Li Ewropayê konferansa krîstiyanên Deşta Nînowa

Brûksel (Rûdaw) – Li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE), ji bo balkişandina ser rewş û pirsgirêkên krîstiyanên Deşta Nînowayê konferanseke taybet birêve çû.

 

Li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li paytexta Belçîka Brûkselê, derbarê çarenivîsa krîstiyanên Deşta Nînowa û Mûsilê konferanseke taybet hate sazkirin.

 

Amadekarê Konferansê Lars Adakson ji Rûdawê re ragihand: “Di berjewendiya me de ye, ku nexşeya pêkhateyên cuda yên Rojhilata Navîn weke xwe bimînin. Iraq weke xwe bimîne. Ev yek dibe sedema aramiya herêmê.”

 

Li Deşta Nînowayê, digel krîstiyanan, kurdên êzidî, şebek û tirkmen jî dijîn. Lê di konferansê de piraniya beşdaran ji pêkhateyên krîstiyanan bûn. Parlamenterên ewropî yên dostên aşûrî, siryanî û keldaniyan jî amade bûn. Nûnerê her sê pêkhateyan ji hejmara tiliyan derbas nedikir.

 

Herwiha, derbarê konferansê de peyama hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hebû.  

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YEyê, Dîlawer Ajgeyî ji Rûdawê re got: “Biryara diyarkirina çarenivîsa van herêman di destê nîştecihên wir de ye. Divê ew bixwe daxwazên xwe zelal bikin. Hikûmeta Herêma Kuridstanê rêzê ji biryara wan re digre, piştgiriyê dide wan.”

 

Nûnerên krîstiyanên vê herêmê daxwaza herêmeke otonom dikin û pirsên girêdana bi Hewlêr an jî Bexdayê ve, bê bersiv dihêlin.

 

Serokê Kild û Aşûriyan Neşet Samoyî jî diyar kir: “Em ji bo avakirina herêmeke otonom tevdigerin. Lê biryara dawîn di destê gelê me de ye. Ew dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Ev yek jî bi rêya giştpirsiyê dibe.”

 

Di konferansê de hinek nûner dirazan lê hinekan jî xwe diwestandin. Lê ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, tenê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), nûnerên xwe yên taybet şandine konferansê û nexwestin razayî bimînin.