Li Tirkiyê ji %41ê xelkê sûdê ji bazara online dibîne

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê di dema Coronayê de bi sedan kompaniyên bazara online hatine avakirin. Kirîn û firotina online di nava sal û nîvekê de li Tirkiye ji sedî 85 zêde bû û niha ji %41ê xelkê sûdê ji bazara online dibîne.

Bazirganiya onlîne, ango danûstandinên bi rêya înternetê êdî li ser cîhanê di berîka her kesî de ye. Êdî ew serdema ku tu bêjî ez herim hemû pêdiviyên xwe ji bazarê bistînim û bînim mala xwe li dû dimîne. Kirîn û firotina online di nava sal û nîvekê de li Tirkiye ji sedî 85 zêde bû

Bi mobaila xwe ango bi kompîtur, te çi pêwîstî hebe tu dikarî bi rêya online bikirî û ew heta ber derê te were. Ew qad li seranserê cîhanê bi saya pandemiyê ji sedî 90 geş û zêde bû. Kirîn û firotina online bi qebareya xwe gihîştiye asteke wisa ku rêbazên klasîk êdî di metirsiyê de ne. Li Tirkiye jî ji sedî 41ê xelkê êdî pêdaistiyên xwe bêyî ku biçe bazarê, ji kompaniyên online dikire. Bi sedan kompaniyên nû di maweyê pandemiyê de avabûn û hêdî hêdî serdestiya bazarê dikeve destê wan û qada onlîne.

Beriya du salan dema ku ew market vebû, xwediyê wê Ersîn Ozel hêvî dikir kar û qezenceke baş bike û şert û mercên jiyana xwe biguhere. Lê weke herkesî ew jî ne li bendê bu ku corona raserî cîhanê bibe û ji bo bazirganiya online bibe fersend û avantajeke bêhempa. Danûstandina bi rêya înternetê kir ku tiştekî nû têkeve jiyana herkesekî. Xelk êdî bêyî ku ji malên xwe derkevin sîparîşên xwe didin û dilê wan çi  bixwaze, bê zehmet tê mala wan. Wê jî kir ku karên esnafan kêm, rêbazên klasîk û kevneşop jî têkevin metirsiyê.

Ersîn Ozel, Esnaf, dibêje, “Wellehî bandoreke gelek zêde li me dibe. Ji sala çûyî vir ve karên me ji sedî 50 kêm bûne. Tomarîfiroş erzantir berheman didin şerîkeyên onlîne. Ji ber vê karên me gelek ketin. Bi hitana pandemiyê re êdî xelk dixwaze ku her tişt were ber lingên wan.”

E-ticaret ango kirîn û firotina online di nava sal û nîvekê de li Tirkiye ji sedî 85 zêde bû. Di sala 2020an de qebareya vê qadê bû 226 milyar lire. Li gor amaran li tevahiya Tirkiye ji 3 kesan kesek êdî danûstandinên xwe bi rêya onlîne dike. Hedefa qadê ew e ku di 2021an de hecma bazirganiya online ji 300 milyarî derbas bibe. Li gor aktorên qadê niha pêdivî bi milyonek kes heye da li vê qadê kar bikin.

Omer Nart, Serokê Platforma E-Hinarde ya Navdewletî, dibêje, “Bi hatina pandemiyê re ew rêya ku me dikarî di 5 salan de li dû xwe bihêlin, me di 6 meh an salekê de li dû xwe hişt.Ji ber wê ji nişkê ve pêdiviya îstihdamê derket holê. Niha li nava Tirkiye para bazirganiya onlîne di nava bazirganiya giştî de ji sedî 22 ye. Lê hedefa me ew e ku di sala pêş de ew rêje bigihîje ji sedî 25 ta 30î.”

Li tevahiya cîhanê jî pandemiyê berê xelkê da vê rêbaza online. Qebareya bazirganiya online li cîhanê gihîştiye 994 milyar dolar. Tê çaverêkirin ku di demek nêz de ew bigihîje 2.4 trilyon dolar. Him dewlet û him jî şerîkeyên pirnetew niha çavê xwe berdane vê rêbaza ku sînoran nasnake

Ramîn Ramîzovîch Gasîmov, Cîgirê Sekreterê Forûma Tirk-Rûs, dibêje, “Em niha di serdema reqeman de dijîn. Bi hatina pandemiyê re jî em neçar bûn ku em derbasî jiyana elektronîk bibin. Zarok jî niha êdî bi rêya înternetê jiyana xwe didomînin. Ji tipê birgire heta bazirganiyê her tişt derbasî înternetê bûye.Li Rûsya jî hema bêje li sedî 90 jiyanê înternet heye. Em êdî jiyaneke bîzinis dijîn û divê hemû cîhan jî amadekariya xwe li gor vê bike.

Li gor amarên TUIKê beriya pandemiyê hejmara kompaniyên ku e-bazirganiyê dikin 54 hezar bû. Di sala 2020an de hejmar bu 257 hezar. Tê payîn di dawiya 2021an de hejmar bibe 350 hezar.

Ji sedî 41ê welatiyên Tirkiye êdî her danûstandinên xwe bi rêya online dikin. Cîhana online weke her qadên din li qada bazirganiyê jî hemû sînoran serobin dike, çawa ku qezenca vê qadê jî bê sînor e.