Demîrel: Peymana koçberan hişt ku Tirkiye li Sûriyeyê operasyonên leşkerî bike
Endama Parlamentoya Ewropayê Ozlem Demîrelê got, “Peymana koçberan hişt ku Tirkiye li Sûriyeyê operasyonên leşkerî bike.”
Ozlem Demîrelê li ser helwesta Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ya ji bo pêvajoya aştiyê diyar kir ew ji bo pêvajoya aştiyê ti gavan naavêjin.
Demîrelê got, “Em wekî koma çepgir mafê mirovan diparêzin û mafê penaberan mafê mirovahiyê ye.”
Ozlem Demîrel li ser nêzîkbûna rastgiran a li hemberî koçberan anî zimên, "Beşa rastgir bi taybetî aliyên çandî û neteweyî dide pêş.”
Endama Parlamentoya Ewropayê Ozlem Demîrel li ser rola Tirkiyeyê ya di NATOyê de wiha axivî:
“Di çarçoveya NATOyê de rola Tirkiyeyê mezintir bûye, me xwest ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.”
Ozlem Demîrelê li serm Kurdên li Bakurê Kurdistanê got:
"Divê Kurd bi berxwedana demokrasiyê ya li Tirkiyê re bibin yek, Divê gelê Tirkiyeyê rabe û bibêje em naxwazin Kurd bên bişaftin.”
Endama Parlamentoya Ewropayê Ozlem Demîrel bû mêhvana Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin:
“Mafê penaberan jî mafekî mirovî ye”
Rûdaw: Hûn bawer dikin ku niha pirsgirêka sereke li Ewropayê pirsgirêka penaberan e?
Ozlem Demîrel: Beriya her tiştî divê em xetekê li binê vê rastiyê deynin ku di nava Yekitiya Ewropayê de bi salan e mijara koç û penaberiyê tê gotûbêjkirin lê eger hûn ji min bipirsin, ez dê bibêjim li ser bingeheke şaş tê gotûbêjkirin.
Siyaseta ku Yekitiya Ewropayê dimeşîne, di salên dawî de bi yek armancê û heta bi sernaveke tenê derdikeve pêş. Ew siyaset li ser bingeha nehiştina koçber û penaberan li welatên Ewropayê dihat meşandin.
Li cîhanê di rewşa niha de atmosfereke wiha heye ku şerek li pey ê din derdikeve û berdewam dikin. Bi rastî çi di aliyê guherîna keşûhewayê de çi jî di aliyê pîşesaziyê de be welat û dewletên mezin bişaftin û guvaştina welatên xizan zêde kirine û mirov neçar dimînin ku ji welatên xwe derkevin.
Em wekî koma çepgir, siyaseta xwe li ser bingeha parastina mafê mirovan datînin. Mafê penaberan jî mafekî mirovî ye. Siyaseta me li dijî faktokên ku dibin sedema koçberiyê, ango dihêlin ku mirov ji neçarî ji warê xwe derkevin, têdikoşe û niha siyaseta Yekitiya Ewropayê rasterast li dijî vê yekê ye.
Piştî van hilbijartinan, bihêzbûna baskê rastgirên zêde mihafezekar jî wê bibe sedem ku ev mijar di demên pêş de zêdetir di asteke negatîv de bê gotûbêjkirin.
“Em li cîhaneke tijekrîz û şer dijîn”
Rûdaw: Hûn bawer dikin ku mijara penaberan partiyên rastgir zêdetir xurt dike?
Ozlem Demîrel: Bê guman partiyên rastgir demagojî kir lê eger em bibêjin sedema vê yekê tenê mijara koçberan e dê şaş be. Binêrin! Dema derbasbûyî cîhana me, krîz li pey krîzê derbas kir û nîşanî me da. Şerekî li pey ê din rû da, wate em li cîhaneke tijekrîz û şer dijîn. Ev cîhan cîhaneke wiha ye ku guman û tirsên gelan zêdetir dike.
Li vir jî baskê mihafazekar û rastgir, bi taybetî cudahiyên çandî û neteweyî derdixin pêş û di aliyê neyênî de zêdetir bersiva neteweperestan didin. Siyaseteke wisa dimeşînin. Ev tirs û guman sedemên sereke ne.
