konsulxaneyên din re hene ku em tê de fikarên xwe yên li ser paşveçûna mafên mirovan bi dengekê bilindtir tînin ziman. Ev gotûbêjên me ligel endamên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser girtina peyamnêran hene, her wiha binpêkariyên li hember kesên ku bi awayekî aştiyane xwepêşandanan dikin. Ev ew tişt in ku me di Rapora Mafên Mirovan de şewq daniye ser wan ku ne bi wê şêwaza nimûneyî ne ku em jê hez dikin û em li ser behskirina van pirsan berdewam in. Her wek min amaje bi kekê Beşdar Hesen jî kir ku xelata bergiriya li mafên mirovan ji aliyê wezîrê derve ve wergirt. Ev rengvedanek e ku ne şert e taybet bi dozên dadgehê be. Ku bergiriyê lê dikin, lê taybet e bi giringîdana bi hebûna nûnertiya qanûnî di nêv civakê de, bi rengekê dadmend be û wekheviyê ji bo her kesî biparêze. Gelo kesek tawanbar e yan na, ne karê me ye ku em wê binirxînin.
Şaho Emîn: Lê gelo tu planeke we ji bo navtêdana van pirsan li Kurdistanê heye?
Irvin Hicks: Wek ku min berê jî behs kir, hefteya borî em bi endamekî bilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re axivîn. Wan pirsî ka em ji bo alîkariya xurtkirina desthilata dadmendî ta taybet bi serweriya qanûnê, dikarin hevkariyê pêşkêş bikin. Lewma em ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotûbêjê de ne ka em çawa dikarin alîkar bin. Bernameyeke me ya herebaş heye ku hinek caran kesên şehreza tên welêt û tecrubeyên Amerîka pêşkêş dikin û pê re parve dikin. Bila ez amaje bidim vê yekê jî ku em, Dewletên Yekbûyî, em nabêjin ku em di vî warî de bê kil û kêmasî ne, lêbelê, em bi berdewamî hewl didin çêtir bikin. Her wiha bernameya me ji bo şandina şandên pevguhertina çandî heye. Em şandan dişînin Dewletên Yekbûyî ji bo çavdêrîkirin û hînbûna li ser proseya dadwerî li Dewletên Yekbûyî. Ev nimûneyek bû di ronîkirina mafên mirovan de.
Şaho Emîn: Ez dixwazim li ser hinek pirsên navbera Bexda û Hewlêrê biaxivim. Dadgeha Federal a Iraqê çend biryar dijî Herêma Kurdistana Iraqê da. Di heman demê de hikûmeta Iraqê alîkariya darayî ji bo Herêma Kurdistanê rawestand. Kurd li ser daxwaza cîbicîkirina destûrê berdewam in, hûn rewşê çawa dibînin?
Irvin Hicks: Wek tu dizanî, niha şandek li Washingtonê ye, Wezîrê Derve, wek min berê jî got, birêveberê min Balyozê Romanawsky roleke gelek girîng di alîkarîkirina avakirina peywendiyeke erênî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de leyîstiye. Ez dixwazim bibêjim ku ev yekem tişta girîng e ji bo çareserkirina hin kêşeyan wek biryarên dadgehê. Lewma em li benda encamên wê seredanê ne, lê em bi berdewamî li pişt perdeyê mijûlî navtêdan û avakirina têkiliyeke baş an têkiliyeke avaker in. Em pir kêfxweş in gava em dibînin ku şandên hikûmeta Herêma Kurdistanê diçin Bexdayê ji bo guftûgokirina li ser van astengiyên ku li pêş me ne. Û em ê jî li ser alîkariya gotûbêjê ji bo çareserkirina van pirsên dijwar berdewam bin.
Şaho Emîn: Konsulê birêz, vê dawiyê nirxê dolarê Amerîkî bi awayekî ji nişka ve bilind bû ku bi rengekî negatîf bandor li ser aboriya Iraq û Kurdistanê kir û xelk jî di warê aborî de janê dikişînin. Gelo tiştekî we heye ku hûn di vî warî de bi me re parve bikin?
Irvin Hicks: Di pêşî de ez dixwazim amaje bi wê yekê bidim ku derbarê venîşandana dolarê de, bandora hikûmeta Amerîkayê li ser Banka Navendî ya Iraqê nîne. Mijara ku niha derketiye holê ev dema du sal bûn kar li ser dihate kirin. Tişta ku niha jî diqewime ew e ku çend kesên destnîşankirî û çend hevbeşên destnîşankirî yên navçeyî hene, çend çalakiyên tawankarî yên destnîşankirî hene ku pergala bankî ji bo spîkirina pereyan û bi rêyên din ên neqanûnî bi kar tînin, ku ev yek jî zirarê dide aboriya Herêma Kurdistana Iraqê. Lewra ev prose li vir ji bo wê yekê ye ku ev kes bên vederxistin ji bo ku şefafî hebe û çalakiya neqanûnî nebe ku ji hêla sîstema bankî ve rê pê nehatibe dayin. Vêga gotûbêjên demildest li ser çawaniya danîna nexşerêyekê bi wezareta me ya gencîneyê re hene, bi mikurhatina li wê yekê ku çend kelemên demildest têkildarî venîşandana dolarî hene. Ez dibêjim bila em li bendê bin û binêrin ka dê ev seredana wezîrê derve çi encamekê bide, bila em bibînin ka dê ew prose çawa bin û bila em bizanin ka çi gotûbêjek hatiye kirin. Lê ez dixwazim amaje bi vê yekê bidim ku di nava du salên borî de gotûbêj li ser vê proseyê dihat kirin. Bi sedema ku hinek aliyên taybet li deverê sîstema bankî bi xerabî bi kar dianîn ji bo şandina pereyên neqanûnî û gihandina ziyanê bi aboriya Herêma Kurdistana Iraqê.
