Komeleyeke Kurdî ya Brîtanyayê rê li ber şewitandina termê koçberekî Kurd girt
Dusseldorf (Rûdaw) – Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê rê li ber şewitandina termê koçberekî Kurd Hesenê Ristgar girt
Yek ji sedemên ku vê hefteyê ti koçberek derbas nebûye serma û dijwariya rewşa nav deryayê ye. Yên ku li wî rexê avê li Fransayê dimînin di rewşeke pir dijwar de ne.
Yek ji koçberan ku ji Rojhilatê Kurdistanê bû û navê wî Hesenê Ristgar bû, li wir jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê pê dihese ku li Fransayê tên ku termê wî bişewitînin, rê li ber digire.
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Celal Berincî li ser vê mijarê bû mêvanê bernameya Diyasporayê.
Term li Marsîlyayê hat veşartin
Miehemed Cela Berincî ji Rûdawê re wiha behsa wê çîrokê re got:
"Malbateke Kurd ku ji zilamekî bi keç û kurekî wî re pêk dihat, heyama şeş meh û hefteyek bû li gundekî nêzî bajarê Marsîlya li Fransayê dijiyan û daxwaza mafê rûniştinê kiribûn lê nedabûn wan.
Rewşa tenduristî ya bav têk diçe, wî dibin nexweşxaneyê û li wir wefat dike.
Paşê nexweşxane moleta 10 rojan dide kes û xizmên wî da ku termê wî wergirin, heke na dê termê wî bişewitînin.
Xizmên wî nikarîbûn termê wî wergirin. Em bi rêya Renc Pişderî hatin serwextkirin.
Me jî wekî Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê hewl da û me karîbû heqê nexweşxaneyê bidin û kes û xizmên kesê mirî dê roja yekşemê (01.12.2024a) term wergirin û li bajarê Marsîlyayê veşêrin."
Mihemed Celal ku di Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê de kar dike, ji Kurdên daniştvanên Brîtanyayê dixwaze ku têkiliya wan bi komeleyên Kurdî yên welêt û her wisa bi mizgeftên Kurdî yên Brîtanyayê re hebe û serdana wan bikin ji bo ku di dema her rewşeke awarte de alîkariya wan bikin.
Di vî warî de behsa çîrokekê kir û got, "Berî demekê, jineke ji Herêma Kurdistanê têkilî bi min re danî û got, ev çend roj in hevjînê min li Brîtanyayê jiyana xwe ji dest daye lê em nikarin termê wî wergirin.
Wan jî piştî hewldaneke zêde karî term wergirin û bişînin Herêma Kurdistanê."
Mihemed Celal eşkere kir ku tenê meha Çiriya Pêşîn a îsal wan termê 14 kesan ji Brîtanyayê şandiye Kurdistanê û radestî xizmên wan hatine kirin.