Penaberê kurd: Ne ji dêrê ba niha em qerisî bûn

Roma (Rûdaw) – Rêkeft Celal yek ji wan kurdên penaber e, ku ji Fînlandiyayê çûye Îtalyayê û li hêviya wergirtina mafê penaberiyê ye. Beriya niha hevalekî wî jê re gotiye Îtalya zû bersiva daxwaza mafê penaberiyê dide lewma berê xwe daye Îtalyayê. Lê ew dibêje; “Eger ne ji dêrê ba vê zivistanê em ê ji sermayê biqerisiyana.”

 

Hejmareke zêde yê penaberên kurd ên li welatên cuda yên Ewropayê mafê rûniştinê bidest nexistine berê xwe dane Îtalyayê. Lê gelek ji wan jî heta dema hevdîtina wan tê cihê mayînê peyda nakin û wan hilnadine kampan jî.  

 

Li Îtalyayê berawirdê penaberên erfîqî û asyayî kurd zêdetir bi bext in. Lê ev nayê wê wateyê ku her hemû jî dikarin xanî û avahiyan peyda bikin da ku lê bimînin. Ji lewra gelek wan xwe spartine dêran.

 

Îtalya zû bi zû mafê penaberiyê nade

 

Hikûmet ji penaberan dixwaze heta dema hevdîtina wan tê û ji wan re cîh tê dabînkirin, xwe li cihekê bihewînin. Carna ev li hêviyê mayîn mehekê, carna 5 mehan jî berdewam dike. Ji ber ku Îtalya di nav krîza aborî de ye û guvaşeke mezin ê koçberan jî li ser heye.

 

Piraniya gelê Îtalyayê krîstiyanên katolîk in. lewma li hemû bajar û navçeyan dêr hene. Herwiha saziyên civakî, malên hêjaran û bê kesan di vî welatî de gelek in piraniya wan jî alîkariya darayî ji Vatîkan û xêrxwazên îtalî werdigrin.  

 

Di kilîseyan de dimînin

 

Rêkeft Celalê 26 salî koçberekî kurd e û ji bo mafê penaberiyê bidest bixe serdana çend welatên Ewropayê kiriye. Welatê dawiyê serdan kiriye Fînlandiya bûye û daxwaza wî li wir jî nehatiye qebûlkirin, lewma hatiye Îtalyayê.

 

Rêkeft Celal ji Rûdawê re got; “Li Îtalyayê kilîse bûne malên me yên yekemîn. Eger ne ji kilîseyan ba em naçar dibûn li kolanan û parkan bixewin. Em ê ji serman bimirana.”

 

Penaberê kurd dibêje ji wî re gotine, ku dê 3 mehan de li Îtalyayê mafê penaberiyê bistîne lê ev yek rast derneketiye û dibêje; “Li vir karûbarên penebaran giran e û kes hale me napirse. Hikûmet tenê ji me re dibêje aram bin.”

 

Navborî dibêje ew ne poşman e, ku hatiye Ewropayê û naxwaze vegere Kurdistanê.

 

Navenda Kasa Nostra

 

Kasa Nostra li bajarê Kozînsayê ye û navendekî taybetî yê karûbarên olî ye, ji bo koçberan bûye penagehek.

 

Serpereştê vê navendê Sor Slevya ji Rûdawê re got; “Alîkariya penaberan û kesên hewcedar erkê me hemûyan e.”

 

Slevya bixwe meksîkî ye û ev 13 sal in li Îtalyayê dijî û xwe ji bo xizmetên olî terxan kiriye û dibêje; “Ji bilî rojên Sêşemê hemû rojan deriyê navenda me ji bo xizmeta koçberan û kesên hêjar vekiriye.”

 

Kasa Nostra ev 3 sal in hatiye damezrandin. Rojane xwarin û xizmetê dide 30 kesan. Di navendê di niha 6 koçber dimînin, ku 5 ji wan kurd in.

 

Selman Refîq kurdekî din ê koçber e û ev 2 meh in li Îtalyayê ye lê hê jî nekariye mafê penebariyê werbigre. Ji lewra Selman jî neçar maye li dilîse û malên bêkesan bimîne.

 

Ji ber serma hewayê û nebûna derfetê kar û cihê lê mayînê Selman jî li gel 15 koçberên din li kilîseyekî bajarê Kosîzayê ya başûrê Îtalyayê dimîne.

 

Li piraniya bajarên Îtalyayê hikûmetê ji bo penaberan kamp çêkirine û herwiha xanî daye beşek ji koçberan. Lê hejmara penaberan pir zêde ye û cihê wan nabe. Alîkariya kilîse û dezgehên xêrxaziyê ya ji bo penaberan bi sînordar e.

 

Li Îtalyayê sîstema bicîhkirina penaberan, dabînkirina xizmetguzxariyên weke xwendin, tendurustî û alîkariya darayî kî ji herêmê heta herêmek din, ji bajêr heta bajêrek din tê guhertin.

 

Li bajarên başûr ji bo koçberan xanî û pêwîstiyên din tên dabînkirin lê piştî sekinanadin û bendewariyeke zêde. Li bajarên naverast û bakur jî ji ber guvaşa zêde ya koçberan, malbatên koçber dikarin zûtir xaniyan peyda bikin.

 

Rizgar Mihemed yek ji wan penaberan e, ku beriya niha li Mîlano bûye û paşî hatiye Katinzaro û dibêje; “Li Mîlano kilîse xwarinê didin, hikûmet jî livir  kampê cîh da me. Lê em 4 mehan de gihiştine vê qonaxê. Li vî welatî peydakirina cihê mayînê bi qasî bidestxistina mafê penaberiyê giring e.”