Amarîka û Rûsya bo bidawîanîna pevçûnên Idlibê di peywendiyê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku Washington û Moskow di gotûbêjeke berfireh de ne bo bidawîanîna wan şer û pevçûnên li derdora Idlibê diqewimin.

Jeffrey li baregahê serekî yê Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê da zanîn ku pêngavên ciddî hatine avêtin bo cîbicîhkirina agirbesta Idlibê û got: "Bi cîbicîhkirinê, bi kêmanî Esed wê yekê fam dike ka divê çi bike daku şerê 8 salan ê Sûriyê bidawî bibe."

Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê wiha axivî: “Îro şanda Amerîkayê berî hemû tiştekî rewşa bi xwîn a Idlibê û daxwaza me bo cîbicîhkirina agirbestê di zûtirîn dem de anî rojevê û behs kir. Li gor me, ew şer û pevçûn bêguman gef in bo ser aştiyê, ne tenê li Sûriyê lê li tevahiya navçeyê û divê di zûtirîn dem de bidawî bibin. Sê milyon û nîv xelkê sivîl hene di vê dema ku niha em li ser diaxifin û mal û jiyana wan ketiye metirsiyê."

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Sûriyê, rêkeftin û gotûbêja navbera Amerîka û Rûsyayê girîng dibîne bo bidawîanîna şer û pevçûnên li Idlibê.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Sûriyê Geir O. Pedersen jî got: “Rê bidin min tenê wê yekê bibêjim ku hevkariya navbera Rûsya û Amerîkayê bingeh e bo me daku bikaribin proseyeke siyasî ber bi pêş ve bibin. Tişta ku ji dostên Rûsî û Amerîkî dibihîzim erênî ye."

Ji sala 2011ê ve rewşa Sûriyê ber bi xirabiyê ve çûye, hikûmeta Sûriyê bi hevkariya Rûsyayê piraniya navçeyên welat ji destê grûpên çekdar derxistine. Idlib yek ji wan cihên girîng e ku hikûmeta Sûriyê di çend hefteyên derbasbûyî de dest bi êrîşa ser wê navçeyê kiriye, êrîş li derveyî wê agirbestê tên kirin ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi navê ragihandina navçeya aram hatibû îmzekirin.