NEXT - Robotek bêyî karker û hosta xaniyekî di du rojan de çêdike
Bernameya NEXT beşa 6ê:
Li Maineyê ku wîlayeteke mişt daristan a Amerîkayê ye, dahênanek diqewime ku tê payîn paşeroja avakirina xaniyan biguhere.
Xaniyek bi rêya çapkereke sêrehendî (3D) bi maddeyên giyayî tê çêkirin. Aqilê li pişt vê dahênanê mamostayekî bi koka xwe Lubnanî bi navê Dr. Hebîb Daxer e ku gelek xelatên dahênanê standiye.
Piştî lêkolîna bi salan, vî endezyarê koçber ji bo avakirina xaniyan rêyeke erzantir, bileztir û jîngehdostir dîtiye.
Namo Ebdullah di vê bernameyê de, dahênana Dr. Daxer û tîmekê li Zanîngeha Maineyê û astengiyên ku rastî wan tên û çawa rûbirûyî wan dibin, dide nasîn.
Hûn dê bibînin li Amerîkayê, zanîngeh dahênanên çiqasî mezin dikin.
“Krîza destê kar heye”
Mamostayê Endezyariya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Maineyê Dr. Hebîb Daxer got:
“Hizirê bi peyameke Birêvebiriya Xanî û Eqaran a Maineyê dest pê kir. Ofîsa Xanî û Eqaran a Wîlayeta Maine-ê got: "Krîzeke me ya mezin heye. Em nikarin xaniyên pêwîst çêbikin. Tu dikarî bi prîntera 3D xaniyan ji me re çêbikî?
Ez bi koka xwe ji Lubnanê me. Ez xortekî 17 salî bûm dema hatim Amerîkayê. Min digot qey ez ê tenê demsaleke xwendina kolejê li vir bimînim lê ji ber şerê navxweyî yê Lubnanê, çil û pênc sal derbas bûne û ez hîn li Amerîkayê me.
Du bawernameyên min ên masterê û doktorayeke min heye. Bawernameyên min ên masterê di endezyariya mekanîk û endezyariya avahîsaziyê de ne û doktoraya min jî di endezyariya avahisaziyê de ye.
Ez hatim Zanîngeha Maineyê û min li vir navendeke lêkolînê bi navê Navenda Struktûr û Pêkhateyê damezrand. Berî 27 salan em tenê pênc kes bûn. Îro em zêde bûne û bûne 411 kes.
Niha li Amerîkayê pêwîstiya me bi zêdetirî heşt milyon xaniyan heye. Li Wîlayeta Maineyê, heya sala 2030î, dê pêwîstiya me bi nêzîkî 70 hezar xaniyan çêbe. Krîza me ya destê kar heye. Kesên me yên pêwîst nînin ku wan xaniyan ava bikin.”
Beton maddeyeke domdar e lê ne dosta jîngehê ye
Prîntera 3D ji çêkirina tiştan qat bi qat pêk tê, bi rêya amûrekê ku maddeyê derdixe ji bo veçêkirina wêneyeke sêrehendî ya nav komputerê di ketwarê de.
Bi dehsalan e ji bo çêkirina mînak û parçeyên otomobîl, balafir û keştiyan tê bikaranîn. Îro, bi encamên sosret derbasî sektora avakirinê bûye.
Ev her du xanî karekî hevpişk ê Kompanyaya Alquistê ye ku di warê çapa sêrehendî bi betonê de li Amerîkayê pêşeng e û rêxistineke qezenc-nexwaz e bi navê Avakirina ji bo Mirovahiyê da ku xaniyên erzan ji bo mirovên kêmdahat li Virginiayê ava bikin.
Ev xanî bi betonê hatine çêkirin ku îro di çêkirina xaniyên ku bi çapkerên 3D têne çêkirin de madeya herî zêde tê bikaranîn e.
Beton an jî çîmento maddeyeke domdar e ku hêsan tê bidestxistin lê ne dosta jîngehê ye.
Berpirsê Avakirina Xaniyan li Rêxistina Habitat ji bo Mirovahiyê Craig Meadows jî got:
“Rûbera vî xanî 126 metreyên dûca ye. Ji çaxa ku me çapkera xwe danî û me dest bi avakirina xanî kir, ji bo çapker hemî dîwaran çêbike, tenê 40 saetan ma.”
