Guherîna keşûhewayê dibe mijara serekî ya roja duyem a Lûtkeya G20ê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fransayê û 18 serkirdeyên cîhanê û bloka Yekîtiya Ewropayê ku bi hevre Komeleya 20 pêk tînin, ber bi odeya roja duyem acivînên komeleyê diçin li Romaya Îtalyayê. Rojeva wan a germ a îro, jîngeh û guherîna keşûhewayê ye.
Li gor navendên nirxandina jîngehê, guherîna keşûhewayê bûye sedema ku zêdeyî ji sedî 38ê rûberê bejahiya parzemînê bibe beyaban.
Cotkar ji Maliyê Abdul Karim Hassane dibêje: “Vê hemû rûbera ziwa ku niha dibînin, berê tejî av bû, ev navçe daristan bû û niha jî beyabaneke bê jiyan.”
Neteweyên Yekbûyî li zengilê metirsiyê lê daye ku berfirehbûna rûberê beyabanan dibe sedema birçîbûna 250 milyon kes û heta sala 2045an jî 135 milyon kes koçber dibin. Soza serkirdeyên cîhanê bo kêmkirina guherîna keşûhewayê, wiha naxuye bikaribe kemera krîzê bişkîne. Lewra vê carê Neteweyên Yekbûyî bale dikşîne ser ciwanên hişyar ên vê serdemê.
Derbarê mijarê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî got: “Krîza keşûhewayê zengilê metirsiyê ye bo mirovatiyê û metirsiya herî zêde jî li ser ciwnan e, lewra ez li vê derê spasiya ciwanan dikim bow ê helwêsta wan baş ku bi awayê online û xwepêşandanan tînin ziman ku bi rastî pêşan dan kêmasiya me ya serkirdeyên bihêz heye ku sozên pûç didin cîhanê. Serkirde nabe tenê bi axaftin ji me re bibêjin çawa dighin sifir karbon lê di pratîkê de pêşanî me bidin ka çawa digihin wê hejmarê, ew jî bi guşara ciwanan a ser serkirdeyan dibe.”
Ciwanên nû yên vê serdemê, derbarê guherîna keşûhewayê de hêza xwe xistine tevgerê. Di sê salên borî de zêdeyî 3.5 milyon çalakvanên keşûhewayê yên temen 11 salî li welatên rojava çûne rêza kesên berevaniyê li jîngehê dikin.
Çalakvana Keşûhewayê ji Swêdê Isabelle Axelsson jî got: “Em hêvîdar in hejmara me ya zêde bo siyasetmedarên beşdarbûyên konferansa navdewletî îspat bike ku em çavdêriya wan dikin û berdewam guşarê li wan dikin daku sozên xwe yên derbarê keşûhewayê de cîbicîh bikin.”
Şanaziya G20 bi wêya ku ji sedî 80ê hemû dahata ser erdê pêk tînin, rûbirûyî wê rastiyê dibe ku her ew in ji sedî 80ê gaza karbon a bi jehr li cihanê berdidin nav hewayê, lewra soza berdewam a welatên pîşesazî bo cîhaneke paqijtir rûbirûyê metirsiya ji destdana pêgeha wan a aborî dibe.