London: Amadekarî ji bo ahenga sala nû tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şêniyên Londona paytexta Brîtanyayê dê kêliyên Big Benê ew saeta 164 salî ya navdar bijmêrin û sala nû ya 2024an dest pê bike.

Xwediyê kompanyaya geştyariyê Tracy Halliwell pêşbînî dike ku dê ahengeke cuda di sala nû de were kirin.

Xwediyê kompanyaya geştyariyê Tracy Halliwell got:

“Sala nû yek ji mezintirîn ahengên salê ye ku ekraneke mezin tê danîn. Herwiha mezintirîn lîstikên agirîn ên salê jî tên kirin. Ez pêşbînî dikim îsal yek ji baştirîn aheng were kirin.”

Kesê ku lîstikên agirîn organîze dike Darryl Flemingê teknîsyenê lîstikên agirîn e ku ligel hevkarên xwe ji tîmeke 20 kesî yên pispor pêk tê.

Zêdeyî 12 hezar lîstikên agirîn tên bicihkirin ku wezna wan zêdeyî 5 tonan e, ji xeynî zêdeyî 30 tonan ji keresteyên taybet ji bo çalakkirina lîstikên agirîn.

Teknîsyenê lîstikên agirîn Darryl Fleming anî ziman:

“Ji bo me şanazî ye ku em li vê derê ne û berpirs in ji rêkxistina lîstikên agirîn û danîna mezintirîn ekrana taybet.

Tîmên me şev û roj ji bo amadekirina cih dixebitin, heta bi baştirîn û xweşiktirîn şêwaz bi rê ve biçe.”

Salane zêdeyî 16 milyon geştyar diçin Brîtanyayê, heft milyon ji wan diçin Londonê, ji wê hejmarê jî nêzîkî milyonekê beşdarî ahenga sersalê dibin.