Almanyayê îsal çend penaber dersînor kirin?

Dusseldorf (Rûdaw) - Amarên nû nîşan didin ku Almanyayê îsal ji par zêdetir penaber dersînor kiriye.

Almanyayê di nîvê yekem a îsal de 10 hezar kes yan vegerandine welatên wan yan jî welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê sala borî heta meha Tebaxê 7 hezar û 861 penaber hatibûn şandin.

Piraniya koçberên hatine dersînorkirin welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.

Her wiha koçberên ku ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber ku li wir daxwaza mafê penaberiyê kirine ji bo welatên din ên Yekîtiya Ewropayê hatine şandin.