Serbazekî Kurd ê artêşa Rûsyayê li Ukraynayê jiyana xwe ji dest da

Rûsya (Rûdaw) - Serbazekî Kurd ê ji Rûsyayê ku ligel artêşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê şer dikir, li Ukraynayê jiyana xwe ji dest da. Malbata wî serbazê Kurd 30 sal berê ji ber aloziya li Qerebaxê koçberî Rûsyayê bibûn.

Serbazê Kurd ê bi navê Îkram Maher ê 25 salî ku niştecihê gundê Yelinovka yê Komara Adigey a herêma Krasnodarê yê yek ji wan 300 hezar serbazan bû ku Putin fermana seferberiyê dabû ku li dijî artêşa Ukraynayê şer bikin bû lê li wî Zaporizhia jiyana xwe ji dest da û bi merasîmekê bi alên Kurdistanê û Rûsyayê hat veşartin.

Bavê wî serbazî ji Rûdawê re axivî û got ku kurê wî bi guleya sekvanekî hat kuştin. Diya wî ji dibêje ku wan amadekariya zewaca kurê xwe dikir.

Medîna Menaf dayika serbazê kurd ê li Ukraynayê jiyana xwe ji destdayî “Me karê xwe dikir ku em wî bizewicînin, kurê min çû Ukraynayê şer. Ji min re got dayika gava ez bêêm daweta min bikin. Me her tiştî hazir kiribû, karên xwe kiribûn û ez li hêviya kurê xwe bûm. Xebera ne xweş a kurê min hat.”

Îkramê Maharê Husên 25 salî bû û kurê mezin ê malê bû. Di artêşa Rûsî de xizmeta xwe ya neçarî 5 sal berê temam kiribû.

Bavê serbazê Kurd ê jiyana xwe ji destdayî Maharê Husên anî ziman “Mirov hene ku direvin, Lê me nikaribû em birevin. Em kuda birevin. Em her tim di jiyana xwe de reviyane, em îca jî nikarin birevin. Êdî ev der welatê me ye li vê derê dijîn. Em nikarin, êdî bes e, heta kîngê em dê birevin. Em di wextê de nereviyana, qet nedihatin va deran. Niha em narevin, nikarin birevin, ev der welatê me ye, em li vê derê dijîn.

Li Komara Adigey û herêma Krasnodarê bi giştî zêdetir ji 20 hezar Kurd dijîn. Nêzî 200 malên Kurdan tenê li gundê Yelenovka hene. Şêniyên vê gundê jî, mîna hemû Kurdên başûrê Rûsyayê, 30 sal berê, bi neçarî ji Ermenistan û Azerbaycanê ji ber şerê Qerebaxê koçî Komara Adigeyê kirine. Lê şer, li vir jî ji pey wan neqetî.

Keremê Eylas xalê serbazê jiyana xwe ji destdayî ragihand “Berî her tiştî xwezî em tim li Kurdistanê bûna, di welatê xwe de bûna, bi serfînazî biçûna. Rast e em li wê derê nînin, em rastiyê dijîn ji ber wê yekê jî welatê me vê derê ye. Derdê û kula wê jî divê em bikşînin. Çewa ku îro welat me weke milet hesab dike, wisa jî divê em cewaba xwe bidin. Îro em dibînin miletê me li çar parçeyên Kurdistanê, ew dewletên ku Kurdistanê zeft kirine, gava ku tu lê dinêrî, ev der ji me re gelek baş e.”

Şêniyên herêma Krasnodarê yên Kurd û neteweyên din, cenazeyê wî bi alayên Kurdistan û Rûsya û Komara Adigeyê ve pêşwazî kirin. Û bi rêûresmeke serbazî li goristana Kurdan spartin axê.

Di maweya 30 salan de li Adigeyê goristana Kurdan gelek mezin bûye. Lê gora Îkram, wek gorê qurbaniyê şerê li Ukraynayê, yê yekemîn e. Malbat û xizmên Îkram duayan dikin, ku bila ew qurbaniyê dawî be.