Rûsyayê bi mûşekan êrîşî Kyivê kir; mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê îro Şemiyê çend mûşek avêtin paytexta Ukraynayê, Kyivê û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Rûsyayê roja Şemiyê 31ê Berfanbara 2022an piştî nîvro 10 mûşek avêtin Kyivê û her wiha parêzgehên wek Xarkîv û Zaporozhia jî bûne armanc.

Mûşek li navenda Kyivê û li kargeheke berê ya mûşekan û cihên din ên terikandî yên li nêzî meydana sereke ya bajêr ketin.

Li paytexta Ukraynayê Kyivê di encama êrîşa bi mûşekan de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa mûşekî di demekê de ye îro roja dawî ya sala 2022an e; ew sala ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dest pê kir.

Hejmarek welatiyan ji Rûdawê re axivîn û diyar kirin ku hêviya wan tenê rawestandina şer û destpêkirina jiyana asayî ye.