Neviyê Şêx Seîd: Eger Şêx Seîd bi ser biketa dê dewleteke Îslamî ya Kurdî ava bikira
Pencemor bi Neviyê Şêx Seîd Abdulilah Firat re / Beşa 2
Pencemor bi Neviyê Şêx Seîd Abdulilah Firat re / Beşa 1
Di vê xeleka Pencemor de, mêvana Kawa Emîn endamê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê û neviyê Şêx Seîdê Pîran Şêx Abdulilah Firat e.
Abdulilah Firat di vê bernamayê de behsa aliyên nayên zanîn ên serhildana Şêx Seîdê Pîran, hevdîtina wî ya bi Mele Mistefa Barzanî û pêwendiyên wî û Xalid Begê Cibrî kir.
Bi gotina Abdulilah Firat eger Şêx Seîd Efendî bi ser biketa, li gel ku ji hêla hêzên navneteweyî ve jî dijatiya wî bihata kirin lê dê dewleteke Îslamî ya Kurdî ava bikira.
Abdulilah Firat herwiha da zanîn ku Mele Mistefa Barzanî hivdeh-hejdeh salî bû çûye Bakurê Kurdistanê û Şêx Seîd jê re got dev ji şêxîtiyê berde û bila birayê te Ehmed mijûlî şêxîtiyê be.
Firat derbarê pêwendiyên Şêx Seîd û Xalid Beg Cibrî got:
“Xalid Beg di nav eşîrên Kurd de kesekî pir bi nav û deng bû, xelkê jê hez dikir, xwe mîna serok dihesiband lê xwe zêde bi Şêx Seîd negihandiye û jê re gotiye tu şêx î, xebat û têkoşînê ji bo me bihêle, tu jî mijûlî şêxîtiya xwe be û ji me re dua bike. Şêx Seîd bi vê gotinê pir ditengije.”
Abdulilah Firat eşkere kir ku li gel Şêx Seîd 49 kes hatin bidarvekirin lê di şoreşa Şêx Seîd de 200 hezar kes şehîd ketin û got, “Em cihê gora Şêx Seîd dizanin lê ne diyar e ka termê wî hîn li wir e yan na.”
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi endamê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê û neviyê Şêx Seîdê Pîran Şêx Abdulilah Firat re bi vî awayî ye:
Rûdaw: Yaşêx, tu bi xêr hatî programa Pencemorê.
Abdulilah Firat: Ez pir spasiya we dikim. Ez rêz û silavên xwe ji Kurdistanê re dişînim. Xwedayê mezin xweşî, bextewarî û dadmendiyê bi ser gelê Kurdistanê de bibarîne. Ez spasiya we dikim ku we em bi bîr anîn. Em li her çar aliyên Kurdistanê timûdayim ji bo Kurdistana Îraqê dia dikin. Em hêvîdar in ku baş û dadmend bin, xwe wekî xwediyên gelê Kurdistanê bibînin.
Divê malbatên mezin li gelê xwe xwedî derkevin û wan biparêzin, bi dadmendî gavên xwe biavêjin, zulmê li xelkê nekin û cudahiyê di navbera malbatan de nekin. Ez hêvîdar im ku edaleta hikûmeta Kurdistana Îraqê li cîhanê deng vede û xelk bibêje ew 7 hezar sal in bindest in, lê dewletek ava kirine ku dadmendî lê heye. Neteweya Kurd bindest e û zulm lê hatiye kirin. Cînarên me ango Tirk, Ereb û Eceman timûdayim stem li me kirine, nefret li me kirine.
Rûdaw: Em ê di nava programê de behsa zulm û zordariya wan bikin, lê bila em ji pirsa li ser kesayetiya Şêx Seîd û malbata we dest pê bikin. Bi hildana navê Şêx Seîd re, em paşnavê Pîran dibihîzin, lê dibêjin ku ew ne ji Pîranê bû, gelo ev paşnav ji ku hat?
Abdulilah Firat: Min berî gotûbêjê ji te re behs kir ku malbata Şêx Seîd ji Îranê ye. Piştî şehîdketina hezretê Hisên çûn Îranê û li wir bi cih bûn, li ser Çiyayê Bademyarê man û bi xwendin û şêxîtiyê daketin.
Rûdaw: Bademyara nêzîkî bajarê Tebrîzê?
Abdulilah Firat: Erê, şêst kîlometreyan dûrî Tebrîzê ye, li wir gelek zanayên navdar derketin holê, şaxekî terîqeta Neqşebendî (Nûrbexşî) li wir geş bû lê ji aliyê Şahê Îranê ve zulm li wan hat kirin. Eşîra Dimilî li wê deverê dijiya, piştî şêwirê dibêjin ku Şah Îsmaîlê Sefewî zilmê li me dike, koçkirin çêtir e, di nav xwe de dipirsin, em koçî ku derê bikin? Dibêjin ber bi Kurdistana Tirkiyeyê ve. Bi vî rengî eşîra Dimilî li Diyarbekir, Çewlig (Bîngol), Mûş û wan deveran belav dibe.
