Yekîtiya Ewropayê: Tirkiye bi paş ve diçe û biryarên Ewropayê bi cih nayîne

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Ewropayê ragihand ku li Tirkiyeyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê nayên bicihanîn.

Komîsyona Ewropayê rapora xwe ya berfirehbûnê ya derbarê 10 welatan belav kir ku Tirkiye jî di nav de ye.

Encamên raporê li Brûkselê di civîna çapemeniyê de ji aliyê Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Komîserê Berfirehkirinê Endam û Berpirsê Berfirehbûn û Cîrantiyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi ve hatin eşkerekirin.

Tirkiye bi paş ve diçe

Di rapora 95 rûpelî de, tê gotin ku Tirkiye ji bo danûstandinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji 2018an bi pêş ve neçûye.

Komîsyona Ewropayê her wiha got ku Tirkiyeyê fikarên wan ên derbarê pîvanên demokratîk, serweriya yasayan û serxwebûna dadwerî û mafên bingehîn ji holê ranekirine ku bi paş ve diçin.

Parlamento lawaz bûye

Di raporê de tê gotin ku ji ber Sîstema Hikûmetê ya Serokkomariyê rola parlamentoyê di erkên qanûnî û çavdêriyê lawaz kirine.

Li gorî raporê, rêveberiya giştî gelekî polîtîk bûye, bi taybetî jî guvaşên hikûmetê yên li ser şaredariyên mixalefetê demokrasiya herêmî lawaz kiriye.

8 hezar endam û birêvebirên DEM Partî/HDPyê girtî ne

Her wiha pirsgirêkên di warê piralîbûna siyasî de berdewam dikin û tê gotin ku nêzîkî 8 hezar endam û rêvebirên HDPyê (DEM Partiya niha) girtî ne.

Di raporê de her wiha tê gotin ku Can Atalayê parlamenter ji ber ku Dadgeha Bilind biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih neanîne nehatiye berdan.

Tirkiye hîn jî di qonaxa yekem de ye û ti bipêşketin nîne

Li gorî raporê, Tirkiye ji aliyê serweriya yasa û mafên bingehîn ve li gor pîvanên Yekîtiya Ewropayê hîn di qonaxa yekem de ye.

Her wiha di van mijaran de ti bipêşketin çênebûne û pakêtên reformên darazê yên hatine qebûlkirin bandor li rakirina kêmasiyên bingehîn nekiriye.

Tirkiye biryarên DMMEyê red dike

Xaleke din a rapor balê dikişîne ser darazê ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê red dike.

Di raporê de tê gotin ku divê Tirkiye li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û karsaz Osman Kavalayê ku ji doza Geziyê hatiye girtin were berdan.

Divê Tirkiye li gorî pîvanên Ewropayê tevbigere

Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo dadweriya biryarên serbixwe û bêalî li gorî pîvanên Ewropayê bide, divê hewayeke siyasî ya guncav û yasayî bê avakirin, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bên pêkanîn û Desteya Dozger û Dadweran bê guhertin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê di mijara xebatên dijî gendeliyê de gelek gavên bên avêtin hene û divê li gorî biryarên Koma Dewletên Dijî Gendeliyê yên Konseya Ewropayê (GRECO) û Neteweyên Yekbûyî tevbigere.

Gelek kes bi bi îdiaya “piştgiriya terorê” tên darizandin

Di raporê de tê gotin ku li Tirikyeyê di warê mafên bingehîn de ti bipêşketin çênebûne.

Li gorî raporê gelek rojnameger, nivîskar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan bi îdiaya “piştgiriya terorê” tên darizandin.

Divê yasa bên guherîn

Yekîtiya Ewropayê bangî Tirkiyeyê dike ku “yasayên xwe yên li dijî terorê” li gel Yekîtiya Ewropayê bixe nav hevsengiyê.

Di mijara azadiya raderbirînê de ti pêşketin nîne

Yekîtiya Ewropayê dibêje divê Tirkiye di mijara LGBTI û kêmîneyan de gavên bibandor biavêje û tekez dike ku li Tirkiyeyê di mijara azadiya raderbirînê de ti bipêşketin nîne.

Li gorî raporê, heta niha 54 rojnameger girtî ne, ji bo di wî warî de Tirkiye pêş bikeve divê rojnameger, parêzvanên mafên mirovan û parêzer bên berdan.