Lê belê rast e di vê cîhana qeyran û şeran de demagojiya rastgiran bê guman zêdetir di nava xelkê de deng veda. Ya girîng ew e ku di vê cîhana şer û qeyranan de, em ji bo aşitiyê û ji bo edaleta civakî siyasetê bimeşînin. Dibe ku di vê mijarê de aliyên çepgir ên pêşverû di siyaseta xwe de lawaz mabin.
Di van gotûbêjan de baskê mihafazekar û rastgir di nava Yekîtiya Ewrûpayê de zêdetir bihêz bû. Pirsgirêk di vê siyasetê de heye. Baskê rastgir ti carî nebû bersiv ji bo pirsgirêkan. Di aliyê pêwîstiyên civakî de ji bo xelkê Yekitiya Ewropayê jî nabin bersiv. Berovajî vê yekê, ew mirovan dixin hemberî hev û siyaseteke bi pêşdaraz bi cih dikin.
“Peymana koçberan bû sedema ku Erdogan êriş bike û şer gur bike”
Rûdaw: Mezinbûna pirsgirêka koçberiyê yan ji zêdebûna hejmara koçberan dê bibe sedem ku pirsigêka welatan bi rêya diyalogê çareser bibe?
Ozlem Demîrel: Eger hûn bibêjin rê li ber vê tê girtin an na, ji xwe bi salan e ev siyaset tê meşandin ango ev pirs wisa şaş e. Ji xwe siyaseta Yekitiya Ewropayê ne siyaseteke nû ye û piştî bihêzbûna baskê mihafazakar û rastgir derneketiye holê.
Hûn dizanin di salên dawî de Yekitiya Ewropayê ji bo koçberan dûrî vir bigire, siyasetekê dimeşîne ku berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk dide pêş. Mixabin di vê mijarê de sê siyaseta wan neguhere lê wê tiştekî wiha çêbibe.
Heta niha Yekitiya Ewropayê her tim xwe wekî yekitiyeke ku nirx û mafê mirovan li pêş digire nîşan dida û li seranserî cîhanê, çi li Afrîka yan li Rojhilata Navîn be berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk diparastin lê niha, piştî serkeftina baskê mihafezekar û rastgir, dibe ku ev nirx û mafê mirovan di gotinê de jî cihê xwe negirin.
Berovajî wê, wê siyaseteke tûndtir, siyaseteke kîndar derkeve pêşberî me. Di salên borî de jî, berê xwe bidin Sûriyeyê û gelên ku li wî welatî dijîn temaşe bikin. Çi Kurd Suryan çi jî gelê Sûriyeyê be, bi salan e şer lê didome lê Yekîtiya Ewrûpa ji bo wan gelên li herêmê û ji bo bidawîbûna şerê li herêmê tiştek kir? Nexêr nekir.
Yekitiya Ewropayê çi kir? Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re, bi hikûmeta Erdogan re peymana koçberan îmze kir. Ew peymana koçberan bû sedem ku Tirkiye di bin rejîma takekesî a Erdogan de, çend caran li ser hev, bi pêngavên leşkerî li Sûriyeyê hewla kûrkirina şer bide.
Ev siyaset şaş e. Divê em binê wê xêz bikin. Wê siyaseta koçberan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn deriyê çareseriyê veke an na? Eger hûn vê bipirsin, ji xwe sedema zêdebûna ew qas koçberan, nebûna çareseriyê ye.
Temamnebûna şerê li Sûriyeyê nîşana wê yekê ye ku pêngavên pêwîst nehatine avêtin. Yan jî di dema binpêkariyên mafên mirovî de, ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk çavê xwe li ser digirin.
Ka berê xwe bidin şerê ku Îsraîl li Rojhilata Navîn li hemberî gelê Filistînê dike, Yekitiya Ewropayê çi kir? Belê Spanya, Îrlenda siyasetek daye meşandin, wan rexne kirin û xwest tiştekî cuda bikin lê Amerîka û bi taybetî jî dewleta ku siyaseta wê di Yekitiya Ewropayê de serwer e, Almanyayê çi kir?
Bi salan çavên xwe girtin. Wan digot Netenyahu xwe diparêze li wir jî ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn ti gav nehat avêtin.
Nexêr, mixabin nehat avêtin. Ji ber vê jî avêtina pêngavan hinekî jî girêdayî têkoşîna gelê li wê deverê ye. Ev jî ji bo gelên li herêmê, bêyî guhdana ferq û cudahiyên civakî, li ser riya çareseriyê pêngaveke girîng e. Ji bo me tişta girîng ev e: Yekitiya Ewropayê berjeweniyên xwe yên jeopolîtîk nexe pêşiya têkoşîna girîng a gelên li herêmê û bi rejîmên otokratîk re ji bo berjewendiyên xwe hevkariyê neke.