Piştî 30-40 salan, bavê Şêx Seîd, Şêx Mihemed Bademyarî ku kurê Seyid Mûsa ye, diyar e ku em û Berzinciyan pismamên hev ên heq in, ew neviyên Seyid Îsa ne û em jî neviyên Seyid Mûsa ne. Seyid Mihemed ji aliyê Şah Îsmaîlê Sefewî ve tê şehîdkirin, piştre neviyên wî ku hemû zana û şêx bûn, biryara koçkirinê didin û têne Pîranê. Niha Pîran bajarokek e.
Rûdaw: Şêx Seîd li ku derê hatiye dinyayê?
Abdulilah Firat: Şêx Seîd li Paleyê hatiye dine. Dema koç dikin nêzîkî pêncî-şêst salan li wir dimînin. Paşê tên Diyarbekirê, gundekî bi navê Sebtê Olî Oliya heye, li wir şikeftên pir mezin hene. Balkêş e ku li Bademyarê jî şikeftên mezin hene. Min bi xwe serdana Bademyarê kir û min şikeftên pir mezin lê dîtin. Li wan deran kerametên mezin hatin afirandin û peyda bûn.
Rûdaw: Eger em zêdetir li ser dîroka serhildana Şêx Seîd biaxivin, gelo şoreşê çawa dest pê kir?
Abdulilah Firat: Piştî ku bav û kalên me koçî Diyarbekirê dikin, wê çaxê Sultan Muradê Çarem (1612-1640) dibêje divê ez Bexdayê rizgar bikim, alîkariyê ji bapîrê me dixwaze. Seyid Haşimê ku kalikê me yê sêzdehan e, zanayekî mezin bû, mamoste bû. Sultan Murad jê dixwaze ku fetwaya dagirkirina Bexdayê derxe, lê ew red dike û dibêje ku zanayên misilman li hev kirine ku heke li welatekî maleke misilman a tenê jî hebe, divê neyê dagirkirin!
Sultan Murad diçe Bexdayê dagir dike, di dema vegerê de tevahiya malbatê qir dike, ango Seyid Haşimê kalikê Şêx Seîd Efendî û apê wî Seyid Ezîz Omerî, nêzîkî dused-sêsed kesan ji mirîd û alimên wan dikuje. Bi vî awayî, wan xêlekê bêdeng dikin. Paşê tên navenda Diyarbekirê. Demekê Şêx Elî Paloyî ku kalikê Şêx Seîd bû, dibe miftiyê Diyarbekirê. Di serdema Osmaniyan de, nûneratiya Şêxulîslam hebû, pênc-şeş nûnerên wê hebûn, yek ji wan li Umelî bû, yek li Konyayê, yek li Mûsilê, nûnerek li Helebê û yek jî li Diyarbekirê bû. Nûnerê Diyarbekirê kalikê Şêx Seîd bû. Leqeba wan (Septî) ye, ji zarokên hezretê Pêxember re dibêjin septî. Paşê Şêx Seîd tê dinyayê.
Kalikê wî navê wî dike Seîd, ji ber ku li ba wî ew bi xwe Seîd e, hem navê bavê wî Seîd e û hem navê wî bi xwe jî Mihemed Seîd e. Pir bi baldarî wî didin xwendin û xwendina xwe li ser destê muderisê (mamosteyê) mezin kuta dike. Di serdema Osmaniyan de hin qanûnên ku dijberî zagonên îslamê ne hatin derxistin û Şêx Seîd Efendî bi baweriya ku ev zagon ne dadmend in wan qebûl nake, lewra bersiva wan dide.
Sala 1917an Mistefa Kemal Ataturk li Diyarbekirê bû fermandarê artêşê. Ataturk hemû şêxên Kurdistanê dicivîne û ji wan re dibêje: Ez dixwazim alîkariyeke mezin bi we re bikim, vaye Împeratoriya Osmanî hilweşiyaye, me Erebistan ji dest daye, me hemû cihên xwe ji dest dane, vaye Stenbol jî ji destê me derdikeve, tenê rojhilat (merema wî Kurdistan e) maye ku em hikûmetekê lê ava bikin, ez ê alîkariya we bikim! Lê Şêx Seîd Efendî qebûl nake û ji Mistefa Kemal re dibêje, ger tu ewqasî neteweperwer î, here welatê xwe rizgar bike, gelê Kurdistanê bi xwe neteweperwer e, dîndar e û bindestiyê qebûl nake. Ew dikarin têkoşîna xwe berdewam bikin, ji ber vê yekê pêdiviya me bi alîkariya we nîne, em ê nebin sedema gendeliyê. Ji ber vê yekê Rêxistina Azadiyê hat avakirin.
Rûdaw: Azadî çi bû, partî bû, komele bû, rêxistin bû, kê Azadî ava kir?
Abdulilah Firat: Xuya ye ku armanca wan Kurdistanek bû!
Rûdaw: Baş e, gelo ew partî bûn, komele bûn an çi bûn?
Abdulilah Firat: Di serdema Osmaniyan de, ji bo neviyên axalerên Kurd dibistanek tê çêkirin û zarokên Kurd di wê dibistanê de dixwendin, hinek ji wan bûn zabit, efserên payebilind, qayimeqam û walî. Rewşenbîrên (minewerên) Kurd ên Osmanî li hev dicivin û biryar didin ku rêxistinekê ava bikin û têkoşînê bidin destpêkirin, lê têkoşîna wan têk çû û ji aliyê hikûmetê ve hatin girtin.
