Amerîka û Ewropa li ser bernameya atomî ya Îranê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro Serokê Amerîkayê Joe Biden li Romaya paytexta Îtalyayê ligel sê serkirdeyên Ewropî bicive û dosyeya atomî ya Îranê gotûbêj bikin.

Îro 30ê Cotmeha 2021ê di çarçoveya yekemîn civîna welatên G20 de li Romaya Îtalyayê, Joe Biden ligel serkirdeyên hersê welatên Almanya, Brîtanya û Fransayê dicive û mijara atomî ya Îranê û egera destpêkirina danûstandinên atomî gotûbêj dikin.

Roja 27ê Cotmeha 2021ê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û Serokê Tîma Danûstandinên Atomî ligel welatên 4+1 Elî Baqirî Kenî ragihand ku dawiya meha Mijdara îsal gotûbêjên atomî li Viyenaya Awusturyayê destpê bikin, ew jî piştî pêkanîna şeş gerên danûstandinê di serdema kabîneya Rûhanî û rawestandina wan di serdema kabîneya Îbrahîm Reîsî de.

Rawêjkarê Serokê Amerîkayê Bo Karûbarê Asayîşa Niştimanî Jake Sullivan ragihand ku civîna Biden ligel hersê serkirdeyên Ewropî, wiha pêşan dide ku di asta dosyeya atomî ya Îranê de hevdeng in. Derbarê destpêkirina gotûbêjên atomî de, Sullivan dibêje “Heta niha bo min tam ne zelal e ka gelo Îran amade ye vegere gotûbêjan an na, me amajeyên erênî di wî warî de bihîstine lê divê li bendê bin û bizanin kengî tên pêş û gelo kengî bi rastî li ser maseya gotûbêjan rûdinin.”

Sullivan got jî “Di civîna îro ya Biden û sê welatên Ewropî de peyameke zelal bo Îranê tê dayîn ku pencereya gotûbêjan hertim ne vekirî ye.” Amaje bi wê yekê jî da ku ligel amadebûna wan bo gotûbêjên ligel Îranê, “Lê hevdem hemû bijardeyên din ên pêwîst bo danûstandina ligel wî bernameyê etomî liber dest in.”