Saîd Elçî û Dr. Şivan çawa hatin kuştin?
Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan li ser Kuştina Saîd Elçî û Dr. Şivan wiha got, “Saîd Elçî biryar dide serdana Mela Mistefa Barzanî bike û giliyê wan bike. Lê Dr. Şivan, Saîd Elçî li ser sînor digire, wî îşkence dike û paşê dikuje. Piştî kuştina Saîd Elçî, Mistefa Barzanî biryara îdamkirina Dr. Şivan û xortekî ji Qulpê dide. Yên mayî jî hemû reviyan Ewropayê. Ez bi xwe bi wan tevan re axivîme û wan bûyer piştrast kir.”
Li ser derketina Abdullah Ocalan û derketina PKKyê Aslan got, “Tirkiyeyê dixwest dest bi serhildaneke Kurdî bê kirin ku di bin kontrola wê de be qene bi hewesa xwe bilivîne, loma diçûne gundan, xelk dikuştin. Li wî milî ku Hafiz Esed mêze kir desthilatdarên Tirk ne li dijî destpêka serhildanekê ne, loma wî jî hewl da komekê bibîne ku li Tirkiyê dest bi serhildanê bike. Ê ji xwe Hafiz Esed dijminê Kurdan bû, tewra mafê hemwelatîbûnê nedida hin Kurdan. Tu yek ji komên Kurdî ew bar ranekir lê Abdullah Ocalan û koma xwe qebûl kirin, rabû di sala 1984an de li Dihê dest pê kirin.”
Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan li ser îdamkirina Denîz Gezmîş got, “Tevgera wan ne ya wê yekê bû ku xelk li ser bên bidarvekirin. Bi piranî dibe ku bi 2-3 salên zindanê kuta bibûya. Lê serdema derbekaran bû. Berî wan 3 kes bidarve kiribûn, Menderes û 2 hevalên wî. Lê dest bi avêtina sloganan kirin ku li şûna wan her sê kesan divê 3 kesên çep bên daleqandin. Tiştên sade û xwerû bûn. Bi rastî ne hêja bûn xelk li ser bê îdamkirin. Ez dijî îdamê me. Berê xelk li ser sûcê kuştinê dihatin îdamkirin.”
Beşa 4em a Pencemorê bi siyasetmedar, parêzer û serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan re
Rûdaw: Meseleya çepên radîkal li Tirkiyeyê ber bi pêş ve diçe. Gelek caran behsa Deniz Gezmiş tê kirin. Ma ew kesekî teorîzan bû, radîkal bû, çima ew daleqandin?
Mehmet Alî Aslan: Sala 1968an bizavek li Fransayê dest pê kir, paşê li welatên din belav bû. Li Tirkiyeyê Deniz Gezmiş û hevalên xwe beşdar bûn. Dirûşmekê bilind kiribûn ku dikarin bi rêya artêşê şoreşekê dadin! Min wê demê ji wan re got, artêş artêşa NATOyê ye, di bin destê Amerîkayê de ye, hûn jî li dijî emperyalîzma Amerîkayê ne, ev çawa dibe? Artêş dê çawa alîkariya we bike? Dê berî her kesî we bigirin. Ew ne pir xwendewar bûn, tenê bawerbûn ji wan re bes bû.
Rûdaw: Rêxistina wan hebû?
Mehmet Alî Aslan: Erê hebû. Gava ez serokê Partiya Karkeran bûm, min serdana Stenbolê kir. Xwendekarek bi navê Betel Mehatoglu hatibû kuştin. Ez li wir pê hesiyam ku komek heye. xwestin em hev bibînin, ez jî razî bûm û min gote wan kerem bikin werin baregeha me û em ê xeber bidin. Lê wan got em nayên ku li baregeha Partiya Karkeran bicivin! Ji me xwestin ku em biçin cem wan.Min jî caba wan da, ez serokê partiyê me, çawa dibe ez bêm nik we? Hûn tevgereke neqanûnî ne, nabe partiyeke xwedî molet bê nik we û ligel we bicive? Rabû nehatin.
