Amerîkayê li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku “Mercên hilbijartinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nînin”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di konfranseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda da.

Li ser pirsa derbarê hilbijartinên şaredariyan ên Rojavayê Kurdistanê Vedant Patel got:

“Her hilbijartineke ku li Sûriyeyê bê kirin divê hilbijartineke azad, dadperwrane, zelal û giştî be.

Her wekî di biryara 2254ê ya Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye daxwazkirin.

Bi nerîna me niha ew mercên ji bo hilbijartineke bi wî awayî li rojhilatê Sûriyeyê nînin.

Herwiha me ev peyam da çend kesayetiyên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê.”

Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser 28ê Adara 2024an, yekemîn civîna xwe kir û biryar da 30ê Gulana îsal hilbijartinên şaredariyan li herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de bên kirin.

Komisyona Hilbijartinan a Rojavayê Kurdistanê 11ê vê mehê ragihand ku hilbijarttinaên şaredariyan hatin bipaşxistin û dê 11ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Piştî damezirandina Rêveberiya Xweser, ev cara yekem e hilbijartinên şaredariyan tên kirin.

Amadekariyan li her heft kantonên Rêveberiya Xweser dest pê kiriye.

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Cizîr, Efrîn, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê li ser asta 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.