DMME dosyeya du zarokên DAIŞî yên Frensî dişopîne

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeh Ewropayê ya Mafên Mirove li Strasbourgê, têkildarî dosyaya 2 jinên Fransî û zarokên wan ku niha li nav kampên Rojavayê Kurdistanê de rûnişt. Malbatên herdu jinan û zarokên wan gilî li Fransayê kirine bi tohmeta ku wê mafên wan jin û zarokan binpê kiriye.

Ew herdu jin di salên 2014 û 2015 ligel hevalên xwe yên DAIŞî çûbûne Sûriyê û niha bi temenê 30 û 32 salî ligel zarokên xwe li kampên Rojavayê Kurdistanê ne.

Parêzera wan Marie Dose hikûmeta Fransayê tohmetbar dike û dibêje ew red dike wan jin û zarokan vegerîne.

Parêzer Marie Dose got: “Fransa dihêle ku zarokên wê rastî reftara ne mirovane û zelîlane bên, ji ber ku ew red dike wan zarokên ku rastî vê reftara ne mirovane û zelîlane tên vegerîne, ew hin zarokan ji nav wan hildibêjêre û vedigerîne, wate dihêle ên din rastî rewşeke xirabtir bibin.”

Dose dibêje ku desthilatên Kurdî welatan han dide ku hevwelatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerînin, lê Fransa vegera hevwelatiyên xwe red dike.

Parêzer Marie Dose herwiha got: “Ya dihêle ku ev zarok rastî vê êşê bên, Fransa ye, welatê min e, ji ber ku ew red dike wan vegerîne.”

Bavê jinekê ji wan gazinan ji derngiya rêkarên yasayî dike.

Bavê keçeke li kampê Berêz D. jî got: “Heta ku em gihiştin vê dadgehê demek derbasbû, leza dadweriyê ne wekî em dixwazin e, lê ji bo me dîsa serkeftinek e.”

Derbarê sedema çûna keça wî bo Sûriyê, ew dibêje ku ti şîrove bo vê çûnê nîne.

Berêz D. wiha axivî: “Belê ev bûye. Ez endezyarê gihandinê me, û malnişîn im, temenê min 66 sal e û 4 zarokên min hene. Keça min çû, temenê wê 26 sal bû, êdî nema li mal dijiya, min salê 2 caran ew didît. Wiha çîbû! Ji bo kê? Çima? Ti şîrove nîne. Ne tiştek.”

Li gorî parêzerên malbatên çekdarên DAIŞê, li kampêm Rojavayê Kurdistanê, anku Roj û Hol, 200 zarokên Fransî mane, û hikûmeta Fransa heta niha tenê 35 zarok ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine Fransayê.