Min berê parêzerî ji bo hevalên wan kiribû. Nûnerê Balyozxaneya Amerîkayê bi navê Komel semînerek li Zanîngeha Orta Dogu (Rojhilata Navîn) li dar xist. Bi qestî erebeya xwe bê ti nobedarekî li pêşber zanîngeha rawestandibû qene bişewitînin. Komel kesekî sûcdar û kirêt bû, beşdarî şerê Vîetnamê bûbû, endamê CIAya Amerîkî bû û destên wî bi xwîna mirovan sor bûbûn, rabû agir berdan otomobîla wî û şewitandin. Kesên bi vî karî rabûn hatin girtin û darizandin, lê Denîz reviya. Tiştên sosret dikirin.
Rûdaw: Çekên wan hebûn?
Mehmet Alî Aslan: Erê, çekên wan hebûn. Rojekê li baregeha partiya me civîneke me hebû. Guleyek li cama odeya civîna me xistin. Ti nemabû li serê Yaşar Kemal bikeve. Paşê em pê hesiyan ku Mahir Çayanê ku ser bi wê komê bû gule berdabû. Ew nediçûn ser partiyên siyasî yên dî yên Tirkiyeyê wekî Partiya Komarî yan Partiya Nû ya Tirkiyeyê, armanca wan Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû.
Rûdaw: Çima Deniz Gezmiş hat îdamkirin?
Mehmet Alî Aslan: Tevgera wan ne ya wê yekê bû ku xelk li ser bên bidarvekirin. Bi piranî dibe ku bi 2-3 salên zindanê kuta bibûya. Lê serdema derbekaran bû. Berî wan 3 kes bidarve kiribûn, Menderes û 2 hevalên wî. Lê dest bi avêtina sloganan kirin ku li şûna wan her sê kesan divê 3 kesên çep bên daleqandin. Tiştên sade û xwerû bûn. Bi rastî ne hêja bûn xelk li ser bê îdamkirin. Ez dijî îdamê me. Berê xelk li ser sûcê kuştinê dihatin îdamkirin.
Rûdaw: Kes ji ber siyasetê nehatiye îdamkirin?
Mehmet Alî Aslan: Kirasekî siyasî lê kirin lê ne hêja bû ku xelk li ser bê daleqandin.
Rûdaw: Di sala 1965an de partiyeke Kurdî bi dizî (neqanûnî) hat damezrandin. Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê, haya we jê hebû ku partiyeke wiha hatiye damezrandin?
Mehmet Alî Aslan: Di destpêkê de parêzer Faîk Bucak ji Rihayê bû, ew partî ava kir. Faîk ez vexwendim, dixwest em jî beşdarî damezrandina wê partiyê bibin lê min pir jê xwest ku ew bibe endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Axir zirar nedikir û îmkana çûna wî ya parlamentoyê jî hebû lê wî digot ez ê wekî kandîdê serbixwe beşdar bibim, ger ez bi ser ketim ez ê tev li partiya we bibim lê min got tiştekî wisa nabe. Cara duyem min gazî Mihemed Emîn Bozarslan kir. Em bi hev re çûn Rihayê û bi Faîk re axivîn, lê em negihiştin encamê. Malbata Faîk li Siwêregê rûdinişt. Dijminatiya wan hebû, dijminên wî piştgiriya cendirmeyan dikirin, dema mijûlî dagirtina benzînê dibe, derba xwe lê tînin û wî dikujin. Piştî kuştina Faîk, Saîd Elçî bû serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê.
Rûdaw: Bi dîtina te, ew çax ne dema damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiyeyê bû?
Mehmet Alî Aslan: Na, çima na? Ez ne ligel partiyeke neqanûnî û nihênî bûm û dijî şer bûm jî. Çend kes li dora hev kom dibin, ew tenê ne, haya kesî ji wan tune, natirsin jî, bi kêfa xwe dabaşa her tiştî dikin, behsa Kurd û Kurdistanê dikin lê qala aboriyê nakin, qala birçîbûnê nakin, tenê çend stûnên wan hene: Em Kurd in û Kurdistan heye! Van tiştan jî tenê di nav xwe de dibêjin. Li derveyî wan kes ji wan nabihîze. Bê guman sîxurek jî di nav wan de peyda dibe, çi ser bi MÎTê yan cihekî din be. Êdî wan digirin û sûcdar dikin. Ez beşdarî dadgehkirinên wan bûme. Seba van tiştan min ji wan dixwest ku bi eşkere û qanûnî kar bikin çimkî tu di civînên sedhezarî de ji xelkê re dipeyivî, lewra divê tu zana bî, gotinên baş bikî lê ji bo partiyeke girtî û neqanûnî, ev tişt ne hewce ne.