Rûdaw: Têkiliya Şêx Seîd Efendî bi Rêxistina Azadî re çawa bû, ew bi xwe endamê wê rêxistinê bû?
Abdulilah Firat: Ne di nav wan de bû, lê hevkariya wan dikir. Seyid Ebdilqadir serkirdatiya Rêxistina Azadiyê dikir. Seyid Ebdilqadir dibêje divê li Kurdistanê karê rêkxistina Rêxistina Azadiyê radestî Şêx Seîd were kirin, lê Şêx Seîd red dike û qebûl nake bibe serokê wan.
Êdî Xalid Begê Cibrî û Ziyad Begê û ronakbîrên Kurd têne girtin, hin ji wan jî ber bi sînor ve direvin. Piştî vê dewlet gazî Şêx Seîd Efendî dike, divê li pêşber dadgehê amade bibe ji bo dadgehkirinê lê Şêx Seîd ji wan re dibêje ez 75 salî me û nikarim amade bibim, loma xelkê kom dike û ji mamoste û mirîdên xwe dixwaze, biryara avakirina şêwirekê li nêzî Xinûsê dide û ji wan re dibêje heke min bigirin dê bê şik û guman min bikujin, lewra daxwaz dikim em li ber xwe bidin, em hewl bidin Kurdên ku ji hêla Tirkan ve hatine girtin azad bikin. Piştre diçe devera Suşarê û li wir jî şêwir ava kir, piştre jî diçe Çewlig (Bîngol) û Qablogê û li wir jî şêwirê ava dike û bi vî rengî di nava gel de digere.
Rûdaw: Ango Şêx Seîd plana destpêkirina serhildanekê datîne?
Abdulilah Firat: Erê, di wê çaxê de Şêx Seîd daxuyaniyekê derdixe û dibêje ger em mafên xwe misoger bikin baş e û em ê wekî birayên hev bimînin, heke na divê em berxwedanê bikin. Şêx Seîd tekeziyê li ser mafên siyasî, civakî û aborî dike, ji bo vê yekê belge jî li ba me hene.
Rûdaw: Yaşêx, derbarê têkiliya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî de, gelo pêwendî û têkiliyên wan hebûn?
Abdulilah Firat: Xalid Beg di nav eşîrên Kurd de kesekî pir bi nav û deng bû, xelkê jê hez dikir, xwe mîna serok dihesiband lê xwe zêde bi Şêx Seîd negihandiye û jê re gotiye tu şêx î, xebat û têkoşînê ji bo me bihêle, tu jî mijûlî şêxîtiya xwe be û ji me re dua bike. Şêx Seîd bi vê gotinê pir ditengije.
Wê serdemê Şêx Seîd li Erziromê bû, ligel du mamoste û feqiyên xwe li Erziromê Xalid Beg dît. Nîvê şevê bû gava wî ev gotina xwe ji Şêx Seîd re got. Şêx Seîd di bersivê de ji Xalid Beg re dibêje têkiliya min û te li vir kuta dibe, çimkî ez nikarim peymanekê bi te re girêbidim, her yek ji me xwediyê bîr û baweriyekê ye, loma ji mamoste û feqiyan dixwaze ku rabin herin, êdî li hespên xwe siwar dibin û diçin mizgeftê nimêjên xwe dikin, li hespên xwe siwar dibin û diçin ba Selîm Begê Madrag, serokê eşîra mezin a Zirganê bû, ew ji Şêx Seîd dipirse, Efendî tu çima vê şevê hatî? Lê Şêx Seîd tiştekî nabêje. Ji mamosteyan dipirse: “Çima Şêx Seîd duh çû û îro vegeriya?” Ew jî dibêjin bi Xalid Begê re gengeşe kiriye, êdî Şêx Efendî vegeriya.
Rûdaw: Baş e, tê gotin ku Tirkan Şêx Seîd livand da ku zûtir dest bi serhildana xwe bike?
Abdulilah Firat: Ev paşê ye. Şêx Seîd Efendî biryara xwe dide ku li ber xwe bide û teslîmî dewleta Tirkiyeyê nebe, bi tena serê xwe dest pê dike, dema ku li Xinûsê şêwirê ava dike, birayê wî Şêx Behadîn miftiyê Xinûsê bû, ji Şêx Seîd re dibêje Efendî rast e ku miletê Kurd miletekî baş e, lê Kurd tirsonek in û ji dewletê pir ditirsin, heyf e xwe fida neke, dê te bi tenê bihêlin! Şêx Seîd di bersivê de dibêje: Hezretê Ebdullahê kurê Ebas jî heman tişt ji hezretê Hisên re got.
Ebû Henîfe ku alimekî mezin bû, ji hezretê Hisên re got neçe, hevrikiyê neke, tu dê lawaz bibî û nikarî zora Yezîd bibî, lê hezretê Hisên di bersiva xwe de dibêje heke tikûtenê be jî divê ez bi vê zilmê re rûbirû bibim. Niha ez jî wekî hezretê Hisên heke çekên min jî nebin, ez ê bi xwe û tizbiya di destê xwe de bi Mistefa Kemal re rû bi rû bibim.
