Gulîstan Perwer: Li Swêdê min xwe ji xebata siyasî dûr xist

Beşa Nehem


Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana.

 

Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de gotûbêjeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybet, a hunerî û siyasî vedibêje.

 

Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.

 

Di xeleka heştemîn de Gulîstan Perwer gotibû ku wê û Şivan Perwer di nava Koma Niştîman de kar dikir. Di wê demê de kurê wan Serxwebûn ji dayik dibe û ew bi tenê dimîne. Perwer di navbera xwedîkirina zarokê û beşdarbûna xebata hunerî de di neqebê de dimîne. Di dawiyê de biryarê dide li Swêdê bicîh bibe.

 

Hunermenda Kurd di vê xelekê de behsa jiyana xwe ya li Swêdê dike. Herwiha dûrketina xwe ya ji karûbarên siyasî vedibêje.

 

Di beşên din de Gulîstan Perwer gotibû, ku ew di 14 saliya xwe de ketiye nava siyasetê, di 16 saliya xwe de ji Kurdistanê derketiye û çûye Almanyayê. Li gel mamoste Şivan Perwer jiyana hevjîniyê pêk aniye û ketiye nava karên hunerî de, albûm derxistine. Piştî salekê li Almanyayê kurê wan Serxwebûn ji dayik dibe û êdî jiyana wan diguhere. Herwiha li Almanyayê şert û mercên jiyanê jî ji wan re girantir dibe. Paşî biryar didin herin Swêdê. Li Swêdê pêvajoyeke nû di jiyana Gulîstan Perwer de dest pê dike. Piraniya jiyana wan li welatê Swêdê derbas dibe.

 

Di beşa din de te gotibû, ku bi alîkariya nivîskarê Kurd Mahmûd Baksî hûn çûne Swêdê. Kîjan sal bû çûna we?

 

Sala 1983 bû.

 

Swêd jî mina Almanyayê her xerîbî ye. Gelo hestê xerîbiyê li herdu welatan jî ji bo te heman awayî bû?

 

Li Almanyayê hejmara Kurdan zêdetir bû. Di dikan û bazaran de mirov kesên ji welat didît. Lê li Swêdê ev yek nebû. Li Swêdê şertên jiyanê hinek din jî zehmetit bû. Heta tama devê me û tiştên xwarin û vexwarinê jî ne mina fêrbûnên me bûn. Weke mînak min ne dikarî bi rehetî nanê wan bixwim.  Li Swêdê tiştekî ku bi rengê me bide, nebû.

 

We karên fermî û destûra rûniştinê, nasname çawa çareser kir?

 

Li Almanyayê me serdana penaberiyê kiribû lê ji ber kes nebû li pey here, me nezanî ka encamên serdana me çi jê hat. Min bixwe jî nedizanî ka çawa û li ku derê bipirsim. Herwiha min nedizanî ka mafên min çi ne. Lewma karên me yên burokrasiyê wiha man. Weke min got, nivîskar Mahmûd Baksî gelek caran ji bo civîn û konferansan dihate Almanyayê û me hev nas dikir. Wi pêşniyar kir û got, “Hûn werin Swêdê ji bo we gelek baştir e. Li vir hale we ne ti hale û li wir dê zûtir pasaport bidin we.” Ji xwe di hemû sînoran de Şivan û polîsan şerê hev dikirin. Dipirsîn ka hûn kî ne, ji ku tên û ji ku ve diçin? Mahmûd Baksî got, ku mafê penaberan li Swêdê baştir e ji yê Almanyayê. Beriya wê jî ez çûbûme Swêdê û min dizanî ka welatekî çawa ye. Lê dema mirov birytar dide here li wir bijî, aliyên ku mirov hesap nake jî derdikevin pêş.

 

We li Swêdê mafê penaberiyê zû wergirt?