“Ev siyaseta berjewendiyên dewletan e”
Rûdaw: Kurd jî beşeke girîng ya pirsgirêka koç û koçberiyê ne. Hejmara zêde ya koçberên Kurd dibe sedem ku pirsgirêka Kurd bibe mijara parlamentoya Ewropayê?
Ozlem Demîrel: Binêrin! Salên borî me wekî koma çepgir lê ne tenê partiyên çepgir, me partiyên din jî razî kirin û me hewl da.
Çi li Tirkiyeyê çi li Îraqê çi li Sûriyeyê û li Îranê be, serederiya antîdemokratîk a wan welatan li dijî Kurdan, her demê di rojeva me de bû. Di raporên herêmî de jî me binê wê xêz dikir. Bê guman siyaseta ku em dimeşînin li holê ye gelê Ewrûpayê jî piştgiriyeke zêde dide gelên bindest.
Dema em li polîtîkaya dewletê temaşe dikin, em tu pêngavên ku ji bo çareseriyê hatibin avêtin dibînin? Nexêr nehatine avêtin. Çima? Ji ber ku hertim berjewendiyên wan ên jeopolîtîk li pêş bûne. Divê em bi rastî vê qebûl bikin.
Ev ne siyaseta li ser bingeha nirxan e ku Wezîra Karên Derve ya Almanyayê ji me re behs dike. Ev siyaseta berjewendiyan e. Ev siyaseta berjewendiyên dewletan e. Li vir bi taybetî berjewendiyên aborî, berjewendiyên tekelên mezin derdikeve pêş.
Di vê wateyê de, bi rastî ji bo gel pêşeroja xwe li ser bingeheke demokratîktir ava bikin, pêngavên ku hatine avêtin ne bes in. Kengî ev pêngav hatin avêtin? Dema ku gelên li wan herêman hewla guhertinê dan û berev pêş çûn hatin avêtin.
Dema ku hewldaneke zêde hebû, wê demê guherînek jî çêbû. Ji ber vê jî dema em li siyaseta Yekitiya Ewropayê temaşe dikin, divê em nekevin nava xeyalên îdealîst. Berovajî vê, divê em rastiyên heyî li ber çavan bigirin. Divê em binê vê xêz bikin:Jji bo rêgirtina li ber binpêkirina mafên gelan pêngavên ku em bavêjin hene, wekî piştevaniya gelên ku mafên wan tên binpêkirin.
Mixabin, rastiya me niha ev e. Ev rastiya vê cîhanê ye. Ez bawerim, di salên pêşiya me de wê pêwîstî pê hebe ku em zêdetir binê vê rastiyê xêz bikin. Bi siyaseta pragmatîk, wate bi serederiyeke pragmatik em nikarin meseleyê çareser bikin.
“Divê Kurd piştgiriya gelên din jî wergirin”
Divê em binê vê yekê jî xêz bikin. Berxwedana ji bo demokrasiyê, berxwedana ku her tim gelên li herêmê ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe didin bixwe ye. Wekî dizanim Kurd li Îraqê, li Tirkiye, Îran û Sûriyê ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, divê piştgiriya gelên din jî wergirin.
“Divê berxwedana Kurdên Tirkiyeyê bi berxwedana demokrasiyê ya gelên li Tirkiyeyê re bibe yek”
Bêyî vê nabe. Dema em berê xwe bidin Kurdên Tirkiyeyê, divê berxwedana Kurdên Tirkiyê bi berxwedana demokrasiyê ya gelên li Tirkiyê re bibe yek.
Divê gelê Tirkiyê jî êdî rabe û bêje em naxwazin birayên me, hevalên me, rêhevalên me yên Kurd bên bişaftin. Wekî hêza mixalif a pêşverû ya li Yekitiya Ewropayê tiştê ku em bikin, piştdayîna vê têkoşînê ye.
Niha wekî ez dizanim hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan nîne. Berovajiya wê, dema em li Tirkiyeyê temaşe dikin, wekî endameke NATOyê, piştî şerê Rûsyayê rola wê zêdetir bûye. Ji xwe Erdogan wekî mînak vê weke fersend dinirxîne.