Lêçûnên avakirinê bi berdewamî zêde dibin
Rêveberê Navenda Virginia ji bo Lêkolînên li ser Niştecihbûnê Andrew McCoy jî got:
"Em çawa dikarin teknolojiyê bi kar bînin da ku lêçûnên xaniyan kêm bikin? Bi taybetî di jîngeha vêga de ku lêçûnên avakirinê bi berdewamî zêde dibin, ne tenê li Amerîkayê lê li seranserê cîhanê. Pêdiviya me bi teknolojiyê heye wekî rêyekê ji bo kêmkirina lêçûnên xaniyan."
“Ev çapker dikare her teşe û şêwazekê çap bike”
Berpirsê Avakirina Xaniyan li Rêxistina Habitat ji bo Mirovahiyê Craig Meadows got:
Bi kurtî, ev mîna wî kîsî ye ku ji bo xemilandina sewikan tê bikaranîn. Tu wê diguvêşî û madde jê derdikeve da ku teşeyekê çêbike. Ev jî eynî tişt e lê ya ku ji çapkerê derdikeve konkret e.
Tevheviyeke betonê ya taybet e ku di nav de pêkhateya taybet heye ku dihêle zû hişk bibe lê hîn jî ewqasî şil e ku dema qat bi qat li ser hev were danîn, bi hev ve bizeliqin.
Makîneyeke mezin e ku ji çapkerên ximavê yên ku di malên me de hene ne pir cuda ye. Bi eynî awayî çawa çapker ximavê datîne ser kaxezê, ximava vê çapkerê konkret e. Bi rastî, hin çêkerên pêkhateyên konkretê jê re dibêjin ximav.
Ev çapker dikare her teşe û şêwazekê çap bike. Her tiştê ku were xeyalê û bikare li ser komputerê bê afirandin, ev çapker dikare biafirîne.
Li gor gelek kesan, ew ê her kesî bêkar bike. Lê bi rastî, ne wisa ye. Dema çapkerê dibînin, dibêjin kesekî tenê heye ku çapkerê dixebitîne û êdî kesekî din hewce nake. Her kes bêkar dimîne. Bi rastî ne wisa ye.
Nêzîkî şeş kesan hewce ne ku ji bo çêkirina xaniyekî bi vî rengî li cih bin çunke divê em di heman rojê de maddeyên xurtker li dîwaran zêde bikin.
Li gorî min, her kes dikare fêrî bikaranîna çapkera 3D bibe. Gelek kes hene ku çapkerên wan li malê hene. Teknolojiya vê çapkerê jî bi rastî qet ne cuda ye.”
“Jîngeh bandorê dike”
Andrew got, “Jîngeh astengek e. Ger rewş germ be, ba hebe yan şilî zêde be, ev hemî bandorê li ser amûra çapkirinê dikin. Loma divê berî tu dest pê bikî, li ser van hemûyan bifikirî. Divê tu biçî û testê bikî û dûv re bibînî ka çi diqewime û xwe biguncînî.”
“Tê plankirin otêleke 8 donimî bi çapkera 3D bê çêkirin”
Li ser pirsa Namo Ebdullah ya êJi bo çapkera 3D, çêtirîn rewşa keşûhewayê çawa ye?” Andrew wiha got:
“Erê, şiliya kêm, pileya germê ya ji 10 ta 15 ji sedî. Nebûna bayekî zêde. Evna hemî wisa dikin ku madde bi ciwanî hev bigirin û hişk bibin.”
Çapkerên 3D ne tenê ji bo avakirina xaniyên piçûk in: dikarin ji bo projeyên mezin jî werin bikaranîn. Bo nimûne, li vê vîlaya li Çînê binêre. Bi çapkera 3D hatiye çêkirin.
Tê plankirin otêleke heştê donimî bi çapkera 3D li Teksasê bê çêkirin. Ev navenda tenduristiyê ya pêşketî li Taylandê bi çapkera 3D hatiye çêkirin. Li Erebistana Siûdî, yek ji avahiyên herî dirêj li Şems el-Riyadê ye ku rûbera wê 345 metre ye û bilindahiya wê 10 metre ye.