 

Belê, Mahmûd Baksî bi vî karî ve mijûl dibû. Ew rojnamevan û nivîskarekî Kurd û naskirî bû. Di rojnameya herî mezin a Swêdê ya bi navê “Aftonbladet” de gotar dinivîsî, herwiha nûçeyên derbarê Kurdistanê de dinivîsand û dibû mançet jî. Hejmara şêniya Swêdê wê demê 8 milyon kes bû û ev rojname bi milyonan dihate çap û belavkirin. Wate rojnameyekê mezin bû. Lewma peywendiyên Baksî yên li gel rayadarên dewleta Swêdê pir xurt bû. Bi taybet jî peywendiyên wî yên li gel serokwezîrê demê Olof Palme pir baş bûn.

 

Olof Palme li hemû cîhanê weke siyasetmedarekî sosyal demokrat dihate naskirin. Sosyal demokratî li hemû welatên Ewropayê weke îdeolojiyek dihate pejirandin. Willy Brandt ê alman û Olof Palme weke îdeologê sosyal demokrasiyê dihatine zanîn. Li Ewropayê piştî şerê cîhanê yê duwemîn van herdu siyasetzanan bingeha sosyal demokratbûnê danîn. Olof Palme ji bo Kurdan jî pir baş bû. Olof Palme 28ê Sibata 1986ê di encama êrîşekî de cane xwe ji dest da. Dema ew hate kuştin birastî jî ez gelek êşiyam, gelek giriyam. Herwek min kesek ji malbata xwe ji dest dabe.

 

Bêguman li ser wê bûyerê jî gelek spekûlasyon jî çêbûn. Digotin destê Kurdan di kuştina wî de heye û PKK dihate tawanbarkirin. Ew mijareke din e. We mafê penaberiyê wergirt?

 

Belê. Lê Swêdê dizanî, ku min li Almanyayê serdana mafê penaberiyê kiriye. Di qanûnên Ewropayê de nabe li du welatan serdana mafê penaberiyê bikî. Şivan mafê rûniştinê ji Almanyayê wergirtibû, pasaporta wî jî hebû. Nedibû ew ji Swêdê jî werbigre. Lê min ji Almanyayê pasaport wernegirtibû. Mahmûd Baksî ji berpirsan re gotibû, ku ew hunermendeke Kurd e û bi tevê zarokê xwe hatiye daxwaze penaberiyê dike. Gotibû nikare vegere Tirkiyê. Birastî jî eger ez vegeriyabama Tirkiyê dibe min cezayek giran jî bigirta. Ji ber ku li Tirkiyê mirov li ser pirtûkekê dihatine girtin û bi salan di hepsê de diman. Min 3 kaset derxistibûn û di hemûyan de behsa doza Kurd û Kurdistanê dikir. Min banga serhildanê ji gelê Kurd dikir. Eger ez vegeriyabama dibe îdam jî bidana min.

 

Jiyana we ya malbatî li wir hate guhertin. Herçend tu û Serxwebûn bi tenê jî bûn, di jiyana we de îstîqrarek çêbû?

 

Min li wir xwe hinekî ji siyasetê dûr xist û herwiha têkîliya xwe ya bi wê koma hevalan re birî. Min biryar da fêrî ziman bibim û zêdetir dema xwe bi kurê xwe re derbas bikim.

 

Ti kes li dijî vê yekê derneket?

 

Na min hemû peywendiyên xwe birîn.

 

Mamoste Şivan li dijî vê nesekinî?

 

Na, piştî min Şivan jî têkîliyên xwe qut kirin. Ji ber ku di nava hevalên me de nakokî derketin. Di sala 1984ê de di nava xebatên Ewropayê de li dijî hev axaftin û nivîsandinan dest pê kiribû. Me ji ber vê xwe da aliyekê. Ji ber ku me dît di van nakokî û şerê navxweyî de ti berjewendiyeke giştî nîne. Hevûdin pir bi dijwarî rexne dikirin. Hev qebûl nedikirin. Lewma me xwe da aliyekî.

 

Hûn li mal rûniştin lê konsertên we berdewam bûn. Bi çi awayî dibû?

 

Grûbên din ên Kurdan jî li Ewropayê bûn. Kadroyên pêş û sekreterên PSK, DDKD, Pêşeng û KUK’ê li Swêdê bûn.