“Netanyahu bi deh hezaran zarok, jin û mirovên din kuştin”
Rûdaw: Hûn ji bo şerê li Xezeyê pêşniyariyeke çawa pêşkêş dikin?
Ozlem Demîrel: Lê binêrin bi salane li Filistînê peymaneke bi navê çareseriya du dewletî heye. Gelek biryarên di asta navneteweyî de hene lê ev pêşniyarên çareseriyê, di rastiyê de ti carî nehatin bicihkirin.
Dema em berê xwe bidin 7ê Çiriya Pêşîn û wêneyên ku ji Îsraîlê belav bûn, bi rastî dîmenên tirsnak bûn. Piştî wê jî êriş û qetliama ku Netanyahuyê rastgirê tûnd li dijî gelê Filistînê li Xezeyê pêk anî, bi ti awayî nakeve aqilan.
Ji bo siyaseta xwe, bi hezaran bi deh hezaran zarok, jin û mirovên din kuştin û ev yek qebûl jî kirin. Di wî şerî de, Amerîkayê û bi taybetî jî Almanyayê çek dane wan. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Di gotinê de Yekîtiya Ewropayê her tim binê vê rastiyê xêz dike û pirsgirêka her du welatan jî vedibêje lê divê li ser erdê jî pêngav bên avêtin.
Welatekî wekî Almanyayê behsa çareseriyê dike lê heta niha Filistîn nas nekiriye lê belê di asta navneteweyî de ji salên 61ê ve sînor hatine diyarkirin. Wan digot Dê Yerûsalema Rojhilat bibe paytexta Filistînê lê çûn bi hikûmeta rastgir a Netanyahu re, bi wê rêveberiya rastgir a tûnd re hevkarî kir û dest danî ser axa wan.
Li vir siyaseteke şaş hat meşandin û cîhanê jî çavê xwe lê girt lê gelên cîhanê vê qetliam û zilma li gelê Filistînê tê kirin qebûl nakin. Çi li Amerîka çi li Brîtanyayê heta li Almanyayê jî -ji ber ku siyaseta Almanyayê ji ber bûyerên dîroka xwe hinekî cudadir dimeşe- ango ji çar aliyên cîhanê gel bi xelkê Filistînê re ne.
Wan bang li hikûmeta xwe kir û xwest ew zilm raweste. Hêvî dikim ku demlidest agirbesteke rasteqîne pêk were, leşkerên Îsraîlê vegerin ser axa xwe û ji bo çareseriyê her du alî jî gavan biavêjin. Bi ti awayî ew zextên li ser gelên Filistînê nayêne qebûlkirin. Tişta ku li wir dibe, qetlîameke eşkere ye.
“Divê gel çarenivîsa xwe bi xwe diyar bikin”
Rûdaw: Hewleke we ji bo herêma Kurdistanê heye?
Ozlem Demîrel: Binêrin, ji xwe em wekî komên çepgir her tim vê yekê diparêzin û dibêjin divê gel çarenivîsa xwe bi xwe diyar bikin. Me her tim piştgiriya pêwîst jî kiriye lê divê em binê vê yekê xêz bikin: Dema em li Îraqê temaşe dikin, heta niha jî ji ber şerên cuda yên ku NATO li deverê derxistine, Îraqê di aliyê aborî de jî ti carî aramî nedîtiye.
Hêviya min ew e ku berjewendiyên jeopolîtîk nekevin pêş, çi yên Amerîka çi yên Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê bin. Ango ev bejewndiyên wan nekevin pêşiya paşerojeke baştir ya gelên li wê deverê.
Hêvî dikim ku di dema pêş de jî şer li Îraqê berdewam nekin. Berovajî, ji bo pêşxistin û bihêzkirina demokrasiya wir, pêngav bên avêtin. Raporên Îraqê jî her tim di Parlamentoya Ewropayê de cihê xwe digirin, di raporên herêmî de jî.
Li wir jî eger siyasetek di bejewendiya gelên deverê de were meşandin, em dê jî tiştê pêwîst bikin. Bê gûman ji bo Herêma Xweser a Kurdistana Îraqê jî çarenivîsa xwe bi xwe binivîse û baştir pêş bikeve tişta ji destê me tê em dê bikin.
“Divê Rojava li ser wê maseya aştiyê hebe”
Rûdaw: Ji bo Rojava çi gotûbêj tên kirin?
