‘Gênco’ di Îf Îstanbûlê de nûneritiya sînemaya kurdî dike

Stenbol (Rûdaw) - Tekane festîvala fîlman a ku bi helwesteke alternatîf li çend bajarên Tirkiye bi rê ve diçe îsal dîsa bi bernameyeke dewlemend destpêkir.


Îf Îstanbûl, mazûvaniya bi sedan dokumanter, kurtefîlm û fîlmên ji çar aliyên cîhanê dike. Fîlma derhênerê kurd yê bi navê ‘Gênco’ jî bi eleqeyeke taybet hate nîşandan.


Îf Îstanbûl festîvala fîlman a serbixwe, 16mîn car li Stenbolê dest pê kir û amadekariyên ji bo, Îzmîr û Enqere jî ginhîştin dawiyê. Ew festîval li hemberî festîvalên kapîtal weke giraveke serbixwe tê binavkirin û bêhtir jî fîlmên ku rexne li paradîgmaya mezin digirin têne nîşandan.  


Ji koma amadekar Ahmet Yaşar ji Rûdawê re wiha got: “Weke her sal îsal dîsa beşên me yên tematîk hene. Ev festîvaleke navdewletî û mezin e. Girseya me her sal mezin dibe. Ji bo sînemaya serbixwe çi ji destê me bê emê bikin. Li cîhanê hêzeke wiha heye lê li Tirkiye tenê Îf İstanbûl heye. Xelk jî ji ber wê ji vê festîvalê hez dikin.”


Ji 34 welatan 126 fîlmên 146 derhêneran îsal mêvanê festîvalê ne. Gênco jî temsîliyeta sînemaya kurdî dike.


Ev çend sal in sînemaya kurdî radestî bêdengiyekê bûye û li festîvalan mînakên wê pir kêm bûne. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê geşbûna sînemayê ew du sal in ji sedî 90 ji xwe çûye.


Derhêner Alî Kemal Çinar bi fîlma xwe ya bi navê ‘Gênco’ di nava wê bêdengiyê de fîqeke balkêş lê dide. ‘Gênco’ ango sûper qehremanê kurd, li bersiva pirsekê digere. Gelo bo kurdan qehremanekî sûper divê?


Alî Kemal Çinar jî got: “Gênco, hinekî hêza wî kêm e. Hewl dide ku hêza xwe hinekî zêde bike lê pirsgirêkên wî derdikevin. Di nava çîrokê de jî desthilatî, hêz, xwedî hêzbûn dedikeve holê û em kêmasiya wî dibînin. Dema hêz dikeve destê wî ew çi dike, em vê yekê dibînin.”


Di bernameya festîvalê de gelek panêl, dîdariyên sînemageran, atolye, work shop û pêşengehên dîmengiriyê jî têne lidarxistin. Festîval îsal cihê sereke jî dide derhênerên jin. Rebecca Zlotowski, Lone Scherfig û keybanûya sînemaya serbixwe Kelly Reichardt jî bi fîlmên xwe li cara yekem li Tirkiye ne.