Rûsya hewl dide VETOyê li dijî vekirina deriyê Bab El-Hewa bide

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya xwe amade dike VETOyê li dijî wê biryarê bide, daku hemû deriyan bigre, û tenê bi rêya Şamê re alîkariyên mirovî drerbasî Sûriyê bibin.

Li gor rêkeftina di navebera aliyên navdewletî de, biryar e heta 10ê Tîrmeha bê deriyê Bab El-Hewa yê di navbera parêzgeha Idlibê û Tirkiyê de vekirî bimîne ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo kjoçberên Sûrî yên li wan navçeyan dijîn.

Encûmena Asayîşa Navdewletî jî xwe amade dike berî wê demê civînekê saz bike, û careke din wî derî vekirî bihêle, ji aliyekî din ve

Mihemed Ebdullah koçberekî parêzgeha Dêra Zorê ye ku niha li kampeke bajarê Ezazê, ser bi parêzgeha Helebê dimîne, di êrîşeke hêzên hikûmeta Sûriyê de birîndar bibû, û niha nikare ti karî bike, Mihemed dibêje ew dermanê xwe bi rêya alîkariyên mirovî werdigre.

Muhemed Ebdullah dibêje: “Eger derî bê girtin, ez êdî nikarim dermanê xwe peyda bikim, dermanê min hemû bi rêya vî derî ji derve tê, ji Tirkiyê û welatên din, eger derî bê girtin, êdî ezê di vî konî de bimînim, û nikaribim derkevim, bê derman ez nikarim ji piyan rawestim, ji ber êş û azarê.”

Mistefa Şeiban birîndarekî din ê êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê ye, û wî herdû lingên xwe ji dest dane. Eger derî bê girtin, êdî ew nikare dermanê xwe bi dest bixe.

Mustefa Şeiban dibêje: “Eger deriyê Bab El-Hewa bê girtin bandoreke mezin li ser me tê kirin, em derman û keresteyên pizîşkî bi rêya alîkariyan werdgirin, ez nikarim bi xwe derman bikirim, ez derman ji Navendên tendirustî werdigrim, ku wek alîkarî bo me tê.”

Ecûmena Asayîşa Navdewletî di 2014an de rê da alîkariyên mirovî di çar xalan re derbasî Sûriyê bibin, yek ji wan deriyê Rebîe (Til Koçer) yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanî de bû, piştî VETOya Çîn û Rûsyayê li dijî derbasbûna alîkariyan bo navçeyên ne di bin destê hikûmeta Sûriyê de, di 2020an de, niha tenê deriyê Bab El-Hewa vekirî maye, û li gor Newteweyên Yekbûyî, 80% ji pêdiviyên koçberên Sûrî yên li navçeyên di bin destê grûpên çekdar ên girêdayî Trikiyê de bi rêya wî deriyê sînorî tên şandin.

Derdora 4 milyon û nîv kes li wan navçeyan dijîn, piraniya wan koçberên navçeyên din ên Sûriyê ne.

Parêzgeha Idlibêê, li gel bajarokên Ezaz û Babê, herwiha hersên bajarên Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê niha di bin destê grûpên çekdar de ne ku Trikiyê piştgiriya wan dike.