Rûdaw: Sedema serhildana Şêx Seîd meseleyeke neteweyî bû yan meseleyeke olî bû yan jî her du bûn?
Abdulilah Firat: Çewtiyeke mezin e ku hin frakisyonên Kurdî yên nû têwer bûne, xeletiyeke mezin dikin, axir ji sedî 95ê xelkê ku wê serdemê li Kurdistanê dijiyan Kurd û misilman bûn, diyar e eger Şêx Seîd Efendî bi ser biketa, digel ku ji hêla hêzên navneteweyî ve jî dijatiya wî bihata kirin lê dê dewleteke îslamî ava bikira, dê şerîet bimeşanda, lê dê dewleteke îslamî ya Kurdî bûya, bi netewe Kurd, lê hukmekî îslamî, dê wer bûya.
Rûdaw: Lê ji aliyekî din ve dibêjin ku Şêx Seîd dixwest xîlafeta Osmanî jinûve zindî bike?
Abdulilah Firat: Şêx Seîd Efendî dibêje ku Osmanî, Misrî, Ebasî û Emewî bûne xelîfe. Ji bo me şexs ne girîng in lê xelîfetî mifadar e. Di nav mislimanan de tifaq û yekîtiyê çêdike. Dema ku misliman di nav dewleteke komarî de bijîn, sazî ji bo me girîng in. Bila gel bi xwe xelîfeyekî ji xwe re destnîşan bike.
Rûdaw: Şêx Seîd bi xwe nedixwest bibe xelîfe?
Abdulilah Firat: Na.
Rûdaw: Şêx Seîd xwe wekî mucahidekî didît?
Abdulilah Firat: Jixwe xuya ye, dema ku di Quranê de pêncsed ayet li ser cîhadê hebin û qala cîhadê hatibe kirin, Şêx Seîd Efendî jî alimekî mezin bû, peyvdarekî mezin bû, stûneke girîng a olê bû. Bêguman, li hember pêncsed ayetên ku behsa cîhadê dikin bêgav dibe û xwe fena mucahid dihesibîne û tu carî jî ev yek înkar nekiriye.
Rûdaw: Piraniya kesên ku cîhad kirine bi xwe bûne desthilatdar, çima ew nebû desthilatdar?
Abdulilah Firat: Cîhad çi ye, cîhad dijî zordarî û zulmê ye, dijî rejîmeke neolî ye. Dema ku wekhevî û dadmendî hebe, rewşa te baş be û tu ne birçî bî, êdî tu dê çi ji cîhadê bikî? Lê wê serdemê zordarî û zulm hebû, bindestî hebû, nedihiştin xelk bi pêş ve biçe, nedihiştin xelk azad bibe, neheqî hebû. Ha di vê rewşê de, heke tu îmandar bî tu mecbûr î cîhadê bikî, rêyeke din ji te re nahêlin. Ango Şêx Seîd Efendî jî mucahid bû û cîhad kir.
Rûdaw: Dema şoreşê dest pê kir, Xalid Begê Cibrî li Bedlîsê tê girtin, çima Şêx Seîd neçû Bedlîsê da ku Xalid Begê azad bike, çima li şûna vê berê xwe da Amedê?
Abdulilah Firat: Min dabaşa vê yekê ji te re kir. Gava Xalid Begê li Erziromê digirin, biryar didin ku hêzekê bişînin da ku Şêx Seîd Efendî jî li Xinûsê bigirin û bidin dadgehê, ji Şêx Seîd re dibêjin divê tu herî îfadeyê bidî û dê te bigirin lê hevdem jê re dibêjin neçe. Wê demê Şêx Seîd dest bi avakirina meclis û şêwirê kir.
Rûdaw: Baş e, Şêx Seîd ji aliyê leşkerî ve ewqasî bihêz bû ku bikare li hember Tirkan raweste?
Abdulilah Firat: Şêx Seîd ji bira û xizmên xwe re dibêje, eger ez bi tenê bim, ger tizbiyê min tekane çeka min be, ez ê dîsa li hember wan rawestim û cîhadê bikim lê gelo ez ê bi ser kevim an na, bêm kuştin an bijîm, ji bo min ne girîng e. Piştî ku li hespê xwe siwar dibe, jina Şêx Seîd Fatima xanimê derdikeve ser rêya wî, dest bi girî dike û jê re dibêje: Baş e, zarokên te yên hûr hene, xelkê daye pey te, tu dê biçî ku, çima dixwazî bibî sedema sergerdanî û perîşaniya me?
Şêx Seîd bersiva wê dide û dibêje: Fatima, Fatima, jina hezretê Hisên keça Kesra bû, jineke pir maqûl bû, wê jî nola te heman tişt ji mêrê xwe re got, hezretê Hisên tu dê biçî ku? Wî jî bersiva wê da û got ez diçim cîhadê ku li ser me ferz e û ji wan re dibêje ez dizanim ku hûn ê perîşan bibin lê namûsa we dê parastî bimîne, loma ez jî heman soza hezretê Hisên didim we, namûsa we eybdar nabe lê hûn ê perîşan bibin û dê birçîtî û kambaxî berî bidin we.
