Li Fransayê balafir ket: 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Frnsayê balafireke biçûk ket ser rê û 3 kesên tê de mirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Fransayê, balafir ji Parisê rabûye û piştî ku li têlên karebayê daye ketiye ser rêya A4ê ya li wilayeta Seine-et-Marneyê.

Her sê kesên di balafirê de mirin û xisar negihişt otomobîlên ku ew rê bi kar dîanî.

Piştî ketina balafirê her du aliyên rê hatin girtin.

Li hêla din, aliyên pêwendîdar dest bi lêkolînê kir.