Ozlem Demîrel: Divê em binê vê yekê xêz bikin ku piştî êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê, ev mijar bi taybetî jî Rojava, wekî rojev di Parlamentoya Ewropayê de derkete pêş. Me jî ji bo rawestandina şerê li wir û ji bo ragirtina pêngavên Tirkiyeya hevpeymana NATOyê û ji bo rawestandina hinardekirina çekan jî me daxwazên xwe pêşkêş kirin lê mesele ne tenê rawestandina firotina çekan e jî,tişta ku me xwest em bikin, dabînkirina aştiyê ye ji bo Rojava û hemû gelên li Sûriyeyê.
Pêwîstiya wan bi aştiyê heye. Gelên li wê deverê bi rastî jî bi salan e di nava şer de dijîn, bêyî perspektîv jiyana xwe didomînin, ev jî nayê qebûlkirin. Yekitita Ewropayê dema ku mijara Sûriyeyê gotûbêj dike, bi taybetî di ser rewşa koçberan re gotûbêj dike. Me jî her tim binê vê xêz kir, eger hûn naxwazin mirov koçî vir bikin, li şûna çêkirina Peymanên Koçberan, gavan ji bo aştiyê bavêjin.
Wekî hûn jî dizanin, Amerîka li Sûriyeyê ambargoyeke madî daniye ser gelê Sûriyeyê û li herêmên ku şer li wan nîne jî ew ambargo heye. Bi vê bêperspektîviyê wan ceza dike û bi tenê dihêle.
Me jî got: Li wê herêmê, hemû aliyên Sûriyeyê, hemû hêzên ku niha li ser axa Sûriyeyê ne û hemû beş divê li ser maseyekê kom bibin. Divê ji bo pêvajoyeke çareseriyê pêngav bên avêtin û divê welatên Ewropayê jî di nav de bin.
Pêvajoya aştiyê vê jî li xwe digire, divê Herêma Xweser a Rojava ku di fermiyetê de ne xweser e lê di rastiyê de xweser e, li ser wê maseya aştiyê hebe. Çareserî ev e.
Divê ji bo hemû gelên li herêmê em li perspektîvên çareseriyê bigerin lê di serî de Amerîka û welatên Ewropayê jî ji bo bipêşxistina pêvajoya aştiyê ti pêngavan navêjin. Eger ambargo were ragirtin û gelê li herêmê di aliyê aborî de henaseyekê wergirin, dê rêya pêvajoya çareseriyê jî vebe.
Bi taybetî jî ev ji bo Rojava wiha ye. Wekî hûn jî dizanin şerê ku DAIŞ li ser navê Dewleta Îslamî kiriye, bi rastî jî bandoreke mezin û tirsnak li ser herêmê kir.
Jêrxaneya wir, jiyana wir tine kir. Êrişî jêrxaneya wir kir. Divê ev jî ji nû ve wekî pêvajoya vejînê were nirxandin. Bê gûman divê ji bo gelê li herêmê, li kêleka pêvajoya aşitiyê, alîkarî jî were kirin. Çi dibistan, çi nexweşxane bin, divê alîkarî bêne kirin. Em binê vê jî xêz dikin. Em dê wekî partiya çepgir di raporên xwe de vê mijarê dûbare bînin ziman.
“Divê demildest pêwendiyên xwe yên bi Îranê re qut bikin”
Rûdaw: Ewropa ji bo parastina mafê Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê dikare çi bike?
Ozlem Demîrel: Di rewşa niha de, pêwendiya Ewropayê û welatên Rojava bi rejîma Îranê re nîne lê wiha nîne, di aliyê siyasî de gelek cudahî di navbera wan de hene û ev jî bi awayekî eşkere li holê ye.
Lê ji aliyê aborî vê pêwendiya wan bi awayekî eşkere didome. Çi bazar be çi jî çavkaniyên din ên Îranê bin ji wan re girîng in. Em jî binê vê yekê xêz dikin. Li Almayayê di gotinê de binê berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî”yê tê xêzkirin û rejîma Îranê di gotinê de rexne dikin lê di rastiyê de pêwendiyên wan ên aborî didomin.
Welatên wekî Almanya û Fransayê bi rêya kompaniyên mezin, bi Îranê re kar dikin lê ji bo berxwedana gelê Kurd û gelên di yên li herêmê, wekî hûn jî dizanin Îran welatekî pirçandî ye, divê ji bo lawaznekirina berxwedana gelê li herêmê demildest pêwendiyên xwe yên bi Îranê re qut bikin.