Rûdaw: Çima li Diyarbekirê bi ser neket, gelek caran behsa xiyaneta eşîran li Şêx Seîd tê kirin?
Abdulilah Firat: Mistefa Kemal berê tevdîra xwe kiribû. Mistefa Kemal mirovekî jîr û bi bername bû, xwediyê ezmûneke baş bû, di artêşa Osmaniyan de efserekî payebilind bû, şer dîtibû, dinya nas dikir, xelk nas dikir, tew wî Siltan Wehdedîn jî xapandibû. Seba vê armancê civîneke civakî ji axa, şêx, beg û serokeşîrên Diyarbekirê re organîze kir, pere da wan, ew vexwendin û birin nav artêşê.
Li Diyarbekirê qesreke wî hebû. Herwisa li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê beşdarî nimêja cimaetê bû, xortên Kurd civandin û reklameke baş ji xwe re kir. Tewra diçe cem şêxekî Kurd ê pir navdar û mezin (nizanim navê wî eşkere bikim an na) û jê re dibêje, min bavê xwe nedîtiye, herwiha ez nizanim gelo bavê min heye yan na, ez sêwî me, lê ez pir ji te hez dikim, ma tu naxwazî bibî bavê min?
Kêfa şêxê Kurd ji van gotinan re tê û dibêje: Bi memnûnî, axir tu serokê artêşê yî, tu Mistefa Kemal î, dewlet di destê te de ye, ez ê bi kêfxweşî te wekî kurê xwe qebûl bikim.
Rûdaw: Ango wî Kurd xapandin û Kurd li dij Şêx Seîd derketin?
Abdulilah Firat: Hin eşîrên wekî Hesenan û Cibrî pê re bûn lê Kurdên din ku bûn dostên Mistefa Kemal li dij Şêx Seîd derketin, bêguman ev yek bû sedema têkçûna Şêx Seîd li eniya Amedê.
Rûdaw: Heke em behsa Mela Seîdê Nûrsî bikin, têkiliya wî bi Şêx Seîd re çawa bû, ti rolek di şoreşa Şêx Seîd de gerand?
Abdulilah Firat: Berî ku Şêx Seîd dest bi xebata xwe bike, nêzîkî 100 muderisên wî hebûn û nêzîkî 150 xelîfeyên wî hebûn, ji wan xwest ku herin li Kurdistanê bigerin, dest bi propagandayê bikin û ji xelkê re ragihînin ku wan cîhad li ser me ferz kiriye, bigerin kes di mala xwe de nemîne heta em bibînin bê Xwedê çi deriyekî ji me re vedike.
Mala Ebdilrehman Axa li Şuşarê bû, serokê eşîra mezin a Qirbaşan bû, şevekê Şêx Seîd li mala wan dimîne. Şêx Seîd gazî Axa dike û dibêje: Min îşev xewneke ecêb dît! Axa jî dibêje: “Xwedê xêr ke Efendî.” Şêx Seîd dibêje: Di xewna min de, şêrekî ji pencereya vê mala te êrişî min kir, lê tenê tizbiyê min di destê min de bû, min nikarîbû zora şêr bibim! Ji Ebdilrehman Axa re dibêje, gelo tu dikarî xewna min şîrove bikî? Axa dibêje: Qurban, tu ji min baştir dikarî xewna xwe şîrove bikî.
Şêx Seîd dibêje ku ew şêr Mistefa Kemal e, ez dizanim ku ez ji heqê wî nayêm der lê di xewna min de hezretê Pêxember ji min re got: "Seîd serî hilde, ji ber xatirê ola me cîhadê bike, Xwedayê mezin pileyeke mezin bike para te." Êdî Şêx Seîd ji gelek mezinên Kurdan re nameyan dişîne.
Rûdaw: Li dij dewleta Tirkiyeyê ti fetwayek da?
Abdulilah Firat: Name mane, Şêx Seîd ew bi destê xwe nivîsîne, min di pirtûka xwe de nêzîkî pêncî ji wan nameyan wergerandine. Bêguman fetwa dabû, min diyar kir ku Şêx Seîd dibêje divê em cîhadê bikin, em nikarin wan pêncsed ayetên ku behsa cîhadê dikin înkar bikin. Cîhada me jî dijî zilmê ye, dijî qedexekirina xwendina olî ye.
Rûdaw: Çima Mela Seîd beşdarî Şoreşa Şêx Seîd nebû?
Abdulilah Firat: Beşdar bû, lê Mela Seîd wê demê li Stenbolê bû. Di destpêkê de ligel Îtîhadçiyan bû lê tê derxist ku Cemal Paşa û Telet Paşa bêol in, loma dijî wan derket û ji wan veqetiya. Li Stenbolê bi ronakbîr û zanayê Kurd ê mezin Seyid Ebdilqadir re rojnameyek derxist û di wê rojnameyê de gotar belav dikirin, nivîskarên Kurdistana Îraqê jî nivîs û gotar tê de belav dikirin.