“Ji hêla jîngehê ve beton pir zirarmend e”
Andrew da zanîn ku di sala 2016an de, Neteweyên Yekbûyî raporek li ser xanî û eqaran li cîhanê weşand û got:
Gelek xanî zehf pêwîst e li seranserê cîhanê bên çêkirin. Li cîhanê, bi gelemperî beton tê bikaranîn. Li Amerîkayê beton kêmtir tê bikaranîn. Ger em wekî berê xaniyan çêkin, em ê qet pê re negihin. Ji hêla jîngehê ve, beton pir zirarmend e.
Di warê karbonê de, çîmento û maddeyên din jî ku di çêkirina betonê de tên bikaranîn ji bo jîngehê xerab in. Lewra divê em maddeyên din bibînin. Em dibînin xelk li ser materyalên cuda kar dikin.”
Dr. Daxer ji sînordarî û zirarên jîngehê yên betonê serwext e. Ew li madeyeke alternatîf digere ku karkirina pê re hêsantir e û kêmtir zirarê dide jîngehê.
“Beton sedema sereke ya qirêjbûna jîngehê ye”
Dr. Daxer jî teqez kir ku beton ne materyaleke pir dosta jîngehê ye û got:
“Wekî ku tu dizanî, berhemanîna betonê sedema sereke ya qirêjbûna jîngehê ye. Bikaranîna maddeyên zindî (yan madeyên biyo) wekî daran rêyek e ku belavbûna gazên jîngehqirêjker di civakê de kêm bibe.
Navenda me ya lêkolînan xwedî planeke stratejîk e. Me navê planê kiriye Cêm, ku bi Îngilîzî kurtkirina enerjî û maddeyên kesk e. Armanca me ew e ku em enerjî û maddeyên jîngehparêz ji bo civakê bînin.”
Dr. Daxer dizane ku ya ku afirîner çêdike, ne hebûna hemî bersivan lê pirskirina pirsên rast e. Lîsteyeke pirsên wî ji bo tîma wî heye da ku bersiva wî bidin.
Dr. Daxer got:
Gelo maddeya me heye ku ewqasî xurt be ku li ber xwe bide? Gelo maddeya me heye ku mercên agirvemirîn û jehrîbûnê tê de hebin? Ma maddeya me heye ku em bikarin di asteke mezin de berhem bînin û karibin di qeyrana xaniyan de guhertinekê çêbikin?
Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Lê pirsgirêka teknîkî ew bû ku em çawa van materyalan berhem bînin û bi çapkera 3D projeyeke herî dijwar çêbikin. Me çend madde û pêkhateyên cuda ceriband.
Me hêza xwe lêkolîn kir. Me domdariya maddeyên xwe lêkolîn kir. Me lêkolîn kir ka madde ji ber germ û sermayê fireh nabe û naçe hev. Ma madde bi pergala materyalên din ên sûkê re çiqasî digunce? Hewldaneke lêkolînê ya mezin bû ku çend salan domand heta me karîbû formuleyeke guncav bibînin.”
Dr. Daxer û tîma wî fêm dikin ku dibe ku çareserî li baxçeyê wan be. Hin kargehên çêkirina kaxezan ji ber kêmbûna daxwazê di cîhaneke dîjîtal de girtî ne.
Vê yekê di encamê de tibabên mezin ên biyomateryal hêlane wek darên hûr ku dikarin ji bo mebestên din werin bikaranîn.
Nêzîkî ji sedî 90î Nêzî ji sedî 90ê daristan e
Dr. Daxer da zanîn ku Wîlayeta Maineyê ji hemî wîlayetên din ên Amerîkayê bêtir daristan û bax lê hene û got:
“Nêzî ji sedî 90î wîlayetê daristan e. Berhemên daristanê beşeke mezin a aboriya me ne.
Berî çend salan, heft kargehên me yên kaxezan hatin girtin. Ew jî tibabeke pir baş a darên hûr ku berê ji kargehên kaxezn re diçû, vêga cih nebû jê re biçe. Ma tu dizanî tibaba wê çiqasî mezin bû? Nêzîkî milyon ton madde bû ku ti cihekî din nebû jê re biçe.”
