Li Stenbolê pêşangeheke berhemên entîke û hunerê hat vekirin

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi beşdariya hejmarek hunermend û koleksiyoneran pêşengeheke nû ya entîke û hunerî di bin heman banê de birêve diçe. Pêşengeh bi hezaran perçeyên entîke ên serdemên cihê û bi sedan jî berhemên hunerî li xwe digire.

Li Stenbolê pêşangeheke nû deriyên xwe li qada huner û dîrokê vekirin. Yekemîn pêşengeha huner û entîke bi beşdariyeke qerebelix ya hunermend û hezkiriyên dîrokê deriyên xwe vekirin. Di beşa entikeyan de meraqdar û hosteyên vê qadê rûpeleke dîrokî nîşan didin û dijîn. Di beşa hunerê de jî bi dehan hunermend berhemên xwe yên watedar pêşan didin.

Derbarê pêşangehê de Nîgarsaz Haydar Ekenek ji Rûdawê re got: “Ew pêşangehên wiha bo hunermendan gelekî baş in. Çiqas koleksiynêr û hezkiriyên vî karî hebin tên. Li vir me dibînin. Tên berhema dikirin û em têne naskirinê.”

Pêşengeha ku bi sponseriya Şaredariya Stenbolê bi rê ve diçe ji niha ve namzed e ji bo xula pêşengehê sereke ên cîhanê. Nîgar, enstelasyon, peyker û cîbicîkirinên balkêş hatine rêzikrin û xelk bi baldarî di nava wan de digere.

Welatiyê bi navê Rîta Menderovîç dibêje: “Bi yek gotine ev der nuwaze ye. Gelekî gelekî baş e lê ewqasî mezin e mirov nikare li hemûyê bigere. Saet têrî dîtina hemû berheman nakin lê gelekî gelekî xweş e.”

Pêşengeha ku dê ji sala bê pê ve di asta navdewletî de berdewam bike bi pêşandana sedan berhem, dekor û aksesûarên dîrokî jî taybet e. Koleksiyonên serdema Osmaniyan û amûrên ku wê demê di hundirê malan de dihatine bikaranîn, bi bihayên zêde têne firotin jî.

Entîkekar Osman Yagmûrkaya jî wiha axivî: “Ez karê restorasyona entîkeyan dikim. Karê neqişandina bi zêr jî dikim. Ev berhemên ku hun dibînin li gorî orijinaliya wan restore dikim û difiroşim. Li vir jî ev pêşengeh vebû û cara ewil li Tirikye pêşengeheke wisa vedibe. Tevî ku firotineke baş nîn e jî em gelekî kêfxweş in.

Entîkekar Fevzî Tepe jî anî ziman: “Nêzikî 28 sal in ku ez karê entîke dikim. Ji her derên Anatolyayê di wan malên ku dişewitin yan dirûxun de ez wan dibînim. Ji her derê peyda dikim, restore dikim û wiha difiroşim.”

Pêşengeh ji bo sê rojan hatiye amadekirin û muceveher, xişir û mîrateyên ku ji padîşahan mane jî li vir bi mezatên taybet têne firotin. Yek ji wan jî textê Abdulhamît ê dawîn padîşahê Osmaniyan e. Gelek berhemên demên cûda ên rabirdûyê jî bi meraqeke mezin a xelkê hatine bicîkirin.