PENa Kurd: Îran dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji Kurdan hilîne

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda PENa Kurd Komîteya Rêveberiya Giştî derbarê êrîşên Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniya da got, “Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji Kurdan hilîne.”

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 46 kes birîndar bûn.

Navenda PENa Kurd Komîteya Rêveberiya Giştî li ser êrîşên Îranê yên li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyanî da.

Daxuyaniya Navenda PENa Kurd Komîteya Rêveberiya Giştî:

“Di encama qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de, çend roj in li Rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê di pêşengiya jinan û Kurdan de raperînek heye û vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistanê û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.

Pergala îslamî ya siyasî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrîşî jin, Kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrîşan de heta niha rojnameger, çalakvanên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan Kurd û ji gelên din kes hatine qetilkirin, bi hezaran kes hatine girtin.

Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi rêya Kurdistanfobîtiyê raperîna Kurdan li ber çavên gelê Fars û gelên din ên Îranê reş bike, wek cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrîşî Kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê bigire.

Bi vê armancê, herî dawiyê duh dewleta Îranê êrîş bir ser Başûrê Kurdistanê û di encamê de zarok û jin jî di nav de gelek Kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.

Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji Kurdan hilîne.

Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagirker ên wek Tirkiye û Îranê ku li Başûrê Kurdistanê teror û kuştina Kurdan pêk bînin.

Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya Kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.”