Di laboratûara Dr. Daxer de, du maddeyên hêvîdar têne destnîşankirin da ku tevhevî ji bo çapkera 3D were çêkirin ji bo avakirina xaniyan: şîrika daran û darên hûr.
Şîrik ku maddeyeke xwezayî ya mîna sîkotînê ye, em ji garis werdigirin. Darên hûr ên darên hişkkirî û hêrandî ne ku bi eynî rengî ji daran tên. Tîma Dr. Daxer darên hûr ku di kargehên girtî yên kaxezan de bûne bermahî bi kar tîne.
Ji bo hilbijartina van materyalan sê sedemên sereke hene:
• Ev madde xwenûker in û dikarin wein vezîvirandin, ev jî bandora xerab a avakirinê li ser jîngehê kêm dike.
• Ev madde ji bo cudakirina pileyên germahî û sermayê pir baş in.
• Berevajî betonê, ev madde dikarin çar demsalên salê ji bo avakirina xaniyan bi çapkerên 3D werin bikaranîn, çunke ne hewce ye ku çapker li cihê avakirina xênî be û parçe paşê bi hêsanî dikarin werin veguheztin.
“Beton nikare ji bo çêkirina rûyekî asoyî were bikaranîn”
Dr. Daxer got jî, “Parçeyên piçûk û gilover in. Di van parçeyan de, du madde hene. Darên hûr di wan de hene ku darên hûr ên axê ne û mîna ard in. Ev bi biyopolîmerê re tê tevhevkirin ku maddeyeke darên hûr pê ve tên zeliqandin û dikeve nav pêkhateya darê û wê ji şilî, êrîşa gêrikan û hilweşîna xwezayî diparêze.
Çapker van parçeyan dixe nav xwe, wan germ dike, dihelîne û dirijîne nav lûlikekê. Di amûra çapkirinê ya 3D de, bi kurtî, çîmento û av têne tevhevkirin û qat bi qat têne dariştin.
Cudahiya wê ji betonê ev e ku beton nikare ji bo çêkirina rûyekî asoyî were bikaranîn. Lêbelê, em dikarin bi materyalên xwe rûyên asoyî biafirînin çunke pir zûtir cihê xwe digire û em dikarin bi goşeya 45 çap bikin, ev jî rê dide me ku em pêkhateyên 3D çap bikin.
Me wisa dirust kiriye ku di navbera yek ta pênc xulekan de hişk bibe. Em qatan wiha dîzayin dikin ku gava çapker vedigere çîna duyem, materyal têra xwe hişk dibe lê hîn jî piçekî germ e ku bi ciwanî bi qata paşê ve bizeliqe.”
Tîma Dr. Daxer tiştekî dike ku qet nehatiye kirin, loma ti tedbîr an rêzikname nîne ku li pey herin. Tenê bîrdoz li ber destê wan e ku test bikin. Di ezmûnên xwe de bi dijwariyan re rû bi rû dimînin.
“Ev ne rêyeke bi gulan xemilandî bû”
Dr. Daxer da zanîn ku berê ti kesî ev nekiriye û wiha domand:
“Tu bi rastî nizanî tu dê bi çi re rû bi rû bimînî. Arîşe pir bûn. Ev ne rêyeke bi gulan xemilandî bû. Rêyeke pir dijwar bû, lê em niha di vî karî de pir çêtir bûne.
Bêguman, tu qet nikarî piştrast bibî ku dê her tişt biserkeve. Lê baweriya me hebû ku tîma me têra xwe xwedî ezmûn e ku bikare zora her astengiyeke ku heye rastî wê were, bibe.
Carekê prînter vemirî. Her tişt ji kar ket. Em çûn cem çêkerên amûrê û bi wan re xebitîn, lê kesî nizanîbû pirsgirêk çi ye û çi bike.”
Ev ne projeya yekem a dijwar a Dr. Daxer bû. Dahênanên vî profesorî warên din jî li xwe girtine.
Ew yek ji wan zanayan e ku ramana bikaranîna turbînên bayê li ser deryayê afirandiye û dahênanên wî di çêkirina piran de xelatên navdar di qada endezyariya şaristanî de wergirtiye.
