Dîrektorê LKFFê Ferhan Stêrk: Em hewl didin fîlmên festîvalê bi online jî bêne temaşekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) Ferhan Stêrk ragihand ku ew hewl didin platformeke weke Netflixê ava bikin ku bîner bikaribin bi awayeke online jî temaşeyî fîlmên festîvalê bikin.

13mîn Festîval Fîlmên Kurdî ya Londonê, sibe 23ê Îlonê li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê destpê dike û biryar e heta 30 Îlonê berdewam be.

Dîrektorê Festîvalê Ferhan Stêrk beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê festîvala îsal de zanyarî dan.

Ferhan Stêrk da zanîn ku par festîval ji ber pandemiya coronayê bi awayê online li ser platforma VODê ku dişibe platforma Netflixê 129 fîlm hatin pêşandan û got ku bînerên ne li Londonê ne jî dixwazin temaşeyî fîlman bike û hewlên wan ji bo wê yekê hene.

Stêrk got: “Gel li benda temaşekirina fîlmên online ne. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi bingeheke gelek bihêz heye û em niha li ser vê dixebtin.”

Derbarê bernameya îsal a festîvalê û fîlmên hatine hilbijartin de Stêrk da zanîn ku wan fîlmên di navbera sala 2020 û 2022yan de hatine çêkirin hilbijartine û got: “Di nav festîvalê de gelek panel û çalakiyên me hene. Em bîner û sînemageran tînin ba hev. Ji sala 2018an ve fersanda vê yekê nebû, lê îsal çalakiyên wek pirs û bersiv, gala, şahî û merasîma xelatdayînê hebin.

Stêrk amaje bi wê yekê kir ku ew bi vê festîvalê peyameke netewî jî didin û filmên di derbarê Kurd û Kurdistanê de ji herçar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê werdigrin û di nav fîlmên hatine hilbijartinê de hemû zaravayên Kurdî hene.

Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê eşkere ki ku îsal festîval di bin navê “Lêgerîna Hêviyê de” û hema di her fîlmê de hêviyek heye.

Fîlmên festîvalê îsal ji aliyê tîma LKFFê bixwe ve hate bijartin. Bi tevahî 31 fîlm dê bên nîşandan ji wan 15 fîlmên demdirêj in û 16 ji wan kurtefîlm in.

Festîval bi nîşandana fîlma Mano Xelîl ya “Cîran”ê dê dest pê bike.

Pêşandana filmên festîvalê dê li 3 sînemayên cuda bêne kirin: Di navbera 23-26ê Îlonê de li Vue Cinema Woodgreenê. Di navbera 27-29ê Îlonê de li Rio Cinemayê. Di 30yê Îlonê de li Prince Charles Cinemayê.

Îsal di 7 beşan de dê xelat bêne dayîn û di çarçoveya festîvalê de dê 2 panêl û workshopek jî bê kirin.

Bernameya xelatê û Gala dê li Prince Charles Cinemayê bê kirin.  LKFF dê bi nîşandana fîlma “Zaroktiya Îmad” xatir bixwaze.