Tenê gotin û hewlên siyasî têrê nakin. Divê bi awayekî rasterast pêngav bên avêtin. Ez hêvî dikim ku berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî”yê ya li Îranê, berxwedana wan a demokrasiyê bi ser bikeve. Di rewşa niha de, me di warê demokrastiyê de pêngavên ku hêviyê bidin me, nedîtin.
Berovajî wê di dema dawî de me tevgerên rastgir ên tûndrew dîtin ku zêde berfereh dibin. Ez vê gotinê di wateya siyasî de bi kar tînim. Li vir tişta ku em li Îranê dibînin, bi taybetî jî tevgera ku piştî mirina Jîna Mehsa Emîniyê bi pêş ketiye, hêviyê dide.
Destpêka berxwedanê li bajarên Kurdan bû lê li wir nema û temamê Îranê hejand. Bû tevgereke bihêz. Vê tevgerê nîşan da ku jin çi qasî dînamîk in. Em wekî tevgera demokratîk a li vir ji bo ew têkoşîn serkeftinê bîne çi ji destê me were em dê bikin.
“Gel berê xwe da rastgiran”
Rûdaw: Bi dîtina we hejmara partiyên li Parlamentoya Ewropayê dê bibe sedem ku êdî mijara gelek Kurdan neyê nîqaşkirin?
Ozlem Demîrel: Partiyên rastgir, partiyên rastgirên tund, siyaseteke wiha didin ber xwe ku bala wê ne zêde li ser mafên mirovan e. Partiyên rastgir li ser bingeha neteweparêziyê kar dikin û xwe wiha nîşan didin ku mafê gelên li vir diparêzin. Lê mafê gelên li vir naparêzin û mafê gelên li wir jî naparêzin û ji bo bipêşxistina demokrasiyê jî gavan navêjin.
Belê, bê guman tiştê ku we gotiye, dibe ku wekî pirsgirêk derkeve pêşberî me lê berê jî ev yek hebû.
Ji navendê ber bi çep ve, dema ku partî van mijarên wekî mafên mirovan, diyarkirina çarenivîsê û wekî din diparêzin, partiyên rastgir ên mihafezekar tenê behsa siyaseteke ku tenê di berjwendiya wan de be dikin.
Ango dibêjin çi ji me re. Ev mijar kengî hatin gotûbêjkirin? Dema ku penaberên xelkê wan herêman koçî vê derê kir lê dema dihat gotûbêjkirin jî ne ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dihat gotûbêjkirin, wan digot em çawa dikarin deriyên xwe hîn tundtir bigirin.
Bi vî rengî, metirsiya ku we behs kir, bi rastî jî li pêşberî me rawestiyaye lê bipêşketin an jî ragirtina wê, girêdayî sekn û biryara gelên li herêmê ye. Ji ber ku li vir ew mirovên ku deng didin partiya rastgir, wekî nîjadperest û faşîst deng nedane.
Ji siyaseta vir, siyaseta serwer, aciz bûne. Eger em behsa Almanyayê bikin, partiyên heyî yên wekî Partiya Sosyal Demokrat, a Kesk û siyaseta ku Hikûmeta Lîberal bi rê ve dibe, bi rastî jî bi qasî ku mirov nikaribe bawer bike, xerab e.
Mixabin ji ber vê sedemê jî gel berê xwe da rastgiran. Ji vir derdikeve holê, ango ez dixwazim vê bibêjim, belê ev metirsî heye. Zêdebûna hejmara parlamenterên rastgir, bi awayekî otomotîk nayê wê wateyê ku welatiyên Ewropayê bi tevahî nîjadperest û faşîst in.
Mixabin nerazîbûna mafdar a gel, ger hûn ji min bipirsin bi arasteyeke şaş de çû. Li vir jî bêguman kêmasiya partiyên çepgir, partiya min jî û hemû partiyên din ên çepgir divê were gotûbêjkirin.
Eger em karibin bi siyaseteke rast, bersiveke rast bidin, dê hêza rastgiran di dema pêş de weke niha nemîne. Ji ber vê yekê jî di 5 salên pêşiya me de têkoşîna me gelekî girîng e lê ji bo niha, rastî, ev tabloya li pêşberî me ye.