Rûdaw: Eger em behsa girtina Şêx Seîd bikin, gelo hûn ê behsa rola xirab a xizmê wî Qasim (Qaso) di dema girtina wî de bikin?
Abdulilah Firat: Belê wisa ye. Qaso pismamê Xalid Begê Cibrî ye. Xalid Begê Qaso parast, ger na dikaribû rê lê bigirta. Dema Kemal Ataturk di sala 1924an de bi sedema erdheja Erziromê serdana wî bajarî dike, Qaso diçe wî dibîne û ji Mistefa Kemal re dibêje ku Xalid Begê Cibrî Rêxistina Azadiyê ava kiriye, metirsiyeke mezin heye, divê tu demildest wan bigirî, ji wan bihêztir jî Şêx Seîd e ku piştevaniya wan dike, loma wî têxe jêr çavdêriyê û nehêle şaxên xwe vede. Xalid Begê pê dihese, lê ji heqê Qaso nayê der.
Kurdên ronakbîr ên Stenbolê hatin Erziromê û gotin ku ew ê ji bo rûmeta Mistefa Kemal pêşbirkeke hespsiwariyê li dar bixin, dixwestin Mistefa Kemal bikujin, lê Qasim Begê nehişt. Qasim hem pismamê Xalid Beg, hem zavayê wî ye, herwisa bûrayê Şêx Seîd bû jî. Mirovekî bê ol bû, dest bi fitne û fesadiyê kir.
Rûdaw: Şêx Seîd berî ku were girtin niyeta wî hebû biçe Îranê?
Abdulilah Firat: Dema çûn Diyarbekirê ku artêşa Tirkî lê bû, xelk piştevaniya Şêx Seîd nakin, ji bo têkeve sûra bajêr, çimkî heke dîwar derbas bikirina, dê li qezenca Şêx Seîd kuta bibûya. Axa û şêxan piştevaniya Mistefa Kemal kir û pişta xwe dan Şêx Seîd: Xiyanet kirin.
Ez dixwazim vê jî bibêjim ku berî şoreş dest pê bike, Seyid Ebdilqadir li Stenbolê Mela Seîdê Kurdî erkdar dike ku biçe cem Şêx Seîd, wî bibîne û bizane ka ew çi dixwaze û rewşa wî çawa ye. Êdî dişîne pey Şêx Seîd da ku were Erziromê, 15 rojan şêwir û gengeşeyê dikin, şêwirekê ava dikin û dibêjin divê em daxwazên xwe bidin Mistefa Kemal, eger bi daxwazên me qayil bû baş e, heke na em ê cîhadê li dij wî îlan bikin. Wisa projeya ku amade kiribûn, hem ji Ataturk re û hem jî ji serokeşîrên Kurd re şandin.
Rûdaw: Ataturk bersiva wan dabû?
Abdulilah Firat: Ataturk pêşniyara wî qebûl nekiribû, jixwe wî hemû dibistanên olî rawestandibûn, qanûnên berê ji holê rakiribûn, xelîfetî hilweşandibû û rejîmeke Ewropayî ava kiribû.
Rûdaw: Çima Şêx Seîd daxwaza hilweşandina tiştên ku Atatuk red kiribûn, dikir?
Abdulilah Firat: Daxwaza wan ew bû ku Îslam desthilatdar be.
Rûdaw: Çima tenê Kurdan daxwaz dikir ku desthilateke îslamî li Tirkiyeyê hebe?
Abdulilah Firat: Ev daxwaza Tirkan jî hebû, lê Ataturk zûzûka axa û beglerên wan tepisand.
Rûdaw: Ti belgeyek li ser dadgeha Şêx Seîd ketiye destê we?
Abdulilah Firat: Parlamentoya Tirkiyeyê ew belge di şeş cildan de weşandin. Diyar e ku belge bi zimanê Osmanî ne. Parêzname û mektûbên Şêx Seîd tê de hene. Şêx Seîd di parêznameyên xwe de bi ti hawî poşman nebûye û ji wan re gotiye ku ez neçar bûm li hember zilm û stema we têkoşînê bikim.
Rûdaw: Gelo rast e ku Şêx Seîd gotiye ez jî yek ji wan kesan im ku xebat kirine û ez ne serok im?
Abdulilah Firat: Wiha negotiye. Dadgehê jê pirsî: "Ma tu tenê zanayê olê yê vê cîhanê yî?" Ew jî dibêje, “Haşa, ez ne bi tenê me, lê min wiha bawer dikir ku ev erkek e û ketiye ser milên min û divê ez bi cih bînim.”
Rûdaw: Tirkan bi zanetî di rojnameyên xwe yên navxweyî de nivîsandibûn ku tevgera Şêx Seîd tevgereke neteweyî ya Kurdî ye, dema ji bo Ewropiyan jî axivîne, gotine tevgereke îslamî ye?
Abdulilah Firat: Mistefa Kemal fermanekê ji bo rojnameyan derdixe û dibêje ji Ewropiyan re bibêjin ku ev tevgereke îslamî ye û ji bo hundir jî binivîsin tevgerek ji bo Kurdistanê ye. Propagandaya wan wiha bû ku dixwazin li Kurdistanê dewletekê çêbikin û li derve jî xîlafeta îslamî ava bikin. Ev ne tenê axaftin e, li dewsê belge jî hene û min ew di pirtûka xwe de jî belav kirine.
