Awustralya Îslamiyên tundrew digire


Hewlêr (Rûdaw)- Polîsên Awustralyayê îro dest bi kampanyayeke girtina tundrewên îslamî kir, li çend taxên bajarê Melbourne ê başûrê Awustralyayê.

Li gorî nûçeyên ajansan ku, “Ew kampanyaya polîsên Awustralyayê di çarçoveya girtina wan tundrewan de ye, ku li Sûriye û Iraqê, di nav rêzên DAIŞê de şer kirin û niha jî vegeriyane Awstralyayê û tirs ji wan heye ku plan danîbin ji bo pêkanîna karên terorîstî.”

Polîsên Awustralyayê eşkere kirin ku, “Ti pêwendiya wê girtina ser tundrewên îslamî û destdanîna ser wan bi gefên li ser welat û êrişên hefteya borî ya Endeavour Hillsê nîne.”

Polîsên Awustralyayê, hefteya borî, li taxa Hills li Malbornê, xortekî 18 salî kuşt, bi navê Naaman Heyder, piştî ku bi kêrê êrişî ser polîs kir.

Di demeke din de ji meha borî jî 800 polîsên awstralî, li herdu bajarên Sîdney û Brisbanê operasyoneke asayişî pêk anî û ragihand ku “Hewleke Îslamiyên tundrew ên ser bi Dewleta Islamî têk birin.”