Berlinale - Fîlma derhênera Kurd li benda xelatê ye: ‘Penaber tenê ne nûçe ne!’

Berlîn (Rûdaw) – 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê berdewam dike.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê 15ê Sibatê dest pê kir û dê heta 25ê Sibatê berdewam bike.

Di festîvalê de derhênera Kurd Solîn Yûsif bi çepikan hat pêşwazîkirin. Fîlma derhêner a bi navê “Sieger Sein” ku bi Kurdî tê wateya “Serkeftî Be” di beşa Nifşê ya Berlînaleyê de hat nîşandan.

Derhênera Kurd Solîn Yûsif ji Dihokê ye û li Berlînê dijî û çîroka fîlmê jî bi tevahî Kurdî ye.

Derhênera Kurd Solîn Yûsifê got:

“Peyama herî sereke ew e ku mirovên li diyasporayê wekî penaber dijîn ne tenê penaber û nûçe ne. Ew mirovên xwedî hêz, hêvî û xeyalan in.”

Fîlm çîroka malbateke Kurd a ji Kobaniyê vedibêje ku neçar mane welatê xwe biterikînin û koçî Almanyayê bikin.

Keça wan a biçûk li dibistanê rastî gelek astengiyan tê û wekî penabereke rastî miameleya xirab tê.

Dileyla Agirman lîstikvana sereke ya fîlmê ji Mêrdînê ye û li Berlînê ji dayik bûye.

Dileyla Agirmanê li ser fîlmê got:

“Destpêkê min nizanîbû ez çawa rolê bilîzim lê piştre Solînê ji min re got bûyer çawa ye ku ji Sûriyeyê tên Almanyayê û paşê min baştir û baştir lîst.”

Fîlm li Dihok û Berlînê hatiye girtin ku Solîn Yûsifê 5 salan li ser kar kiriye û dirêjahiya fîlmê 120 xulek e.

Temaşevana Ereb a fîlmê Îlaf Rûbayiyê anî ziman:

“Fîlm a herî baş e ji ber ku li ser zarokan e, bi taybetî penaberan ku zarokan fêrî ruhê hevkariyê dike.”

Temaşevana Alman a fîlmê Sabîna Kronerê jî li ser fîlmê got:

“Fîlm ecêb e. Çîrokeke pir girîng a li bajarekî mezin ê wekî Berlînê ku tê de kesên tundrew hene vedibêje, li vî bajarî çîrokên me yên wiha hene, divê ev deng û mirov bên dîtin û bihîstin.”

Solîn Yûsifa ku ev 17 sal in karê sînemayê dike, bi “Sieger Sein” duyemîn fîlma wê ya dirêj e û wê berê jî ji bo Netflix, Amazon û Disney Plusê fîlm, kurtefîlm û rêzefîlm çêkirine.