Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: 'Bêyî temaşevan festîval û fîlm çênabin'

Moskow (Rûdaw) - Derhênerê fîlma "Roj Baş" Ozkan Kuçuk li ser Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê got, “Pirsêgirêka temaşevanan heye bêyî temaşevan festîval jî û fîlm jî çênabin."

4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê berderwam dike.

Festîval 18ê Îlonê dest pê kir û dê 22yê Îlonê bi pêşkêşkirina xelatan bi dawî bibe.

Fokûsa taybet a 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê li ser rewşa Kurdên Êzidî ye.

15 kurtefîlm û du fîlmên dirêj ên derhênerên ji her çar parçeyên Kurdistanê di rojekê de li çar sînemayên Moskowê li ser ekranên sipî ne.

Îsal bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî gelek kurtefîlman li xwe ve digire, yên ku arîşeyên herî cidî yên civata Kurdîstanê tînin ber çavan.

Fîlma "Roj Baş" a Ozkan Kuçuk ji Bakurê Kurdistanê, çîroka şanogerên Kurd vedibêje ku hewl dide şanoyeke 25 salan berê hatibû qedexekirin, ji nû ve danîn ser sehnê.

"Bêyî temaşevan festîval jî û fîlm jî çênabin"

Derhênerê fîlma "Roj Baş" Ozkan Kuçuk wiha got: 

"Ev fîlm behsa şanogerên Kurd dike. Sala çûyî li Dihokê jî di pêşbaziyê de bû û ev film beşdarî gelek festîvalên din jî bûye.

Mirov pir dixwaze Moskowê bibîne û gelê me yê vê derê jî fîlmên Kurdî bibîne.

Lê mixabin pir temaşevan nînin. Ev pirsgirêkeke festîvalan e.

Helbet pirsgirêkên sînemaya Kurdî jî hene û pirsgirêkên festîvalan jî hene.

Bêyî temaşevanan festîval jî nabe û fîlm jî çênabin."

"Çîroka hemû şanogerên Kurd e"

Aktrîsa fîlma "Roj Baş" Rûgeş  Kiriciyê li ser çîroka fîlmê wiha got:

Têkoşîna şano û hunera Kurdî çawa bû, ev fîlm ne hemû ye helbet, çîrokeke dûr û dirêj e.

Lê mînakekê nîşan dide ku huner çiqas zehmet bû li Tirkiyeyê bi zimanê Kurdî.

Ez di heman demê de şanoger im û ez jî di heman demê de endamê vê komê bûm.

Yanî çîroka me bi xwe ye. Li gorî min ev di heman demê de çîroka hemû şanogerên Kurd e.

Lê taybetmendiyên wê hebûn, ziman demeke dirêj qedexe bû."

Piştî bidawîbûna seansê, mîna hemû seansên pêşbirka festîvalê, temaşevan bi derhêner û aktorên fîlmê re ketin sohbeteke germ.

"Miletê me ber xwe dide"

Bazirganê ji Rojavayê Kurdistanê Mecîd Efrînî wiha anî ziman:

"Fîlm pir xweş bû û ez bi vê fîlmê re kêfxweş bûm. Rojeke baş bû.

Xuya dike ku di fîlmê de miletê me ber xwe dide."

4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dê 22 Îlonê bi pêşkêşkirina xelatan ve  bi dawî bibe.