Rûdaw: Li gel Şêx Seîd çend kesên din hatin bidarvekirin?
Abdulilah Firat: 49 kes hatin bidarvekirin, lê di şoreşa Şêx Seîd de 200 hezar kes şehîd ketin.
Rûdaw: Belge hene ku 200 hezar kes şehîd ketine?
Abdulilah Firat: Piştrastkirina vê hêsan e. Li her gundekî 10 ta 20 kesan kuştin. Mesele zelal û eşkere ye. Navê gundan û hejmaran diyar e, sûc bi xwe eşkere ye. Komkujiyeke mezin çêkirin û yên ku nehatin kuştin jî hemû sirgûn kirin.
Rûdaw: Ango ew 200 hezar kes nehatine daliqandin lê hatine qirkirin?
Abdulilah Firat: Erê, diçûn gundan, gund dişewitandin, şêniyên wan kom dikirin û ew bi tifingan dikuştin.
Rûdaw: Kesên nêzîkî Şêx Seîd hatin daliqandin?
Abdulilah Firat: Sê birayên wî şehîd ketin û hin ji wan jî reviyan, ji xizmên wî yên nêzîk jî dor heft ta heşt kesan şehîd ketin.
Rûdaw: Ji kesên ku bi Şêx Seîd re hatin girtin, kesî lêborîn xwest ji bo ku wan nekujin?
Abdulilah Firat: Na.
Rûdaw: Seyid Riza piştevaniya Şêx Seîd dikir?
Abdulilah Firat: Na, elewiyên Dêrsimê dijî Şêx Seîd bûn. Ji xeynî yek an du kesan, piraniya wan dijber bûn. Li hin cihan jî, rênîşanderiya Mistefa Kemal kirin.
Rûdaw: Sedema vê dijayetiyê çi bû, mesele Sunî-Şîe bû yan tiştekî din bû?
Abdulilah Firat: Mesele çi bû, bo nimûne Xalid Beg kurê Mehmûd Beg ji eşîra Cibriyan bû, Cibrî cîranên elewiyên Vartoyê bûn. Berî 200-300 salî nakokî, şer û pevçûn li navbera wan hebûn. Ji ber qehra Cibriyan dijayetiya Şêx Seîd dikirin. Ew bi xwe wiha dibêjin ku ger Xalid Beg ne bi Şêx Seîd re bûya, me jî xiyanet nedikir.
Rûdaw: Lê Xalid Beg berî Şêx Seîd hat bidarvekirin?
Abdulilah Firat: Belê, rast e.
Rûdaw: Çima gora Şêx Seîd ne xuya ye?
Abdulilah Firat: Em cihê wê zehf dizanin. Di dema darizandina xwe de wesiyetnameyek nivîsiye û wiha tê de dibêje: Ya yekem rê bidin li ser gora min ziyaretgehekê çêbikin, ya duyem jî pereyên ku li pey min bimînin bidin zarokên min. Lê tu yek ji van cîbicî nekirin.
Rûdaw: Ango hûn dizanin ew li ku hatiye veşartin?
Abdulilah Firat: Cihê veşartina wî xuya ye û li Diyarbekirê ye lê ne diyar e ka termê wî hîn li wir e yan na. Mesele eşkere ye. Dema ew veşartin, bi hezaran kesan ew dît. Di dema şehadeta wî de, bi deh hezaran kesan ew dîtine û bihîstine. Gava Şêx Seîd anîn Diyarbekirê, du leşker wekî nobedar li her du aliyên wî bûn, bi marş û muzîka leşkerî merasîmeke mezin li dar xistin.
Kesekî bîranînên xwe nivîsiye û dibêje ku temenê wî wê çaxê 17 sal bû gava ku Şêx Seîd anîn Diyarbekirê, dibêje em li keviya rê rêz bûbûn ji bo ku em Şêx Seîd Efendî bibînin, gava Şêx Seîd Efendî giha Diyarbekirê, bi destên xwe silav li xelkê veda, tewra hespê wî jî bi serê xwe silav li xelkê dikir. Herwiha dibêje ku kesekî Kerkûkî ku giraniya wî nêzî sed kîloyî bû dixwest bêrêziyê li Şêx Seîd bike, rabû xelkê êrişî wî kir da ku wî bixeniqînin, lê leşkeran pêşî li xelkê girt, paşê cehimî û berî da Kerkûkê.
Rûdaw: Têkiliya Şêx Seîd û Şêx Mehmûdê Hefîd hebû?
Abdulilah Firat: Rû bi rû hevdu nedîtin, lê name ji hevdu re dişandin.
Rûdaw: Ew name mane?
Abdulilah Firat: Şêx Seîd jê re nivîsîbû, nehêlin Îngilîz têkevin Kurdistanê ji ber ku hema ku bêhna petrolê kirin, êdî wê fitne û gendeliyê belav bikin, dê we û Ereban berdin hev, dê Kurrdan bi xwe jî berdin hev, dê nakokiyan têxin nav eşîrên Kurd, çawa dibe bila bibe nehêlin ku Îngilîz werin Kurdistanê, nemaze li Kerkûkê xwedî derkevin û nahêlin kes bikeve Kerkûkê, Kerkûk rêya rizgariya we ye.