 

Alîgirên wan jî hebûn?

 

Belê beşek alîgirên wan hebûn, ku dihatine konsertan. Federasyona Kurd li Swêdê roleke pir çalak dilîst, ku niha jî çalak in. Federasyon navenda hemû komele û rêxistinên kurdî bû li Swêdê. Têkîliya wan bi dewleta Swêdê re jî gelek baş bû. Kurdên ku pêşengiya federasyonê dikirin jî kesên zane û xwende bûn, ziman pir baş dizaniyan. Ji bo Kurdan weke otonomî bû. Ev tişt li Almanya tune bû.

 

Li Swêdê mafê xwendina bi zimanê dayikê jî hebû?

 

Belê, dema Serxwebûnê min dest bi xwendina pola yekê kir, ji mer pirs kirin, ku li vir çend zarokên din ên Kurdan hene ka em dixwazin ew bi zimanê dayikê bixwîne yan ne. zimanê Kurdî him bi Kurmancî û him bi Soranî hebû. Me jî Kurmancî hilbijart.

 

Mamoste Şivan li Almanyayê dima. Dihat li cem we jî dima?

 

Erê, 20-25 rojan carekî dihate Swêdê.

 

Heta demeke dirêj jî wiha berdewam kir?

 

Heta em li Swêdê man her wiha berdewam kir.

 

Nasnameya wî ya Almanyayê bû?

 

Şivan li Almanyayê nasnameya penaberiyê wergirtibû. Sal û nîvek piştî çûna me ya Swêdê min nasnameya Swêdî wergirt. Paşî wî jî bi riya zewaca me nasname û pasaporta Swêdê wergirt. Lê Şivan fêrê zimanê swêdî nebû, hertim di navbera Swêd û Almanyayê de çû û hat.

 

Ji bo çi li Almanyayê dima? ji ber Kurd li wir zêde bûn, karû xebata wî li wir bû?

 

Wî zêdetir hez ji Almanyayê dikir. Almanî dizanî, beriya me li wir mabû. Herwiha Swêd tenêbûn bû. Li wir bad ê piraniya deman di mal de li cem me maba. Lê li Almanyayê cuda ye, Herwiha welatên weke Belçîka, Holanda, Fransa û Avûstûrya nêzîk e. şivan gelek hez dikir here wan dewletên li dora Almanyayê jî. Li wan deran konsert û karê wî zêdetir bû. Min jî ev yek qebûl kiribû.

 

Ev yek di navbera we de nedibû sedema pirsgirêkan? We li ser vê cudabûnê bi hevre ne dişêwirî?

 

Ez gelek aciz dibûm. Ji ber ku li Swêdê jî ez û kurê xwe bi tenê bûn. Salek, du sal û bû sê sal. Min dît ku her diçe ez pê diêşim. Min nedikarî Şivan qayîl bikim da ku weke zilamekî xwedî malbat hertim bi me re bimîne. Paşî min telefona dayika xwe kir û daxwaz kir birayê min were Ewropayê. Birayê min ê mezin hate Swêdê û zarokên xwe jî anîn. Piştî hatina wan sebra min jî zêdetir hat û ji bo Serxwebûn jî pir baş bû.

 

Zarokên wan jî hebûn…

 

Du zarokên birayê min ji Serxwebûn mezintir bûn, yên din biçûktir bûn. Serxwebûn jî êdî xalê xwe danî dewsa bavê xwe. Her roj xalê xwe didît êdî.

 

Li wir peywendiyên te yên civakî çawa bûn? Hevalên te hebûn?

 

Hebûn lê piranî danûstandina me li gel mala birayê min bû. Ji ber ku Serxwebûn piranî diçû cem wan. Ew jî gelek ji me re bûn pişt û alîkar. Lê birayê min wefat kir, ji ber penceşêrê koça dawî kir. Li Swêdê ji ber tenê bûnê gelek kesan nexweşiya derûnî digirt. Eger birayê min û malbata wî nebaya gelo min dê bikariya di bin wê bare giran de derbikevim, nizanim.

