Li Afrîkaya Başûr di şewata avahiyekê de 73 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê herî mezin ê Afrîkaya Başûr Johannesburgê li avahiyeke bilind şewat derket.

Li gorî agahiyên destpêkê 73kesan canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Servîsa Rêveberiya Rewşa Acîl a Johannesburgê Robert Mulaudzi daxuyanî da rojnamegeran û got:

“Bi saeta herêmî derdora 01:30î agir bi avahiyeke bilind ket.”

Rober Mulaudzi destnîşan kir ku sedema şewatê hîn jî ne diyar e û herî kêm 73 kes mirin û gelek kes jî birîndar in.

Gelek kes di avahiya agirpêketî de ne

Di berdewamiya axaftina xwe de Mulaudzi got ku dema ew gihîştin ciyê bûyerê dîtin ku hîn jî gelek kes di avahiya agirpêketî de ne.

Bi gotina  Mulaudzi rayedar jî bi fikar in ku hejmara miriyan zêde bibe.

Qurbanî kesên koçber in

Hat ragihandin ku avahiya agir pê ketiye "di qeydan de vala xuya dike".

Tê gotin ku kesên bi deryasayî çûne wî welatî li wê avahiyê dijîn.

Li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.