Dr. Daxer anî ziman:
“Teknolojiya bayê ji bo çêkirina elektrîkê li ser avê teknolojiyeke mezin e ji bo paşeroja civakê û em vêga di vî warê taybet de li Amerîkayê pêşeng in. Berî 10 salan, me yekem turbîna bayê li ser avên Amerîkayê danî. Di vê laboratûara me de hatibû dîzaynkirin.
Hevkarên Dr. Daxer dibêjin ku ev endezyarê Lubnanî yê aram bi çanda xebata tîmê bawer dike û wê wekî pêdivîyeke afirandinê dibîne.
“Ew şiyana mirovan dibîne”
Rêvebera Têkiliyan li Zanîngeha Maineyê Taylor Ward jî got:
Karkirina bi Dr. Daxer re ne mîna tiştekî din e ku min ceribandibe, çunke ew şiyana mirovan dibîne ku ew bi xwe nabînin. Ev jî sedema pêkanîna vê hevdîtinê ye li xaniyekî ku ji çapkerên 3D û biyomateryalan hatiye çêkirin. Çunke wî dizanîbû ku em dikarin vêya bikin.
Li gorî min, hêsan e tu hergav bibêjî ev pir dijwar e û qet nehatiye kirin lê karkirina di vê jîngehê de, li jêr destê Dr. Daxer û li Zanîngeha Maineyê, cîhanbîniyek heye ku kes ji me bi qasî me hemûyan ne jîr e û em dikarin van tiştan bikin. Ger em bi hev re bixebitin û mejiyên xwe terxanî wê bikin, em dikarin bikin.”
Li cihê dirustkirina xênî li bajarê Bangor ê Wîlayeta Maineyê, tîma Dr. Daxer hewl dide ku pirsgirêka çapkera 3D ya herî mezin li cîhanê bibîne.
“Çareserî ne hêsan bû”
Dr. Daxer eşkere kir ku tîmeke wan a pir xurt hebû û got:
“Ezmûneke zaf baş a tîmê heye. Min got di vê laboratûwarê de tîmeke me heye ku ji zêdetirî 400 kesî pêk hatiye. Endezyar, zana, fîzîknas û hwd. Hebûna ekîbeke wisa, me dizanibû ku ji bo her astengiya ku derkeve pêşiya me, mirovên me yên guncav hene. Em dikarin çareser bikin.
Derket holê çunke me gelek madde proses dikir, toza darên hûr li ser zimanekî makîneyê kom bû. Zimanê ku deriyê fîdeyê vedike û digire. Fîdeya ku materyalê ji lûlikê re peyda dike.
Ewqas toz tê de kom bûbû ku ziman tiştekî din kar nedikir. Dema ku me dest pê kir, me nikarîbû pêşbîniya arîşeyeke wisa bikin. Çareserî ne hêsan bû. Ji bo ku toza ser wê biavêje, me tenê baweşînkek li ser zimên danî.”
Piştî hewldanên berdewam, tîma Dr. Daxer projeyê kuta dike. Çiriya Peşîna sala bihorî, waliya wîlayetê û senatorên Amerîkayê beşdarî ahenga vekirina xênî bûn.
“Dikare alîkariya peydakirina xaniyan ji bo niştecihên Maineyê bike”
Waliya Wîlayeta Maineyê li Amerîkayê Janet Millsê jî got:
“Em îro yekem xaniyê ku bi çapkera 3D û bi tevahî ji biyomateryalan hatiye çêkirin pîroz dikin. Ji darên hûr hatiye çêkirin. Ez niha li vir rûniştime û li Cejna Spasdariyê, çêkirina elokan û sosa grêviyê difikirim. Ev xênî ji darên hêrandî hatiye çêkirin!! Kî bawer dikir ku tiştekî wisa dikare çêbibe? Ev xanî di dawiyê de dikare alîkariya peydakirina xaniyan ji bo niştecihên Maineyê bike.
Avakirina malan ji xelkê re, dawîanîna li belavkirina karbonê di pêvajoya avakirinê de û piştgirîkirina pîşesaziyên berhemên daristanê yên kevneşopî. Bidestxistina van her sê tiştan ji bo Hebîb Daxer û ekîba wî hatrîkek e.
