'Festîvala Fîlman a Stenbolê cih da sînemaya Kurdî jî'

Stenbol (Rûdaw) - Festîvala Fîlman a Stenbolê ku piştî du salên pandemiyê ji nû ve destpêkir eleqeyeke zêde ji xelk û sînemageran dibîne. Li tevahiya Stenbolê li dehan salonên sînemayê zêdetir ji 100 fîlmên ji dehan welatan têne nîşandan û ji bo xelatan jî têdikoşin. Hejmarek derhênerên Kurd ên ji tevahiya Kurdistanê bi fîlmên xwe beşdariyê li festîvalê dikin. Festîval heta 19ê Nîsanê berdewam e.

Festîvala Fîlman a Stenbolê ku di asta navdewletî de tê lidarxistin bi merasîmeke girseyî destpêkir. Ji 43 welatan 164 fîlm beşdar dibin û di 14 beşan de ji bo xelatan di pêşbirkê de ne. Festîval bi merasîmeke girseyî ya destpêkê vebû û bi maweyê 12 rojan jî wê berdewam bike.

Derhêner Elen Danişman got “Festîvala Filman a Stenbolê bo me xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku em her tim di meha Nîsanê de her tim di dema festîvalê de dihatin Beyoglû û beşdarî hemû çalakiyên wê dibûn. Ez jî niha bi yekem fîlma xwe beşdarî vê festîvalê dibim. Bo min gelekî baş e ku ez tevî hemû wan fîlmên din yên baş beşdariyê lê dikim.”

Çêker Eyûp Boz dibêje “Li Tirkiye tecrûbeyên nû, ekol û şêweyên nû têne ceribandin û karên serkeftî jî hene. Lê ji ber cihêbûna civakê sektora sînemayê jî piçekî miçiqî ye. Lê dîsa jî ceribandinên nû hene û sînemaya Tirkiye mînakên baş hildiberîne.”

Di çarçoveya festîvalê de Bahman Ghobadî bi fîlma xwe ya nû ya bi navê ‘Çar Dîwar’ beşdar e. Şewket Emîr Korkî jî bi fîlma xwe ya bi navê ‘Ezmûn’ ku ji gelek festîvalan xelat wergirtine beşdar dibe. Herwiha Elî Kemal Çinar bi fîlma xwe ya bi navê ‘Beriya Şevê’ Kurdwîn Eyûb bi ‘Sonne’, Soner Caner jî bi fîlma xwe ya bi navê ‘Mukavemet’ beşdarî festîvalê dibe.

Sînemager Sînan Yûrdakûl diyar kir “Festîvala Stenbolê yek ji girîntirîn festîvalên Tirkiye ye di warê sînemayê de. Ta ji serdema Sînematekê ve destpê kiriye û ji bo sînemaya Tirkiye jî festîvaleke gelekî girîng e. Herwiha vê festîvalê her tim ji sînemaya Kurdî re jî cîh veqetandiye. Di salên 90î de jî cîh dayê û heta ji bo vê hin bûyer jî derketine lê her cîh veqetandiye.”

Welatî Vahît Tansoy ragihand “Me qîmeta festîvalê di pandemiyê de baştir fêmkir. Ez bixwe li Antalya dimînin lê 34 sal in tême festîvalê. 3 salan ez nehatim û gelekî aciz bûm. Niha ji nû ve hatime û weke ji nûve hatibim dinê.”

Festîval di pêşbirka navdewletî û ya netewî de tê lidarxistin û hejmareke zêde kurtefîlm û dokumanter jî dîsan di beşên xwe de bo xelatgirtinê têdikoşin. Ji ber pandemiyê festîval du salan nehat lidarxistin û ji ber wê jî îsal xelk eleqeyeke zêdetir pê dide ji salên berê. Bihayê tîcetan jî hatiye erzankirin da xelk karibe beşdariyê lê bike.