102 parlamenterên Fransî: Bila Rojava bê naskirin û herêma dijefirînê bê ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - 102 parlementerên Franseyê bang kirin ku li Rojavayê Kurdistanê herêma qedexeya firînê bê ragihandin û di qada navneteweyî bê naskirin. Herwiha parlamenteran polîtîkayên şer ên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî şermezar kirin û bang li welatên rojava kirin ku çavên xwe li hember vê yekê negrin.

Bi pêşengiya Parlamentera Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenter û senatorên partiyên cuda yên Fransayê, der barê operasyonên muhtemel ên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransî AFPê, parlementeran polîtîkayên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî Kurdên Rojava şermezar kirin û diyar kirin dema ku cîhan giraniya xwe dide Ukraynayê, Erdogan ji vê yekê sûd werdigre û plana operasyoneke nû dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeya ku hem bi Rûsyayê û hem jî bi Ukraynayê re di nav têkiliyên baş de ye, ji statuya xwe ya di NATOyê de sûdê werdigire û ji bo operasyonê Erdogan ji NATOyê "çeka vekirî" wergirtiye, û hat xwestin ku "Divê dewletên rojavayî çavên xwe negrin."

Di nav 102 parlamenterên ku daxuyaniya bi sernavê “Divê li dijî dînîtiya şer a Erdogan bê rawestin”  îmze kirine, parlamenterên partiyên Komarî yên rasgir (LR) û partiya desthilatê ya Emmanuel Macron jî hene.

Herwiha di daxuyaniyê de ji welatên rojava hat daxwaz kirin ku "parastina çalakvan û komeleyên kurd ên li ser axa Ewropayê hene garantî bikin"

Parlamenteran daxwaz ji Fransayê kirin ku mijarê bibe Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî "Li bakurê Sûriyeyê herêmeke qedexe ya firînê ragihîne û Kurdên Sûriyeyê bikin bin parastina navneteweyî."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî şert û mercên awarte yên ji ber şerê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, gelên Kurd, Ereb, Asûrî û hemû pêkhate bi hev re dijîn."

Li aliyê din parlamenteran xwestin ku statuya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê otoriteyên navneteweyî ve bê naskirin.