Trump: Rêkevtin ligel Talîbanê nehatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku danûstandinên Washingtonê ligel tevgera çekdarî ya Talîbanê baş in, lê hê gotûbêj negihiştine wê astê ku rêkeftina aştiyê were îmzekirin.
Gotûbêjên navbera îdareya Trump û Tevgera Talîbanê berdewam in û Donald Trump jî tekez li ser girîngiya berdewambûna danûstandinên navbera herdu aliyan kir û got: “Heta niha gotûbêj di qonaxa danûstandinên siyasî de ne û em negihiştine îmzekirina rêkeftina aştiyê li gel Talîbanê.”
Li beramber, Talîbanî jî ragihand ku hindik maye ligel Amerîkayê digihin rêkeftinekê û ew ji vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanîstanê pêk tê li beramber garantiya Talîbanê ku axa Efxanîstanê nebe cihek bo xweveşartina kesên Washington wan wek terorîst binav dike.
Berê jî Trump ragihandibû ku hêzên Amerîkayê ji 14 hezar serbaz û karmend ve bo nêzîka 8 hezar û 600 serbaz kêm dikin û ew hêz jî bi gotina Trump, piştî rêkeftina ligel Talîbanê li Afganîstanê dimînin.