 

Te got gelek komên Kurdan, serok û siyasetmedarên partî û rêxistinên Kurdan hebûn. Ma ti danûstandinên we li gel wan nebûn?

 

Ez li Uppsalayê bûm û ew jî piranî li Stockholmê bûn. Mala hevalekî me yê ji Koma Niştîman li Uppsalayê bû. Wan ji min re xanî li wî bajarî peyda kiribûn, lewma ez çûm li wir bicîh bûm. Li Stockholmê girtina xaniyan zehmetir bû. Lê eger di destpêkê de min li wir serlêdan bikira neçar bûn li Stockholmê mal bidin min. Uppsala bajarê xwendevanan e. Nîtecihên wê piranî xendevan in û ji tevahiya Swêdê têne wê derê. Bajarê zanîngehan e. Tu ne xwendekar bî nikarî bikevî nav civaka Uppsalayê. Gelek rêwresm, balo û civîn û konferans li wir tên kirin.

 

Karê te yê hûnerî di wan salan de berdewam dikir?

 

Belê, lê pir balkêş bû. Karê hûnerî ji min re weke nasname bû. Eger min ev kar nekiriba ji min re weke kêmasî bû. Ji aliyekê ve karê mal û xwedankirina Serxwebûn, ji aliyê din jî karê hunerî, bi rastî jî zehmet bû.

 

Ji bo konsertan diçûyî derveyî Swêdê jî?

 

Belê, carna diçûme Danîmarka, Fransa, Brîtanyayê. Li ku bangî min bikirana ez diçûm.

 

Li wan welatan jî Kurd hebûn?

 

Erê, gelek Kurd hebûn.

 

Beriya niha te got, ku dema Seydayê Cegerxwîn hatibû Swêdê hûn çûbûn û we şevek saz kiribû. Piştî hûn li wir bicîh bûn, peywendiya we berdewam kir?

 

Belê, mala wan li Stockholmê bû. Mahmûd Baksî jî gelek hez ji Cegerxwîn dikir. Lûtfî Baksî yê birayê Mahmûd li wir bû û ew jî mamostayê zimanê Kurdî bû. Ew û Seydayê Cegerxwîn cîranê hev bûn. Dema em diçûne mala mamoste Lûtfî em diçûne serdana Seydayê Cegerxwîn jî. Birastî jî Cegerxwîn pir hez ji me dikir. Ez wek keça xwe û Serxwebûn jî wek neviyê xwe didît. Dema em didîtin cave wî tejî dibûn. Pir hez ji wê yekê dikir, ku em helbestên wî bikin stran. Yekî rojekî giliya me lê kiribû û gotibû, “Şivan helbesta te ya Kîme Ez xira kiriye û dibêje Kîne Em.” Wî jî gotibû, “Hema bila helbestên min ji bo Şivan û Gulîstan be, çawa dixwazin bila wisa bêjin.” Ji me re jî digot, ku “hûn helbestên min baş dixwînin û ez ji we razî me.”

 

Carekî min jê re got, “Seyda di helbestên te de mûzîk heye. Mirov ne çar e li ser wê rîtmê here.” Wî jî got, “Tu dizanî, di dilê xwe de ez mûzîkê dijenim û dinivîsim.” Min pirs kirk a mûzîka me û şêweyê gotina me bi dilê wî ye yan ne, wî jî got, ku ew nikare înklar bike û bi dilê wî ye. Ti caran min ne dît, ku li ser vê yekê ji me aciz bibe yan jî rexneyê li me bigre.

 

Dema wefata wî jî hûn li wir bûn?

 

Belê, em li wir bûn.

 

Li Ewropayê ne tenê Mahmûd Baksî û Seydayê Cegerxwîn, we gelek kesayetên mina Yilmaz Guney jî dîtin û peywendiyên we çêbûn. Ew parvekirinên we niha bûne dîrok. Ez dixwazim bizanim ka Serxwebûn zarokekî çawa bû, peywendiyên we yên bi hevre çawa bûn, weke dayik û bav. Emê vê yekê jî di xelekeke din de bizanin.