Şaho Emîn: Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku Amerîka ji şandina dolaran ji Iraqê bo Îran û Sûriyê dilgiran e?
Irvin Hicks: Ez amaje didim wê yekê ku ew beşek ji gotûbêjan bûn. Lê ez çaverê dikim bizanim ka wê encamên gotûbêjan çi bin, lewra ez ji wiha zêdetir li ser napeyivim.
Şaho Emîn: Baş e. Niha Dewletên Yekbûyî ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê alîkariyê pêşkêş dike. Amerîka piştevaniya vegera penaberên êzdî ji bo Şingalê dike, lê wezîrekî berê yê Amerîkayê, ez ne şaş bim wezîrê derve yê Amerîkayê bû got ku hinek astengî li pêşiya proseya vegerê hene, ji ber ku hinek milîsên girêdayî Îranê ne alîkar in û keleman li pêşber planên me datînin. Çî te di vî warî de heye?
Irvin Hicks: Tiştê yekem wek me behs kir, pêwendiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê, xala destpêkê ye ji bo ku Peymana Şingalê bê vegerandin û wek yek ji karên herî li pêş. Gelek karên li pêştir hene. Em bi gelek keleman re rûbirû dimînin. Çi li Bexdayê bin û çi di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de bin. Lê ew belgenameya jihevtêgihiştinê ku me ligel Pêşmerge çêkir, beşekî pir girîng e. Ev prose ji bo wê yekê ye ku pêşmergeyekî hevgirtî hebe. Vêga yekîneyên te yên 70 û 80 hene, û ji bo ku tu bikarî wan bikî yekîneyeke hevgirtî û bibandor. Ez dikarim bibêjim [Pêdiviya me bi yekîneya] 150î ye û ne bi 70 û 80ê ye. Ev dê bibe hêzeke bibandor ji bo derxistina van komikên çekdar. Ji bo ku parastin û ewlekariya te li van navçeyan hebe, ev yek jî dê bibe sedema vegera kesên koçber û penaber li malên xwe. Her lewma ev belgenameya jihevtêgihiştina pêşmerge beşekî pir girîng e û vê dawiyê îmzekirina me ya navbera PDK û YNKê li ser hûrgiliyan hebû ku jihevtêgihiştinê ber bi pêş ve dibe. Ev pêngaveke tenê ye û çavê me li pêşveçûnên zêdetir e di vî warî de. Çunke ev beşeke pir girîng a pirsgirêka giştî ye. Koçber û penaberên welêt jî beşek ji wê kêşeyê ne. Lê li wan navçeyên ku ewlehî nîne, hebûna pêşmergeyê bandorker, xurt û hevgirtî ji bo vê proseyê pir girîng e.
Şaho Emîn: Almanya vê dawiyê tawanên DAIŞê dijî êzdiyan wek jenosîd da nasîn. Ma tu planeke Amerîka ya bi vî rengî heye? Tu tiştek ji bo pêşvebirina vê mijarê heye?
Irvin Hicks: Wek min di axaftinên xwe de jî behs kir, em ê li ser qebareya piştevaniya xwe berdewam bin. Û em ê li ser pêşkêşkirina alîkariyê ji bo civaka êzdî berdewam bin. Seredana min bo Lalişê berî du mehan bû sedema dayina zanyariyên bêtir li ser girîngiya hebûna Pêşmergeyekî bihêz di çarçoveya Belgenameya Jihevtêgihiştinê de; ji bo hebûna civakeke êzdî ku hest bi parastinê bike ji bo ku vegere. Û em ê li ser pêşkêşkirina alîkariya sereke der barê kalîteya jiyanê de berdewam bin, ji wê hevkariya darayî ya ku me berdest kiriye. Ev pir girîng e. Di encama hewldanên DAIŞê yên jenosîdê de, civaka êzdî gelek êş kişand û em ê li ser şiyandarkirin û dayina bi vê civakê berdewam bin. Di heman demê de, em bendewariya dirustbûna vî Pêşmergeyê yekgirtî dikin, ji bo ku bikarin hêzeke wan a wiha xurt hebe ku nav di endamên wê civakê bidin ku vegerin.
Şaho Emîn: Baş e, gelo tu dilgiraniyeke Amerîka ji bihêzbûna îslama siyasî li Herêma Kurdistanê heye?
Irvin Hicks: Tiştê ku ez ji karkirina li Rojhilata Navîn pir xweşiyê jê dibînim, rêza bêhempa ji bo îslamê û nerîtên wê ye; nemaze ji bo pejirandin û hesta bihevrebûnê. Tiştê ku Amerîkayê dilgiran dike kes in, li Amerîkayê jî hin kesên me yên wiha hene ku heta bin guhên xwe di nav rik û qebûlnekirinê de ne, yên li pey in ku kesên din lome bikin. Ji dêvla ku bibin beşek ji civakê, civakê parçe dikin û ev jî dilgiraniya taybet e, dibe ku ji xwe re nebêjin DAIŞ, lê hinek gotarên wan mîna yên DAIŞê ne. Lewra divê em wek civak piştrast bibin ku dê ev deng ne bandorker bin û civaka me qirêj nakin, her wiha li civaka cîhanî û li vir, li Herêma Kurdistana Iraqê jî.
Şaho Emîn: Irvin Hicksê rêzdar, ez bi axaftina bi we re kêfxweş bûm, gelek spas.
Irvin Hicks: Spas.