Ez serbilind im ku ez bi rêya plana vejandinê bûm alîkar ji bo piştgirîkirina vê projeyê bi tibaba panzdeh milyon dolaran. Pereyên hikûmeta federal bûn, lewra spas ji Senator Collins re.
Senatora Amerîkayê ji bo Wîlayeta Maineyê Susan Collinsê jî got, “Gelek spas Hebîb. Hebîb spasiya tevan kir. Çima em tev ji bo dîtina ku li cem Hebîb heye, spasiya wî nekin.”
Pirs li vir ev e ku gelo ev xaniyên nestêle ku wekî dahênaneke Amerîkî bûye sedema dengvedaneke evqasî mezin û ji daran hatine avakirin, dikarin xwe li ber zivistanên dijwar û biberf ên Wîlayeta Maineyê bigirin?
Testa vezîvirandina madeyan
Dr. Daxer herwiha got:
“Me çêkir da ku em bibînin ka ew dikare xwe li ber rewşên awarte bigire. Bo mînak, em bifikar bûn ku dibe ku ev madde berfireh bibe û biçe nav hev, çunke maddeyeke nû ye. Dema ku germ û sar dibe, gelo fireh dibe û diçe nav hev?
Ev xanî prototîpek e, ji bo ceribandinê mînakek e. Hestewer bi xanî ve hene. Tu li ban binêrî, tu dê hestewerekî li wir bibînî. Ev hestewer daneyên li ser xanî, daneyên li ser heykelê xênî û herwisa rewşa keşûhewayê wekî germî û sermayê berhev dikin.”
Li ser vê yekê jî Dr. Daxer got:
Piştî salekê, xanî hemû demsal dîtine û dem hatiye ku em bibînin di rewşeke çawa de ye.
Pir, pir baş bû. Bêguman, me hin arîşeyên biçûk têbînî kirin lê bi hêsanî têne çareserkirin. Me ti parçebûneke mezin nedît ku li xaniyê asayî yê nûçêkirî nebe.
Ev maddeya ku tu niha dibînî, herçend ji darên hûr û biyopolîmeran hatiye çêkirin jî, di warê zextê de ji betonê bihêztir e. Di heman demê de, dikare ji sedî sed were vezîvirandin. Tu dikarî bi kunkerê qul bikî û perçeyan jê bibirî. Maddeyeke pir taybet e û dikare li gelek deveran were bikaranîn.
Hebûna xaniyekî ku dikare ji sedî sed were vezîvirandin zaf girîng e. Em niha mijûlî ceribandinekê ne da ku em bibînin ka ev madde dikare çend caran were vezîvirandin û dubare were bikaranîn.
Ji bo vezîvirandina vê materyalê, tu dikarî wê hûr bikî û dûv re têxî nav çapkerê û dîsa xanî pê ava bikî. Niha em vî karî pênc caran dikin da ku em bibînin ka di her gerekê de çi tê serê pêkhateyên maddeyê. Bo nimûne, heke ev xanî 200 salî bimîne, wê maddeyê pênc caran dubare bi kar bîne, ango ev xanî dikare hezar salî were vezîvirandin.
Tiştê ku derbarê vî xanî de cuda ye ev e ku di navbera dîwar, ban û zemînê de valahî heye. Di wê valahiyê de me karîbû maddeyên cudaker ku biyomateriyal in bi kar bînin da ku pêşî li hatina germî û sermaya derve bigire.
Dema ku tu bi çapkera 3D xaniyekî beton ava dikî, bi gelemperî tu tenê dîwaran çêdikî. Dema ku ava dikin, tu dibînî ku ew bingeheke mîna xaniyekî asayî ava dikin, paşê dîwaran bi alava çapkirina 3D çêdikin. Piştre ban û beşên din ên xnî bi destan çêdikin.
Me bi vî awayî nekir. Me hemî bi prîntera 3D çêkir. Me erd çap kir, me dîwar çap kirin, me ban çap kir. Hemû bi carekê.
Tylorê herî dawî got, “Çapkera me ya 3D ya herî mezin a termoplastîk heye. Em wê ji bo avakirina xanî û keştiyan bi kar tînin.”