Li Moskowê Festîvala Çanda Amerîkaya Latînî hat sazkirin

Moskow (Rûdaw) - Li parka herî mezin a Moskowê, Festîvala Çanda Amerîka Latîn û Hewzeya Deryaya Karaîbê hat sazkirin û têde muzîkjenên kolanan bi cilûbergên kultûrî û stranên gelerî pêşwazî li mêvanên festîvalê kirin. Nûnerên welatên Amerîkaya Latîn di festîvalê de xwestin balê bikişînin ser hemerengiya çanda xwe û kevneşopî û hunera xwe. Di festîvalê de herweha konsêr ji bo hunermendên welatên Amerîka Latîn têne rêkxistin û filmên sînemayî jî têne nîşandan.

Li yek ji mezintirîn parkên Moskowê ku dageriyaya li meydaneke şox û şengê ya Amerîkaya Latinî, mûzîkjenên kolana bi cil û bergên kevneşopî yên Çarro û şapikên Sombrero bi stranên gelêrî yên agirîn pêşwazî li mêvanên Festîvala Çanda Amerîkaya Latinî û Hewzeya Deryaya Karayibê kirin.

Nûnerên her welatekî Amerîkaya Latîn hewl dan hemû rengarengiya çand û kevneşopî û hunera xwe pêşkêşî mêvanên festîvalê bikin.

Beşdarê festîvalê ji Boliviyayê Gabriel got: "Ez pir kêfxwşim ku li vir, li Rûsyayê kultura xwe pêşkêş dikim. Bi giştî kultura welatên Amerîka Latinê mîna hev in, lê hin ciywaziyên biçûk hene. Mirovên her welatekî, hestên xwe bi şêwazekî cuda îfade dikin. Bo nimûne, em Bolîvî, mirovên pir dilgeş in.”

Mêvanên festîvalê fersendek bê hempa girtine ku bi rêwîtiyeke awarte serdana welatên herî jîndar ên Amerîkaya Latînî bikin.

Beşdara festîvalê ji Kubayê Oslay jî got: “"Ew, cîgareya Kubayî ye, ji titûna siruştî tê çêkirin û li cîhanê pir navdar e. Ew titûn ji herêma Pinar del Rio ye; li fabrîkaya Havana jê pûro tê çêkirin û paşê li tevaya cîhanê tê hinardekirin.”

Diyar e zarokên Rûs herî zêde hez ji ajalên xweşik dikin weke Lama û Alpakakirine. Ji wan re her weha, hêştirên Amerîka Latinî jî tê gotin.  Piraniya diyariyên ku li bazara festîvalê de têne firotin jî, fîgurên ama û Alpaka ne.

Rahênerê Werzişa Kapoeira Sergey Matrosov jî got: “Ez Rûs im, lê Kapoeira bûye jiyana min. Kapoeira  hunereke lêkdanê ya Afro-Brazîlî ye. Ew şêwaza lêkdanê ye, ku di bin dansê de hatiye nixumandin. Li Brazîlyayê di demên berê de mercên karê koleyên Afrîqî pir giran bûye. Kole, ji bo ku amadekariya têkoşîna azadiya xwe bikin, di bin dansê de xwe hînî lêkdanê dikirin. An ku tu dibêjî qey dansê dikin, lê xwe hînî lêkdanê dikin."

Festîvala Çanda Amerîkaya Latînî bi însiyatîfa Daîreya Çandê ya Şaredariya Moskowê û Balyozxaneyên welatên Amerîkaya Latîn û Karayîban hatiye organîzekirin.

Di bernameya Festîvalê de konserên bi beşdariya hunermendên ji welatên Amerîkaya Latinî; nasandina şêwekarî û pêşandana fîlmên sînemayî yên ji wan welatan û gelek çalakiyên din ên rengareng hene.