Rûdaw: Pêwendiya wî bi Barzaniyan re çawa bû?
Abdulilah Firat: Min ji kekê Mesûd Barzanî û kekê Salih (xwarziyê General Barzanî bû) bihîst ku Mela Mistefa û Şêx Ehmed hatine Bakurê Kurdistanê, Mela Mistefa hivdeh-hejdeh salî bû, Şêx Seîd Efendî jê re got dev ji şêxîtiyê berde û bila birayê te Ehmed mijûlî şêxîtiyê be, wî hembêz dike û dibêje êdî navê te Mela Mistefa ye. Kak Mesûd anî ziman ku bavê min ji min re digot, dema Şêx Seîd ez hembêz kirim hesteke ecêb li min ket, ruhekî moralî da min, piştî ku dibe bîst salî dest bi xebat û têkoşîna xwe dike. Min jî û wî jî di pirtûka xwe de behsa wê hevdîtinê kiriye.
Rûdaw: Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd, çi hat serê malbata we?
Abdulilah Firat: Piştî şehadeta Şêx Seîd, mêran koçî Îranê kir û ji wir jî derbasî Kurdistana Îraqê bûn, piştre jî çûn Bexdayê. Jin û zarok jî sirgûnî Spartaya li nik Îdirê kirin, nêzî pênc salan li wir man, paşê hatin efûkirin û vegeriyan Xinûsê. Lê piştî du salan dîsa têne cîhilkirin. Ez bi xwe li Tiraxê li sirgûnî û xerîbiyê hatim dinê, em rastî gelek êş û zehmetiyan hatin. Timî mal bi leşkeran dihatin dorpêçkirin. Nedihiştin bi kesên li derveyî xwe re biaxivin û têkiliyan çêbikin, walî ji xelkê re dibêje bi ti hawî nabe bi Elî Riza re biaxivin, nabe jê re bibêjin Şêx Elî Riza, nabe serdana mizgeftê bike û bi vî awayî wî di bin çavdêriyeke tund de dihêlin.
Rûdaw: Hûn heta kengî li sirgûniyê man?
Abdulilah Firat: Em hejdeh salan man, em gelek caran hatin girtin û zêrandin.
Rûdaw: Te Mela Seîdê Nûrsî ji nêz ve dîtiye, bîranînên te pê re hene?
Abdulilah Firat: Belê, min ew ji nêz ve dîtiye. Di 3yê çileya paşîn (January) a sala 1960î de, roja çarşemê bû, em li Enqereyê bûn, yek ji mirîdên Nûrsî hat û got ku Mela Seîd amade ye pêşwaziya Şêx Ezîz bike. Ji ber vê yekê em bi Şêx Ezîz û Şêx Selahedîn re çûn dîtina Mela Seîd. Li ser kolana Denizdillerê, li otêla bi navê Beyrûtê dima. Mela Seîd lap pîr bûbû. Du mirîdên wî pê re bûn. Şêx Selahedîn Efendî û Şêx Ezîz li ser qenepeyan rûniştin. Du parêzerên Mele Seîd hebûn, navê yekî Seîd Ozdemîr û yê din jî Tîlo bû, timûdayim bi Mela Seîd re bûn, wê rojê jî li wir bûn. Em li ser erdê rûniştin. Mela Seîd got ez pir bi hesret bûm ku we ji nêz ve bibînim, lê îmkana min nebû, berê li Spartayê çavê min bi we ket, lê piştî wê ez bi qasî hivdeh-hejdeh salan di girtîgehê de mam, hûn li sirgûnê bûn û ez jî di girtîgehê de bûm, nedihiştin kes serdana min bike û kesî bibînim.
Rûdaw: Hûn bi Kurdî diaxivîn?
Abdulilah Firat: Di destpêkê de, dema ku em rûniştin lêborîn xwest û got ku yên bi min re Tirk in û bi Kurdî nizanin, loma eger em bi Kurmancî bipeyivin dibe ku gumana wan here ser tiştekî, loma ez ê bi Tirkî bixivim. Lê mamê min Şêx Selahedîn Efendî pê re bi Kurdî diaxivî û Şêx Ezîz Efendî jî bi Tirkî pê re diaxivî.
Behsa zulm û neheqiya ku li wan hatibû kirin dikirin, herwisa got ku Xwedayê mezin ew rûmeta mezin da min ku ez bi dîtina Şêx Seîd Efendî şa bibim. Ew qas bi hesret dipeyivî ku dihat min îqna bike, Şêx Seîd wer bawer dikir ku ez li dij wî me, lê min got: 'Efendî, tu çawa difikirî ez jî wiha difikirim.' Mela Seîd Kurdî baş dizanibû û zimanê wî yê dayikê Kurdî bû.
Rûdaw: Mela Seîdê Nûrsî Kurdayetî dikir?
Abdulilah Firat: Pêşî Kurdayetî dikir, Kurdçî bû lê piştre bû şerîetçî. Di destpêkê de Kurdçî bû.