Li Tirkiyê rewşa sektora kirîn û firotina xaniyan

Stenbol (Rûdaw) – Kompaniyên mezin ên zevîfiroşiyê kampanyayên mezin birêve dibin. Li aliyê din banke jî krêdiyên xanî û zeviyan gelekî kêm kirin. Lê dîsa jî firotina xanî û zeviyan li Tirkiye di rêjeyeke nizm de maye. Li gorî meha Gulana sala par ji sedî 2.7 zêdebûnek çêbûye lê qad di nava tengasiyek mezin re derbas dibe.

 

Serokê Jûra Zevîfiroşan Nizamettin Aşa ji Rûdawê re ragihand: “Rawestîna li qada zevîfiroşiyê, ev çend sal in berdewam dike. Ya rast di demên dawîn de piçekî pêşketin heye. Kampanyayên ku birêve diçin û daxistina fayîzên xaniyan, kir ku hinekî pêşketin çêbe. Bihayê xaniyan gelekî daketiye. Lê ji ber ku bazar di binê gumana dolar de ye xelk tam jî ne bawer e ku xaniyan bikire. Sedem yekser zêdebûna dolar e.”

 

Li gorî daneyên ku TUİK radigihîne  di meha gulanê de 119 hezar 655 xanî li Tirkiyê hatine firotin. Ji van 2 hezar û 415 xanî ji aliyê biyaniyan ve hatine kirîn. Li gorî heman meha sala par firotina bo biyaniyan ji sedî 36.1 zêde bûye. Lê sala par rewş gelek xirab bû. Ji ber wê jî ew rêje ne li gorî dilê vê qadê ye.

 

Şêwirmendê Veberhêneriyê û Zevîfiroş Yalçin Beyazit dibêje: “Di van 6 mehên dawîn de qada me di tengasiyeke gelekî kûr de ye. Rewşa dolar dike ku endîşeyên xelkê giran bibin. Bihayê xanî û zeviyan nîve nîv kêm bûye. Xaniyekî ku me sala par bi milyonek dolar difirot niha daketiye 6 hezar lîre. Ew rojên geş û bi coş êdî tine ne.”

 

Bajarê ku herî zêde xanî lê hatine firotin dîsa bi 854 daneyan Stenbol e. 595 xanî li Antalya, 141 xanî li Bûrsayê û 108 xanî li Yalovayê, 96 xanî jî li Enqere bo biyaniyan hatine firotin. Di rêza biyaniyan a yekê de Iraqî hene. 407 xanî ji alî wan ve hatine kirîn, pê re jî Îran, Erebistana Siudî, Rûsya û Efxanistan tê.