Qeyrana aboriyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelkê tûşî birçîbûnê dike

Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana aborî ya ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam e dike ku beşeke gelekî zêde ya xelkê di warê dabînkirina heqê xurek û faturayan de tûşî zehmetiyan bibin. Li gor rapirsiya AREAyê ji sedî 83yê xelkê dide zanîn ku ew di warê dabînkirina heqê xwarin û xurekê de têkevin tengasiyê û dayîna faturayên mehane jî bo wan bibe zehmetiyek mezin. Li hêla din rêjeya helewse jî dîsa gelekî zêde derget. Li gor TUİKê helewse di nava mehekê de ji sedî 3.5 zêde bûye û ji sedî 85 derbas kiriye. Qeyrana aborî bi hatina zivistanê re beşeke xelkê kêmderfet êdî tûşî birçîmayînê dike.

Sehatattîn Şengul ê xanenişîn ku bavê du zarokan e derketiye bazara heftane. Ereboka wî ya bazarê divê tije vegere malê lê her ku ew bi nava bazarê de dimeşe herereta li ser etîketên bihayan destê wî diricifîne. Bi mûçeyeke xanenişînê ew neçar e him debara malê bike, him zaran bide xwendin û him jî bo wan dahatuyekê amade bike. Lê hesabê malê û yê bazarê li hev nakin û ew neçar e nîvê pêdiviyan bikire. Qeyran û bihabûna pê re weke pirê welatiyan jiyana wî jî teng û sînordar kiriye.

Xanenişîn Sebahattîn Şengul got “Dema hun lê dinêrin bihayê gaz û karebayê gelekî zêde ne. Ji xwe hun bazarê dibînin. Biha firya ne. Li gor sala çuyî du sê qat zêde bûne. Bê guman bandoreke mezin li herkesî dibe.”

Qeyrana aborî ya li Tirkiye beredwam beşeke zêde ji xelkê xizan êdî aniye keviya birçimayînê. Amar ji rapirsiya AREAyê ne. Li gor rapora vê saziyê ji sedî 83yê xelkê Tirkiye di nava salekê de tuşî wê yekê bûne da dabînkirin aheqê xurekê bo wan zehmet bibe. Zêdeyî ji sedî 45ê xelkê di dayîna faturayan de zehmetiyan dikêşin. Rewş her ku diçe xeteretir dibe.

Kebanî Elvan Huseyîn dibêje “Danûstandin nîn e ji xwe. Em cil û bergan nastînin. Bo cilan em dibên em dê îdare bikin. Lê ji bo xwarinê kêmkirin nabe.

Kebanî Ferîde Seven anî ziman “Du zilam dixebitin û em 10 nifûs di malê de ne. Ew heta êvar dixebitin lê kirêya me dernakeve. Êdî îdarekirin e. Em nikarin heqê kirê derxin. Em gelekî tengasiyê dibînin.”

Li hêla din ENAG û TUİK amarên helewse cûda radigihînin. ENAG eşkere dike ku rêjeya helewse li gor meha çuyî ji sedî 7.18 zêde bûye û gihîştiye 185,34 ji sedî. TUİK jî dide zanîn ku zêdebûn 3.54 e û rêjeya helewse jî bûye 85,51 ji sedî.