Rûdaw: Saîd Elçî û Dr. Şivan hevalbendên hev bûn, bîr û baweriya wan cihê bû?
Mehmet Alî Aslan: Saîd Elçî rastgir bû lê Dr. Şivan jî çep bû. Wekî me got, piştî Faîk Bucak, Saîd Elçî bû sekreterê Partiya Demokrat.
Rûdaw: Her duyan jî kurdayetî dikir?
Mehmet Alî Aslan: Erê kurdayetî dikirin lê Saîd Elçî ne pir zana bû loma partiya wan bi başî nediçû pêş. Hevalên wî fikirîn kesekî xwendewar bikin serokê partiyê qene xebata partiyê ber bi pêş ve biçe. Saîd Elçî wer caba wan dide, dibêje herin Mehmet Alî Aslan îqna bikin ku bibe serokê partiyê, ez ê jî qebûl bikim, heke Mehmet neyê, çi kesekî din be em ê wî bikin endamê polîtbîroyê. Saîd li girtîgehê serdana Dr. Şivan dike û wan dibîne.
Li zindanê Saîd îqna dikin ku bibe endamê polîtbîroyê û li jêr rêberiya wan kar bike, ew jî qebûl dike. Piştî vê serdana Kurdistanê dike û bersivê ji wan re dişîne ku sekreteriya partiyê ava kiriye û ew bi xwe serokê partiyê ye û divê li gorî qewîtiyên wî (Saîd Elçî) tev bigerin. Ev dibe sedema hêrsbûna Dr. Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan). Li hêla din Saîd Elçî hêrs dibe û biryar dide serdana Mela Mistefayê Barzanî bike û giliyê wan bike. Lê Dr. Şivan, Saîd Elçî li ser sînor digire, wî îşkence dike û paşê dikuje.
Rûdaw: Gelo bi rastî Dr. Şivan, Saîd Alçî kuştiye, ma ti rola MÎTa Tirk di kuştina Saîd Elçî de nebû?
Mehmet Alî Aslan: Bêguman, rast e. Dr. Şivan ew kuşt çimkî ez bi xwe ligel gelek kesên ku li derdora Dr. Şivan bûn û kesên ku bi wî re bûn û haya wan ji wê meseleyê hebû, axivîme. Piştî kuştina Saîd Elçî, Mistefa Barzanî biryara îdamkirina Dr. Şivan û xortekî ji Qulpê (Pasûr) dide. Yên mayî jî hemû reviyan Ewropayê. Ez bi xwe bi wan tevan re axivîme û wan bûyer piştrast kir.
Rûdaw: Heke wer be, meseleya kuştina Dr. Şivan ne meseleyeke siyasî bû lê meseleyeke sûcê bû. Kesekî kesekî din kuştiye. Wî Saîd Elçî kuşt, şoreşê jî Dr. Şivan li ser vê kuştiye?
Mehmet Alî Aslan: Meseleyeke siyasî bû. Ez bi Dara Tofîq re axivîm, min ji wan pirsî we çima Dr. Şivan daleqand? Di bersivê de got ji ber ku wî Saîd Elçî kuştibû lê min di nav gotinên wî de ev yek xwend û gote min, Mela Mistefa nexwestiye navbera wî û Tirkan xera bibe, tewra ev wesiyeta wî ji kurên wî re ye jî ku navbera xwe û Tirkiyeyê têk nedin, bi baweriya min wî karekî rast û aqilmend kiriye! Ji hêla din ve, Dr. Şivan bi hişekî Kastroyî hatibû Kurdistanê û dixwest şerekî bide destpêkirin. Ez wer jê fêm dikim ku ji ber vê bû, ew efû nekirin.