Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her ku diçe debara jiyanê zehmetir dibe

Stenbol (Rûdaw) - Debar û dabînkirina pêdiviyên rojane ya xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe dikeve metirsiyeke bêtir. Li beramberî vê bikaranîna krêdî û qertên qrêdiyan jî ji sedî 85 zêde bûne. Êdî ew bazarên ku xelkê bi erzanî pêdawistiyên xwe dabîn dikirin jî qerebelix û coşa xwe ya berê jidest didin. Qeyrana aborî xelkê Tirkiye ji jiyanê bêzar kiriye.

Baqî Topaloglû yê 58 salî ku xelkê Erziromê ye piştî 40 salên xebatê teqawût bûye. Destheqê wî niha mehane 4 hezar û 200 lîre ye. Xanî yê wî ye û li malê 4 kes kar dikin. Tu ji wî bipirsî li Tirkiye pirsgirêk heye lê divê meriv lingê xwe lê xelk jî lingên xwe li gora nivînên xwe dirêj nake. Tevî ku ew dibê `bo min her tişt asan e` îro derketiye bazarê û tam 30 kîlo firingî stendiye. Ji ber ku zivistanê wê biha bibin û ewê nikaribe bikire. Xema wî aborî û bihabûn nîn e. Tenane muhîm bo wî ew e ku herkes dijminê Tirkiyê ne û divê herkes dev ji her tiştî ber de û tenê xema vê bixwe.

Baqî Topaloglû got “Eger bêjim ku pirsgirêka debarê nîn e ewê bibe derew. Helbet em dikşînin lê li gor berê baştir e. Tê bîra min xelk diket dor a avê. Niha sîstemeke krêdiyê ya dewletê heye gelekî baş e. 3 mal dikarin bibin yek û xaniyekî bistînin. Ez ji welatê xwe hezdikim hez.”

Bihabûna berdewam li Tirkiye êdî xelk bêzar kiriye. 36.1 milyon kesî krêdî an jî kartên krêdiyê bikar anîne û dêyndarê barkeyan in. Di nava salekê de bikaranîna kart û krêdiyan ji sedî 85 zêde bûye. 24 milyon dosyayên hacizê li xelkê hatine vekirin. Xelkê ku berê li bazaran erebokên xwe tije dikirin niha bi nîv kîloyan îdare dikin.

Saniye Tanyer dibêje “Her tişt gelekî biha bûye. Em nikarin bikirin. Li şûna ku em kîloyekê bistînin em nîv kîlo distînin. Em nikarin herin bigerin. Perê elektrîkê gelek tên. Germ e û em di hundirê xaniyan de ne. Em çi bikin. Em her li aboriyê difikirin.”

Fesîh Aksûngur anî ziman “Em li welatê xwe hatin û me dar û dewarên xwe firotin û me ji xwe re ew tezgah firot. 23 sal in em li vir in lê divê em paş de vegerin welatê xwe. Ji ber ku em êdî li vir îdara xwe nakin.”

Ji ber ku tu gaveke avêtî nabe rêgir, desthelata Tirkiyê ew demek e dest bi esnafiyê kiriye û zincîre markêtan vedike. Ji er ku li wir biha piçekî kêmtir in, xelkê dest rû li marketên din kiriye û berê xwe didin van markêtan.

Adîle Tanyer diyar kir “Li gora marketê din ev der gelekî erzan e. Ji dema ku ew der vebûne vir ve ez ji wir danûstandinê dikim û li gora marketên din bihayên vir gelekî erzan in.”

Rêjeya helewse li Tirkiyê li gor ENAGê gihîştiye ji sedî 175,5 û tenane qada ku li ser xwe ma ye qada geştiyariyê ye. Wekî hemû sektor ketine ber lêhiya bihabûnê. Li dermanxaneyan defterên dêyndariyê hatine danîn û xelk bi deyn dermanan distîne. Qeyrana aborî her ku diçe destê xwe yê di qirika xelkê hinekî din digivişe û çavê herkesî li hilbijartinên pêş e.